Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Enbar lihevhatina civakî xurt dike bo hêsankirina vegera koçberan

Xalid Taî

Malbatên koçber di hundirê basekê de tên dîtin gava ew vedigerin deverên xwe yên resen li parêzgeha Enbarê di 10ê Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Malbatên koçber di hundirê basekê de tên dîtin gava ew vedigerin deverên xwe yên resen li parêzgeha Enbarê di 10ê Îlonê de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan hatiye wergirtin]

Hikumeta Îraqî li ser çareserkirina arîşeya civakî dixebite, ya ku bi kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser hinek beşên Îraqê re hat û ku rê li ber vegera gelek malbatan bo warê wan girt, bi taybet li parêzgeha Enbarê.

Wezareta Koçberîyê û Koçbera "ji mêj ve li ser avakirina jîngeheke civakî ya aram li komelgehên ku ji DAIŞê rizgar bûne dixebite," Mistefa Hamid, birêveberê ofîsa wezaretê li Enbarê ragihand.

Di encamê de, derdora 400 malbat vegerîyan deverên xwe yên resen li Enbarê îsal, Hamid Duşemê (16ê Îlonê) ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku "piştî rizgarkirina Enbarê di dawîya 2017an de, me dest bi xebatên serketina li ser hemû zehmetîyên ku rê li ber vegera koçberan digirtin kir."

Koçber ji parêzgeha Enbarê ligel berpirsine herêmî dicivin di 15ê Îlonê de bo nîqaşkirina xebatên bo xurtkirina lihevhatina civakî hatine kirin. [Wêne ji Ofîsa Ragihandinê ya parêzgeha Enbarê hatiye wergirtin]

Koçber ji parêzgeha Enbarê ligel berpirsine herêmî dicivin di 15ê Îlonê de bo nîqaşkirina xebatên bo xurtkirina lihevhatina civakî hatine kirin. [Wêne ji Ofîsa Ragihandinê ya parêzgeha Enbarê hatiye wergirtin]

Hamid dîyar kir ku şer û arîşeyên civakî "hinek ji astengên ku rastî me hatin û em baş ji bo çareserkirinê xebitîn bo peydakirina aramîyê li deverên rizgarkirî."

Wî anî ziman ku wezaretê berî du salan gelek komîteyên lihevhatinê yên lawekî çêkirin ku nûnerine ji serokên êlan û kesayetên payebilind ên parêzgeha Enbarê, herwiha berpirsine herêmî yên hikumetê dihundirînin.

Wî got ku ev komîte li ser pêkanîna rêkaran kar dikin, ku dixwazin arîşeyên di nava niştecihan de çareser bikin, lihevhatinê xurt bikin û zora hemû şopên ku DAIŞê li pey xwe hiştine bibin, şopên ku bi rêya wan dixwestin têkilîyên civakî yên di komelgehên Îraqê de ji hev bixînin.

Hamid daxuyand ku komîte gelek civîn û konferans ligel êlên Enbarê li dar xistine ji bo "çalakkirina danûstandin û xurtkirina hevkarîyê."

Wî anî ziman ku dora 400 malbat vegerîyan mal û karên xwe îsal û "jîyana xwe ya asayî dijîn," û da zanîn jî ku heta niha tu şer û bûyerên nexwazyar çênebûne.

Hamid destnîşan kir ku "ev tê wateya ku xebatên me di rêya rast re diçin û encamên baş bi dest dixin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500