Nûçeyên Iraqê
Aborî

Projeyeke pêşeng a Îraqî alîkarîyê dide bêwarên berê ku dahatekê misoger bikin

Xalid Taî

Malbatên Îraqî li kampeke bêwarîyê siwarî basekê dibin bo vegerin malên xwe li bajarê Qaimê li parêzgeha Enbarê di 1ê Cotmehê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Malbatên Îraqî li kampeke bêwarîyê siwarî basekê dibin bo vegerin malên xwe li bajarê Qaimê li parêzgeha Enbarê di 1ê Cotmehê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî Çarşemê (6ê Mijdarê) ragihand ku wê dest bi radestkirina bêhtir ji 1,000 projeyên misogerkirina dahatekê bo nanderên malbatên vegerîyayê bo deverên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin kir.

Hikûmetê ragihand ku ev projeyeke pêşeng e bo projeyeke li ser asteke berfireh ku tê payîn ew sûdê bigihîne bi hezaran malbatên hejar ên ku zehmetîyê dibîne di xwedamezrandinê de li warên xwe û di baştirkirina rewşa xwe de.

Wezareta Koçberîyê û Koçberan lêkolîneke giştgîr ji bo programê pêk anîye, Elî Cahankîr, birêverê giştî yê beşê karûbarên şaxên wezaterê got.

Program giranîyê dide piştgirîkirina malbatên hejar û alîkarîkirina wan ku zehmetîyên ew rastî wan tên dema ku ew ji kampan vedigerin malên xwe derbas bikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Pakêtên alîkarîyê li ser malbatên vegerîyayî yên parêzgehên Diyalayê û Enbarê tên belavkirin di 22yê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Pakêtên alîkarîyê li ser malbatên vegerîyayî yên parêzgehên Diyalayê û Enbarê tên belavkirin di 22yê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

"Me hevpeyvîn bi serekên van malbatan re kirin û me ji wan pirsî projeyên biçûk ên ku ew dixwazin dabimezrênin çi ne û em çawa dikarin alîkarîyê bikin ku ew serketî bin," wî got.

Cahankîr got ku malbatan celebên cihêreng ji projeya pêşinyar kirin.

"Hinekan xwest ku sertaşxane, workşopên dartaşînê yan hesinkarîyê, yan jî firoşgeheke biçûk vekir," wî got.

Wî got ku di gava yekem de, programê rahînaneke pîşeyî da beşdarvanan, û ew tevlî korsên rahînanê yên çirûpir kirin bi hevahengî ligel Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê.

Gava dahatî ji zêdekirina wan bi materyalên ku ew bi hewce ne pêk tê.

"Me alav, maşîn û amrazên kar bo 1,000 projeyan bi lêçûna dora du milyar dînarên Îraqî (1.6 milyon dolar) kirîn, û me dest bi belavkirina wan li ser beşdaran kiriye," Cahankîr eşkere kir.

Egerên berfirehkirinê

Cahankîr eşkere kir ku proje bo beşdarên projeyê li Enbarê hatine radestkirin, û dê pişt re ev yek li Nînewayê pêk were û paşê li parêzgehên Selahedîn, Kerkûk û Diyalayê -- û herwiha gundewarên Bexdayê -- dê were pêkanîn.

Wî teqez kir ku pişka her parêzgehekê ji projeyan dê li gor rêjeya bêwarên ku vegerîyane warên xwe be.

Wî daxuyand ku hîn program di asta pêşeng de ye, "û em dê wê heta dawîya vê salê bişopînin û encaman binirxînin, bo em egerên berfirehkirina programê di sala werê de û zêdekirina hejmara projeyan reçav bikin".

Cahankîr got ku eger pere werin terxankirin, program dikare piştgirîya bêhtir ji 10,000 projeyan bike.

Wî teqez kir ku plan ew e ku him proje û him komên beşdar cihêreng bin, û da zanîn ku wezaret dixwaze ku alîkarîya cotkarên hejar ên ku vegerane bike ku projeyên misogerkirina dahatekê bi awayên cuda vekin.

Wî got ku ev yek dibe ji dayîna maşînên çandinîyê, kewarên mêşên hingiv û çandingehên plastîk pêk were, li ser bingeha hewcedarîyên xelkê û rewşên wan.

"Em dixwazin kesên ku herî zêde ziyan ji terorîzmê gihiştiye wan ku vegerin kesên berhemdar bin û karîbin ku debara malbatên xwe bikin, ku dibe di pêşerojê de, ew hinek kesên din ên bêkar di projeyên xwe de bidin xebitandin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500