Nûçeyên Iraqê
Penaber

Şênîyên kampa Rukbanê ''derewên'' Rûsyayê yên têkildarî derxistina sivîlan red dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şênîyên kampa Rukbanê xwenîşandanekê di Cotmeha 2018an de li dar dixin bo şermezarkirina girtina hêzên rejîma Sûrî ji gihiştina xwarin û alîkarîyên mirovî re. [Wêne ji Birêveberîya Sivîl a kampa Rukbanê hatiye wergirtin]

Şênîyên kampa Rukbanê xwenîşandanekê di Cotmeha 2018an de li dar dixin bo şermezarkirina girtina hêzên rejîma Sûrî ji gihiştina xwarin û alîkarîyên mirovî re. [Wêne ji Birêveberîya Sivîl a kampa Rukbanê hatiye wergirtin]

Şênîyên kampa Rukbanê careke din mijarakampanyayeke propaganda û belavkirina agahîyên çewt a Rûsî ne, vê carê têkildarî derxistina şênîyên kampê û veguhestina wan bi alîkarîya NY.

Di Tebaxê de,NY got ku ew dê alîkarîyê di derxistina sivîlan de kampa li biyabana Sûrîyayê ya "pir xerab", ya li nêzî sînorê bi Urdunê re, piştî ku misyonekê kesên dixwazin bar bikin destnîşan kirin.

Kampa îzolekirî li nêzî bingehekê ye ku Hevpeymanîya Navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike wê bi kar tîne..

"Em amade ne ku" şênîyan ji kampa Rukbanê derxin, Panos Moumtzis, serokê karûbarên mirovî yên NY bo Sûrîyayê, ji AFP re roja 30 Tebaxê ragihand. "Em dixwazin ku piştrast bin ku ew bi awayekî xwebarî tê bicihanîn."

Wêneyên şervanên Ceyş Mexawîr el-Sewra hatine girtin dema ku ew di korsekî rahînanê bo tecnîdbûyên de ne. [Ceyş Mexawîr el-Sewra/WhatsApp]

Wêneyên şervanên Ceyş Mexawîr el-Sewra hatine girtin dema ku ew di korsekî rahînanê bo tecnîdbûyên de ne. [Ceyş Mexawîr el-Sewra/WhatsApp]

Ligel barkirina xwebarî ya ku biryar e di dawîya Îlonê de dest pê bike, Rûsya Amerîka û Ceyş Mexawîr Sewra, ku hêzeke Artêşa Azad a Sûrîyayê ye ku Hevpeymanîya Navdewletî piştevanîya wê dike, bi rêgirtin li ber derketina sivîlan ji kampê gunehbar kir.

Valakirin "li ber kevîya têkçûnê ye ji ber provaksyonên şervanên li jêr kontrola Amerîkayê, efserê Rûsî Mîxayîl Mezentsev 18ê Îlonê ji konferansekî rojnamegerî re got, al-Weset News ku navendê wê li Lubnanê ye ragihand.

Li gorî efser, şervanên Ceyş Mexawîr el-sewra qebûl nekir ku ewlehîya karwanên derketinê misoger bike û beşek ji alîkarîyên mirovî yên li ser şênîyên kampê tên belavkirin dizîn.

"Dereweên eşkere" yên Rûsyayê

Lê şênî û xebatkarên hawarçûnê van angaştan red dikin

"Daxuyanîyên Rûsî yên ku hevdem ligel kampanyaya propagandayê tên derewên eşkere ne," Muhemed Ehmed Derbas, cîgirê serokê Encumena Êlên Tedmur û Badiyayê û serokê encumena xwecihî ya kampa Rukbanê ji Diyaruna re ragihand.

"Yên biryar dane ku li kampê bimînin bi reza xwe ev biryar dane bêyî ku tu kes fişarê li wan bike," wî got.

Wî got ku Ceyş Mexawîr el-Sewra bi awayekî serekî ji rûniştîyên kampê pêk tên, yên ku ji bêhtir ji deverekê hatine, û erkê wan parastina kampê û şênîyên wê ji her êrîşekê ye.

Derbas got ku wan şerên dijwar li dijî DAIŞê, ya hewl da ku ziyanê bigihîne sivîlên li kampê, kirine û bersiva hêzên rejîmê dane dema wan hewl da ku li biyabana Badiyayê li derdora kampê bi pêş bikevin.

Xebatkarê hawarçûnê li Rukbanê Tariq Nuêmî teqez kir ku şênîyên kampên yên ku dixwestin biçin ji berê ve bar kirine.

