Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xwepêşanderên Deraayê berfirehbûna desthilata Îranîyan şermezar dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwepêşander li Deraayê lafîteyan li dijî hebûna Îran û kirinên rejîma Sûrî hildidin di xwepêşanekê de li parêzgeha li başûrê Sûrîyayê. [Wêne ji rûpela Koma Horan a Azad a Facebookê hatiye wergirtin]

Xwepêşander li Deraayê lafîteyan li dijî hebûna Îran û kirinên rejîma Sûrî hildidin di xwepêşanekê de li parêzgeha li başûrê Sûrîyayê. [Wêne ji rûpela Koma Horan a Azad a Facebookê hatiye wergirtin]

Xwepêşandan li gelek deverên parêzgeha Deraayê ya bakurî li dijî kirinên rejîma Sûrî û berfirehkirina hebûna Îranî li herêmê hatin lidarxistin, çalakvanekî xwecihî ragihand.

Xwepêşandan weke bersiv ji êrîşên Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re hatine ku li herêmên di bin kontrola rejîmê de pêk anîne, ku rejîmê rê ji vê yekê re vekiriye, çalakgerê Deraayê Cuma Mesalma wiha ji Diyaruna re got.

Wî diyar kir ku niştecihên Deraayî li dijî hebûna Îraniyan in.

Xwepêşander li dijî kirinên rejîma Sûrî li herêma Deraayê rabûn, bi taybet li dijî girtinên bêserûber ên ciwanan.

Xwepêşander li Deraayê lafîteyan li dijî Hizbelaha Lubnanî hildidin di xwepêşandanekê de li parêzgehê. [Wêne ji rûpela Koma Horan a Azad a Facebookê hatiye wergirtin]

Xwepêşander li Deraayê lafîteyan li dijî Hizbelaha Lubnanî hildidin di xwepêşandanekê de li parêzgehê. [Wêne ji rûpela Koma Horan a Azad a Facebookê hatiye wergirtin]

Mesalma diyar kir wan hêrsa xwe ji belavbûna milîsên Pasdaran û sazîyên girêdayî wê anîn ziman, ku hewl didin desthilata Îranî li herêmê bi piştevanîya hêzên rejîma Sûrî berfireh bikin.

Wî got ku ev sazî li ser hêsankirina dîtina kar dixebitin, ew jî bi rêya sûdwergirtina ji rewşa aborî ya xerab.

Mesalma got ku ew dixwazin desthilat û raya giştî qazanc bikin bi rêya belavkirina alîkarîyên mehane.

Banga ji bo serbestberdana girtîyan

Mesalma got ku xwepêşander banga serbestberdana girtîyên siyasî kirine.

Wan redkirina xwe ji siyasetên rejîmê li Deraayê anîn ziman, di nav de pêngava ewlehî ya giran, nebûna alîkarîyan û kêmbûna derfetên kar, tevî rejîmê soza çareserkirina van tiştan dabû.

Wî da zanîn ku hejmara niştecihên Deraayê yên ji alîyê rejîmê ve hatine girtin aniha bi hezaran e.

Wî anî ziman ku raportin hene dibêjin ku hinekên mehkum di girtîgehên rejîmê de têne êşkencekirin, û rewşa wan xerab e û nexweşî belav bûye.

Kampaniyên dijî-rejîmê yên vê dawîyê li herêma bakurî tê de belavok li ser dîwaran hatin daliqandin li deverên giştî.

Ev kes li dijî rejîmê ne û ji bo bidawîkirina hebûna leşkerî ya Îranî û desthilatiyê bang dikin.

Wî anî ziman ku si dema dawî de rêzeêrîşin li ser hêzên rejîma Sûrî hebûn, ku herî dawî êrîşek çekdar li ser nuqteyeke pişkinînê li Um el-Meyesern û Xarizê li gundewarê Deraayê pêk hat, di encamê de sê leşkerên rejîmê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Êrîşên dawî rêbendên pişkinînê yên sabit armanc kiribûn, ku nasname lê dihatin taqîkirin û xort lê digirtin, tevî ku ev yek di lihevkirina lihevanînê de hatibû betalkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500