Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Ji ber hêrsa li dijî rejîmê li Deraayê xwepêşandan gur dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Ev basa leşkerî ya rejîmê li gundewarê Deraayê hat teqandin [Wêne ji Radyoya Horanê hatiye wergirtin]

Ev basa leşkerî ya rejîmê li gundewarê Deraayê hat teqandin [Wêne ji Radyoya Horanê hatiye wergirtin]

Rojane xwepêşandan li dijî rejîma Sûrî li parêzgeha Deraaya Sûrîyayê tên lidarxistin, ku hejmarek ji leşkerên rejîmê yên hatine kuştin an birîndarkirin di şerên çekdarî yên li dijî navend û rêbendên wan ên pişkinînê hatine kirin de, çalakvanekî xwecihî ragihand.

Xwepêşandanên ku heya du deverên parêzgehê berfireh bûn, ji ber hêrsa gel a li dijî rejîmê bixwe ne, ku tê de girtinên bêserûber jî pêk hatin, Çalakvanê Deraayê Cuma Mesalma wiha ji Diyaruna re eşkere kir.

Mesalma got ku "herî kêm du leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin û pênc birîndar bûn di êrîşên çekdarî de li ser hejmarek ij navendên ewlehîyê û rêbendên pişkinînê li bajarê Senameyn li bakurê gundewarê Deraayê."

Wî anî ziman ku rêbendên sabit û gerok armanckirî bûn li bajêr, di nav de rêbenda sûkê, avahîya ewlehî ya tawanan û rêbenda Qitayê.

Milîsên Şoreşgêr ên Senameyn hatin gunehbarkirin ku êrîşî navendên leşkerî yên rejîma Sûrî û rêbendên pişkinînê li parêzgeha Deraayê kirin. [Wêne ji Radyoya Horanê hatiye wergirtin]

Milîsên Şoreşgêr ên Senameyn hatin gunehbarkirin ku êrîşî navendên leşkerî yên rejîma Sûrî û rêbendên pişkinînê li parêzgeha Deraayê kirin. [Wêne ji Radyoya Horanê hatiye wergirtin]

Dergehê bajarê Senameynê, cihê ku şerên çekdarî di navbera komên opozisyonê û hêzên rejîmê de rû dan. [Wêne ji koma Ehrar Horan hatiye wergirtin]

Dergehê bajarê Senameynê, cihê ku şerên çekdarî di navbera komên opozisyonê û hêzên rejîmê de rû dan. [Wêne ji koma Ehrar Horan hatiye wergirtin]

Herwiha gelek rêbendên ku ji hêla Komîteyên Herêmî ve tê kontrolkirin jî hatin armanckirin, ku ew milîsên girêdayî rejîmê ne li taxa Hey el-Şerqî.

Li gorî Mesalma, alîgirekî rejîmê hat kuştin, û baseke rejîmê ku leşker tê de bûn di navbera bajarên Enxel û Casim de bi bombeyeke bidestçêkirî hat teqandin.

Wî anî ziman ku "helwest veguherî tundîyê ji ber xuya dibe ku rejîmê hejmareke mezin a ciwanan bêserûber girtin, nemaze li bajarê Casimê."

Mesalma da zanîn ku xelkê Deraayê dibînin ku ev yek lihevkirina lihevanînê ya ku bi rêya Rûsyayê hatibû girêdan binpê dike.

Wî dîyar kir ku tevî vîdyoyên ku êrîşên li dijî navendên rejîmê piştrast dikin jî, tu alîyî ev yek negirt ser xwe, û da zanîn jî ku "xuya ye ku ev yek ji hêla çekdarine opozisyonê yên berê tên pêkanîn."

Wî daxuyand ku gelek dever li Deraayê xwepêşandanên êvarî li dijî rejîma Sûrî li dar dixînin, ev li gel xwepêşandanên li hundirê bajarê Deraayê bi xwe, piştî ku ev yek tenê li gundewarên parêzgehê dihatin lidarxistin.

"Tirseke hertimî" li deverên li jêr destê rejîmê

Di raporteke ku roja Çarşemê (16ê Cotmehê) hatiye weşandin de, Komeleya Sûrî ya Rûmeta Welatîyan (SACD) ji vegera li deverên ku dîsan ketin bin destê rejîma serokê Sûrîyayê Beşar Esed hişyar kir.

"Ne ewle ye eger koçberên Sûrî vegerin deverên di destê Esed de," SACD di raportekê de ev hişyarî kir ku xwe spartîye şehadeta 165 kesên li wan deveran dijîn.

Raportê dîyar kir ku "sê ribê kesên bi wan re hevpeyvîn pêk hatiye dibêjin ew bitirs dijîn ku ew werin girtin ji hêla ajansên ewlehîyê û milîsên cur bi cur ku li gelek rêbendan belav dibin."

"Serbazkirina neçarî di hêzên Esed de ne mesele ye," raportê anî ziman.

Raporta ku gelek şehadet ji niştecihên parêzgehên Deraa, Heleb û Homsê wergirtine, got ku divê niştecih jî arişetîyê bikin û bertîlan bixwazin.

Raportê got "gendelî û arişetî ji hêla rejîm û milîsên wê ve dibin beşekî jîyana kesên vegerîyayî."

Bêhtirî 60% ji kesên bersiv dane dibînin ku pîvanên tendirustîyê pir kêm in, û piranîya wan gilî ji kêmbûna av, xizmetguzarî û kehrebê kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500