Nûçeyên Iraqê
Penaber

Alîkarî vegera malbatên koçber ên Enbarê hêsan dikin

Xalid Taî

Îraqîyên ku ji parêzgeha Enbarê koç bûne li basan siwar dibin da vegerin malên xwe di 10ê Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Îraqîyên ku ji parêzgeha Enbarê koç bûne li basan siwar dibin da vegerin malên xwe di 10ê Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Bi hezaran malbatên ku vedigerin Enbarê piştî ji hêla "Delweta Îslamî" (DAIŞ) ve hatibûn koçkirin alîkarîyên darayî werdigirin da alîkarîya wan di bicihkirinê de bikin, berpirsekî Îraqî Pêncşemê (26ê Îlonê) ragihand.

Ofîsa Enbarê ya girêdayî Wezareta Koçberî û Penaberîyê aniha belavkirina alîkarîyan bo 4,300 malbatên vegerayî bi dawî kir, birêveberê ofîsê Mustefa Hamid wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev malbat li ser du beşan vegerîyan malên xwe li Enbarê -- beşê yekem 2,000 malbat, û yê duyem 2,300 malbat bûn.

Her malbatek jî 1.5 milyon dînar ($1,250) weke alîkarî wergirt.

Hamid da zanîn "pere ne tenê li deverekê tên belavkirin, lê belê li hemû navçeyên îdarî û yên şaxî yên parêzgeha Enbarê tên belavkirin.

Wî dîyar kir ku alîkarî birêkûpêk li ser malbatên mafdar tên belavkirin li gorî agahîdaneke elektronî.

Hamid destnîşan kir ku "hemû malbatên vegerîyane, yên ji derveyî welat an yên ji parêzgehên din ên Îraqê hatine, an ji wargehên koçberan li Enbarê," ji mafê wan bû ku alîkarîyê wergirin.

Wî got ku "hîna beşekî sêyem ê alîkarîyan heye ku cara dawî ye, lê hîna dema belavkirina wê li ser 1,900 malbatên mafdar nehatiye dîyarkirin."

Hamid daxuyand ku hema belavkirina pereyan û rêkarên îdarî yên girêdayî belavkirinê biqedin, dê ev pere werin xerckirin.

Alîkarîya malbatan da li jîyanê vegerin

Hamid anî ziman ku îsal, 50 milyar dînar ($41.7 million) ji budceya federal bo bernameya alîkarîyan hatine veqetandin, ku Wezareta Koçberî û Koçberan pê radibe.

Wî eşkere kir ku "bi giştî 32,00 malbatên ku vegerîyane cih û warên xwe yên resen hêjayî van alîkarîyan in li hemû parêzgeh û deverên ji terorîstan hatine rizgarkirin."

Hamid da zanîn ku dora 6,200 ji hejmara giştî ya malbatên mafdar ji Enbarê ne.

Wî dîyar kir ku "armanca sereke ji van alîkarîyên darayî ew e ku alîkarîya malbatan bike da vegerin deverên xwe û li wir bimînin, û jîyana aborî û zehmetîyên jîyanî yên dibe ew bibînin piştî vegerê sivik bikin."

Wî da zanîn ku armanca hikumetê ew e ku ev malbat karibin zû tevlî jîyanê bibin di malên xwe yên berê de.

Hamid anî ziman ku "daxwazeke mezin ji alîyê malbatan ve heye yên hîna koçber in ku vegerin û jîyana xwe dewam bikin, bi taybet piştî rewşa ewlehî baş bûye û kampanyayên nûavakirinê li parêzgehê çêbûne."

Di wan herdu salên borî de, li gorî datayên wezaretê, dora 225,000 malbatî vegerîyan malên xwe li seranserî parêzgeha Enbarê.

Wî anî ziman ku "em li ser girtina hemû wargehan kar dikin da em dawîyê li pirsgirêka koçberîyê bînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500