Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Mînên DAIŞê li deverên rojavayî yên Nînewayê tên paqijkirin

Xalid Taî

Ev wêne di 16ê Kanûna Yekem a 2018an de hatiye kişandin, ew tiştê mayî ji minareya xûz "Hadba" ya Mizgefta Mezin a Nûrî li Bajarê Kevin ê Mûsilê nîşan dide, di dema merasîmên danîna bingeha projeya nûavakirinê. [Zayid Obêdî/AFP]

Ev wêne di 16ê Kanûna Yekem a 2018an de hatiye kişandin, ew tiştê mayî ji minareya xûz "Hadba" ya Mizgefta Mezin a Nûrî li Bajarê Kevin ê Mûsilê nîşan dide, di dema merasîmên danîna bingeha projeya nûavakirinê. [Zayid Obêdî/AFP]

Birêveberîya Rakirina Mînan a Îraqî Sêşemê (8ê Cotmehê) îlan kir ku wê xebatên rakirina mînan li hinek navçeyên rojavayî yên parêzgeha Nînewayê bi dawî kirine.

Ev yek beşeke ji planeke xebatê ya xuyayî ku birêveberî pêk tîne, bi alîkarîya artêşa Îraqî û rêxistinên navdewletî, serokê Birêveberîya Rakirina Mînan Xalid Reşad ji Diyaruna re ragihand.

"Me xebata rakirina mînan li deverê rojavayî yên Nînewayê qedand, di nav de Cezîra (Ferata Jorîn) û komavahîyên Qehtanîyê û Ednanîyê li navçeya Şengalê," wî got.

"Deverên armanckirî bi temamî hatine ewlekirin û bo birêveberîyên xwecihî hatine radestkirin," wî da zanîn.

Wî teqez kir ku xebatên bo rakirina mînan ji deverên din ên parêzgeha Nînewayê yên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine vegerandin berdewam in.

"Em li gorî planeke xuyayî dixebitin," Reşad got. "Me amarên giştgîr û bi dîqet bo hemû zevîyên pîsbûyî pêk anîne, û paqijkirina mînan bi awayekî berfireh pêk tê."

"Karê me bi hevahengî û hevkarîyeke mezin bi tîmên endazyarîya serbazî yên artêşa Îraqî û rêxistinên navdewletî yên rakirina mînan dewam dikin," wî da zanîn.

Vegerandina cihên şûnwarî

Reşad daxuyand ku di Îlonê de, xebata rakirina mînan li Mizgefta Mezin a Bajarê Kevin ê Mûsilê bi awayekî serketî bi dawî bû.

"Me hemû bombeyên bidestçêkirî û teqemenîyên ku terorîstan li nava mizgeftê û derdora wê çandibûn ra kirin," wî got.

"Me xebatên pişkinîn ên bi quwalîte encam dan bo piştrast bibin ku êdî mizgeft bi awayekî tam hatiye paqijkirin û aniha devereke bê teqemenî ye," wî daxuyand.

Rakirina mînan ji Mizgefta Nûrî qonaxa yekem bû ji planeke hikûmetê ya bi piştevanîya civaka navdewletîbo dîsan avakirina mizgefta dîrokî û herwiha minareya wê ya "xûz" (hadba), ya ku DAIŞê ew bi giranî wêran kir.

Reşad teqez kir ku cihên şûnwarî pir cihê bayexdanê ne di planên rakirina mînan de.

"Em pir bi baldarî û bi dîqet li van deveran kar dikin dema ku teqemenîyan ji wan radikin bo em ziyanê negihînin şûnwarên kevin û tiştên ji ber wêrankarîya terorîtan mane biparêzin," wî got.

Wî got ku xebatên rakirina mînan li van deveran li gorî rênmayên UNESCO tên pêkanîn, ku ew jî taybet in bi parastina mîratê mirovahîyê.

"Em pir bi peroşî hewl didin ku pêşketinê di xebatên rakirina mînan de pêk bînin bo parastina jîyana welatîyan û bo ew li gorî hêvîyên civaka navdewletî bin, ya ku piştgirîya xebatên me dike û wan dişopîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500