Nûçeyên Iraqê

YE plana ji nû ve avakirina Sûriyê diyar dike

Yekîtiya Ewropî (YE) planeke piştgirîkirina nûkirina Sûriyê ya ku ji ber şer wêran bûye diyar kir û navê wê kire "qazanc" daku aliyên dijber han bidin ku bigihin rêkeftineke aştiyê, AFP ragihand.

Pêşiya konfransa ku qewel e roja 5ê Nîsanê li Brûsilê, serokê karûbarên derve yên YE Federîka Moxerînî projebiryar belav kirin, ku ji rakirina mînan in heta bi lidarxistina hilbijartinan in.

"Gelek caran civaka navdewletî qonaxa pişt-kirîzê di çaxê wê de hazir nake. Vê carê em dixwazin em amade bin," Moxerînî got.

Moxerînî got ku YE "ji rewşa niha dûrtir dinêre û dibe ku qazancek ji bo aştiyê bikaribe hana aliyên li Sûriyê bide ku sazişên pêwîst ava bikin".

Konfransa 5ê Nîsanê dê şansekî bo aliyan peyda bike ku ew tê de xebatên xwe kordîne bikin, wê got.

Belgeke hevwezt ya ku Komosyona Ewropî belav kiriye dibêje ku gavên gengaz bên avêtin bo fînanskirina xebatê ku piştgiriya ji nû ve avakirinê dikin,di nav de alîkarîkirina ewlehiyê, rakirina mînan û çavdêrîkirna agirbestê jî.

Dibe ku YE bikaribe alîkariyê di peydakirina xizmetguzariyên sereke de bike daku diyar bike çawa aştî mifayên rasteqîn pêk tîne, belgehê got, û "piştgiriya reşnivîsa destûreke nû û lidarxistina hilbijartinan bike, bi rêya alîkarîkirina di birêvebirina hilbijartinan de û çavdêrîkirina YE ji hilbijartinan re".

YE bi awayekî berdewam alîkariya hewilên NY bo bidawîanîna krîza li Sûriyê dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500