Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Xwendekar li bakurê Sûrîyayê dest bi sala xwendinê ya nû dikin piştî jinavçûna DAIŞê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Dibistan li Reqayê û gundewarên wê hatine çaksazkirin bo rakirina nîşanên şerê li ser DAIŞê û rêdayîn ku xwendekar dîsan perwerdahîya xwe berdewam bikin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya QSD hatiye wergirtin]

Dibistan li Reqayê û gundewarên wê hatine çaksazkirin bo rakirina nîşanên şerê li ser DAIŞê û rêdayîn ku xwendekar dîsan perwerdahîya xwe berdewam bikin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya QSD hatiye wergirtin]

Dibistanên li herêma bakurê Sûrîyayê ya ku ji hêla birêveberîyeke Erebî-Kurdî ve tê îdarekirin pêşwazîya xwendekarên xwe kir bo sala nû ya xwendinê piştî qedandina xebatên nûavakirinê û çaksazîyê.

Tiştê herî balkêş vê salê ew e vekirina dibistaneke taybet bo zarokên ku pirsgirêkên wan ên bihîstinê û axêftinê hene li bajarê Reqayê.

Hejmara xwendekaran li Reqayê û gundewarên wê vê salaê gihiştiye 130,000, Yûsiv Muhemed, berpirsekî Komîteya Perwedeyê ya Encuma Sivîl a Reqayê ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku xwendekar li ser 322 dibistanan hatin belavkirin piştî ku qedandina xebatên çaksazîkirina bi dehên dibistanên ku ziyan gihişt wan di şerê li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, ku ew berî du salan ji deverê hat derxistin.

Zarok bo sala xwendinê ya nû li bajarê Reqayê tên tomarkirin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya QSD hatiye wergirtin]

Zarok bo sala xwendinê ya nû li bajarê Reqayê tên tomarkirin. [Wêne ji Navenda Medyayî ya QSD hatiye wergirtin]

Firoşgehek pêdivîyên dibistanê difroşe li bajarê Reqayê berî destpêkirina sala nû ya xwendinê, di dawîya Îlonê de. [Wêne ji Navenda Medyayî ya QSD hatiye wergirtin]

Firoşgehek pêdivîyên dibistanê difroşe li bajarê Reqayê berî destpêkirina sala nû ya xwendinê, di dawîya Îlonê de. [Wêne ji Navenda Medyayî ya QSD hatiye wergirtin]

"Rêkarên girîng hatin pêşxistin bo piştrastbûn ku hejmara xwendekaran di her fêrgehekê de nê zêdetir e ji 25 xwendekaran," wî got.

Wî got ku nofekî din ê mamosteyan vê havînê tevlî rahînanê li ser fêrkirina hemû babetan ji bo hemû qonaxan bû, û bi giştî hejmara mamosteyên tevlî bûn digihêje 5,200 mamoste.

Dibistaneke nû bo xwedan pirsgirêkên bihîstinê û axêvtinê

Samya Mustefa, ji Komîteya Kar û Karûbarên Civakî ya Encumena Sivîl a Reqayê, got ku tiştê balkêş di vê salê de ew e "nêzîkbûna qedandina avakirina dibistaneke taybet bo kesên pirsgirêkên wan ên bihîstinê û axêvtinê hene, û ew dê zarokên di navbera temenên 4 û 16 salan de werbigire".

Wê got ku xebatên bo vekirina dibistanê qedîyane -- li dibistana ku berê dibistaneke şerîetê bû di dema DAIŞê de -- bo wergirtina 250 zarokên ku kêşeyên wan ên bihîstinê û axêftinê hene.

"Ew yekane dibistan e ku xizmetguzarîyên wiha dabîn dike li navçeyê," Mustefa got, û da zanîn ku vekirina wê pir girîng bû ji ber ku sefera bo Şamê "ji piranîya dêûbavan re pir zehmet e".

"Dê dibistan bi hevahengî û hevkarî ligel Komîteya Perwerdeyê xebatên xwe bike, û xwendekarên ku waneyên xwe biqedînin dê bi hêsanî tevlî bazara kar bibin an jî dê bo dibistanên din werin veguhestin piştî bidestxistina zîrekîyên ku pêdivî bi wan heye," wê got.

"Rijdbûna li ser perwerdeyê"

Ne pir dûr ji Reqayê, Encumena bajarokê Tebqayê û gundewarê wê vê salê hewl daye ku prosesa perwerdeyê bê kêşe bi pêş ve biçin li gorî îmkanên heyî, Xanim Ferec, ku birêvebereke ligel Komîteya Perwedeyê ya Encumenê, ragihand.

Wî ji Diyaruna re teqez kir ku komîteyê "dest bi dîyalogekê bi mamosteyên herêmê re kiriye bi rêya semînareke ku hat lidarxistin bo guhdarîkirin li gilîyên wan û bo nîqaşkirina kêşeyên ku ew sala par rastî wan hatin û nîqaşkirina rêyên nehiştina wê di vê salê de".

Hevdem, ku atmosfîrên dibistanê bi awayekî berfireh vegerîyane Reqayê û gundewarê wê, li gorî mamoste Mehmûd Emîn.

"Bazar mişt çalakî ne û kiryar pêdivîyên dibistanê dikirin piştî ku di salên berê de pir kêmpeyda bû ku firoşgehên pêdivîyên dibistanan werin vekirin," wî ji Diyaruna re got.

"Dêûbav ji berê bêhtir rijd in li ser perwerdahîyê," wî got, "ew jî bi saya ku rewşa ewlehî baş bûye û êdî aştî û ewlehî berqerar e."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500