Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Reqa aram e piştî têkbirina êrîşeke DAIŞê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Encumena Serbazî ya Reqayê pagerekê li bajar pêk tînin. [Wêne ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov hatiye wergirtin]

Endamên Encumena Serbazî ya Reqayê pagerekê li bajar pêk tînin. [Wêne ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov hatiye wergirtin]

Hêzên Kurdî hêminî vegerandin bajarê Reqaya Sûrîyayê piştî pevçûnên kubi êrîşeke xwekujî, ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li xwe girt, qedîyan, berpirsekî herêmê Pêncşemê (10ê Cotmehê) ragihand.

Bo nêzî du demjimêran şeva Pêncşemê, Encumena Serbazî ya Reqayê û Asayîş "êrîşeke" du endamên DAIŞê, yên ku bi tifing, bombe û kemberên teqîner çekdarkirî bûn, şikandin.

Êrîşkeran hewl da ku êrîşî xalên pişkinînê û navendên asayîşê li bajar bikin, lê plana wan bi bin ket, "bi saya hişyarîya parêzvanên ku li wan deveran bûn", Ferhad Xoca, efserekî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku pevçûnên dijwar rû dan ku tê de êrîşkeran narincok avêtin, û da zanîn ku pevçûn hevdem bû ligel nebûna kehrebeyê.

Firoşgeh li yek ji meydanên serekî yên Reqayê dîsan hatine vekirin, hevdem ku xebatên nûavakirinê û çaksazîyê berdewam dikin. [Wêne ji Encumena Serbazî ya Reqayê hatiye wergirtin]

Firoşgeh li yek ji meydanên serekî yên Reqayê dîsan hatine vekirin, hevdem ku xebatên nûavakirinê û çaksazîyê berdewam dikin. [Wêne ji Encumena Serbazî ya Reqayê hatiye wergirtin]

Xoca daxuyand ku herdu endamên DAIŞ ên di êrîşê de cih girtin hatine kuştin dema ku wan xwe li xala pişkinînê ya çarrêya Qadisiyayê (berê navê wê çarrêya Basil bû) teqand.

Wî got ku tu xesar di nava hêzên ewlekarîyê de tune ne, lê hinek ji endamên hêzên me bi awayekî sivik birîndar bûne.

Êrîş piştî demeke ji aramîyê tê

Xoca got ku şênîyên bajar ji ber selametîya xwe nîgeran bûn.

Wî got ku dengê guleyan û teqînan heta sibeha zû ya Çarşemê hatin bihîstin di çarçoveya operasyoneke ramaliştinê ya berfireh de ku hêzên erkdar bi berevanîkirin li bajar pêk anîn, ligel gihiştina hêzên bêhtir bo bajar.

Wî got ku şênîyên Reqayê bi êrîşê bi hêrs bûn, ji ber ku piştî heyameke ji hêminîyê li bajar hat, û êdî jîyan hêdî hêdî asayî dibû ji dema ku QSD û Hevpeymanîya Navdewletî DAIŞ di Cotmeha 2017an de der xistin.

Xoca teqez kir ku ava vexwearinê berdest e û kehreba nîvê demê heyeû dibistan dîsan hatine vekirin, û kavilên şeran li gelek deveran hatine rakirin bo rêxweşkirin li pêşîya nûavakirinê.

Wî got ku çalakîya bazarên bajar normal bûye, ku ew jî meqseda kiryaran in, çi ji Reqayê û çi ji gund û bajarokên li derdora wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500