Nûçeyên Iraqê

DAIŞ êrîşeke xwekujî li Reqaya Sûrîyayê li xwe digire

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êrîşeke xwekuîj li ser Reqayê, asêgeha xwe ya berê li Srûîyayê, îlan kir, AFP Çarşemê (9ê Cotmehê) ragihand.

Bi şev du çekdarên DAIŞ bi tifing, bombe û kemberên teqîner dest bi "êrîşeke dijwar" kirin li ser hêzên ewlekarîyê li Reqayê, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangehê got ku pevçûnên di navbera êrîşkeran û şervanên ser bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) bêhtir ji demjimêrekê dom kirin.

Di rêya apa Telegram re DAIŞê berpirsyarîya xwe ji êrîşê ragihand.

Êrîşa li Reqayê bi dawî bû dema ku her du çekdaran kemberên xwe yên teqîner teqandin piştî ew hatin dorpêçkirin, li gorî Rewangehê.

Heta aniha tu raport qala qurbanîyan di nava hêzên ewlekarîyê de nakin.

QSD Duşemê haydarî da ku êrîşeke Turkî dê rê bide lîderên mayî yên DAIŞê ku ji veşartgehên xwe derkevin.

Wê herwiha got ku şanên DAIŞê dixwazin ku tundrewên girtî ji girtîgehên Kurdî xelas bikin û dest deynin ser kampan.

Lê peyvdarê serokatîya Turkîyayê Brahîm Kalin Duşemê got ku Enqera dê berdewam be di şerê li dijî DAIŞê de "û dê rê nede wê ku bi tu şêwazî û navî serî hilde".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500