"Hejmara bêwaran li kampê ji 50,000 bo 12,700 daketîye li gorî serjimêrîya herî dawî yên ku berî mehekê bi beşdarîya NY hat pêkanîn," wî ji Diyaruna re ragihand.

Rawestandina alîkarîyên mirovî

NY û Heyva Sor a Sûrî misyonek bo kamp di Tebaxê de şandin bo destnîşan bike ku gelo çend kes li hundirê kampê mane û çend kes dixwazin bar bikin, li gorî Moumtzis, berpirsyarê ji NY.

"Hinekî bêhtir ji sêyeka wan dixwazin ku bar bike," wî got. "Piranîya wan hez dikin biçin deverên li jêr kontrola hikûmetê û hineke din dixwazin biçin deverên bakurî," yên li jêr destê opozîsyonê.

Dora 47% ji rûniştîyên kampê gotin ku ew dixwazin bimînin, wan ev sedem jî dane pêş"nîgeranîyên ewlehî" û "tirsa ji girtinê".

Nuêmî daxuyand ku yên li kampê mane"qebûl nakin vegerin deverên li jêr kontrola rejîmê, hêzên Rûsî û milîsên Îranî ji ber cawazîyên siyasî û ji tirsa ku ew werin girtin piştî ew vegerin bo wan deveran".

Wî got ku alîkarîya mirovî hat rawestandin di encama derewên Rûsyayê de, yên gotin ku şervanên Ceyş Mexawîr el-Sewra alîkarîya mirovî didizin.

"Ev yek bi temamî ne rast e, û hemû xwarina ku derbasî kampê bûye hatiye belavkirin û tîmên nûjdarî berdewam in di dabînkirina xizmetguzarîyan û dermanan de, lê ew carinan kar radiwestînin dema ku îmdadên wan namînin," wî teqez kir.

Nuêmî daxuyand ku destpêkirina demsala Zivistanê dê "zehmetîyên rûniştîyên kampê yên li jêr dorpêça hêzên rejîmê û Rûsyayê zêde bike -- yên ku dê derbasbûna her alîkarîyeke mirovî asteng bikin eger ew di rêya wan re û hebûna Heyva Sor a Sûrî neyê anîn".

Wî amaje kir ku bazara kampê kêmbûneke dijwar a tiştan jîyan dike ji ber ku rê ji bazirganan re nayê dayîn ku tu tiştan ji deverên li jêr kontrola rejîmê bînin, ev jî yekane alî ye ku tişt dikarin tê re derbas bibin.

Angaştên Rûsyayê ''cihê tinazîyan in''

Besam Egêdat, şênîyekî ji kampê ye, temenê wî 40-sal e, got ku derewên Rûsyayê "cihê tinazîyê ne", bi taybetî yên dibêjin ku şervanên Ceyş Mexawîr el-Sewra hawarçûnê didizin, ji ber ku gelek ji wan şênîyên kampê ne.

"Kî dê alîkarîyê ji xizmên xwe bidize?" wî got, û da zanîn ku endamên Ceyş Mexawîr el-Sewra yên ku li kampê dijîn carekî û du caran parên xwe dane kesên rewşa wan pir şepirze ye.

"Çawa kesê ku para xwe jî dide şênîyên kampê alîkarîyan bidize?"

Egêdat ji Diyaruna re teqez kir ku şênîyên kampa Rukbanê rastî hewlên derxistina ber bi deverên li jêr kontrola rejîmê bi darê zorê tên, lê ew li basên ku rejîmê şandin daku wan bo deverên li jêr kontrola xwe veguhêze siwar nebûn.

"Rejîm û Rûsya hewl didin ku bidin xuyanîkirin Ceyş Mexawîr el-sewra û hêzên hevpeymanîyê sedem in ku sivîl û şênîyên mayî ji kampê bar nakin," wî got. "Ev dereweke eşkere ye."

Wî daxuyand ku yekane sedem ku ji ber wê rejîmê û Rûsya Sibata borî îlan kir ku wan korîdorên ji kampê der diçin vekirine, wanbang li şênîyan kirin ku derkevin, ew e ku xwe weke "xelaskeran" nîşan bidin.

Bi rastî, yên ku ji kampê çûn û berê xwe dan deverên rejîmê rastî zordarîyê li ser destê hêzên ewlekarîyê tên û bi dehan malbat hîn li navendên vehewanê girtî ne û rê ji wan re nayê dayîn ku vegerin gund û bajarokên xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500