Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Ceyş Mexawîr el-Sewra endamên DAIŞê yên ji Baxozê direvin digire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Ceyş Mexawîr el-Sewra di şevînekê de li Devera 55 cih digirin bo şopandina hewlên DAIŞê yên xwevedizînê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Endamên Ceyş Mexawîr el-Sewra di şevînekê de li Devera 55 cih digirin bo şopandina hewlên DAIŞê yên xwevedizînê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin] 

Çalakgerekî herêmî got ku Ceyş Mexawîr el-Sewra rêkarên awarte dide pêş bo rêgirtin li ber reva endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji molgeha Baxozê li Dêra Zorê, bi rêya derbasbûna bi dizî bo nav navçeya Rukbanê.

Hêzeke Artîşa Azad a Sûrîyayê, ku hevpeymanîya navdewletî piştgirîya wê dike, li kampa penaberan a Rukbanê û li biyabana derdora wê, ya bi navê Devera 55 tê naskirin, cih digire.

Ew rêkarên ewlehî yên tund dide pêş ji dema ku wê zanî endamên DAIŞê yên ji Baxozê direv hewl didin ku derbasî deverê bibin yan jî di deverê re ber bi navçeya Badîyayê (Biyabanê) biçin, çalakger Tariq Nuêmî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hîn jî hebûna DAIŞê li biyabanê heye.

Fermandarê Ceyş Mexawîr el-Sewra, eqîd Muhened Telaa berî çend rojan birîndar bû dema ku wî dida ser pişta komek ji endamên DAIŞê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Fermandarê Ceyş Mexawîr el-Sewra, eqîd Muhened Telaa berî çend rojan birîndar bû dema ku wî dida ser pişta komek ji endamên DAIŞê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

"Heta aniha Ceyş Mexawîr el-Sewra 250 endamên DAIŞê girtine," Nuêmî got.

Wî daxuyand ku dê ev hejmar zêde bibe, ji ber hejmareke mezin a endamên DAIŞê qayil nabin xwe radestî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), ya ku şerê rêxistinê li molgeha wê ya dawî dike, bikin.

Tedbîrên ewlehî yên berfireh

Nuêmî got ku di çarçoveya rêkarên ewlehî yên berfireh de, Ceyş Mexawîr el-Sewra pagerên xwe li deverê pir kirine, û ew lêpirsînê bi kesên cihê gumanê re dike bo piştrasbûn ku ew ne endamên DAIŞê ne.

"Çavdêrîkirina deverên biyabanî pir zehmet e, û ew ji ber rewşa keşûhewayê û bagerên tozawî yên ku rêjeya bînahîyê nêzî sifir dikin pir zehmetir dibe," wî got.

Rêkarên ewlehî yên din ên ku Ceyş Mexawîr el-Sewra dane pêş ji qedexekirina hilgirtina çekan li nava kampa Rukbanê, sepandina cezayeke darayî, ku digihêja $1,000, li ser pênebendîyan pêk tê.

Bi tenê derbasbûn û derketina ji kampê di dergehê serekî re ye.

Wî dîyar ku hêzeke polîsê li Rukbanê hatiye pêkanîn û ew bi çavdêrîkirina rewşa li nava kampê û misogerkirina ewlehî hatiye erkdarkirin.

"Şênîyên kampê teqez kirin ku ew dê tu alîkarîyê bi endamên DAIŞê re nekin," wî got, û da zanîn ku dê pênebendî rastî cezayên yasayî bên.

Li gorî Nuêmî, komên din ên opozîsyona çekdar li deverê ji van rêkarên ku Ceyş Mexawîr el-Sewra dane pêş haydar in.

Wî got ku ji nav van koman ev in: Hêzên Şehîd Ehmed Ebdo, Ceyş Usûd el-Şerqîya, Ceyş Ehrar el-Eşair û Lîwa Şuheda el- Qeryeteyn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500