Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka û Tirkya dest bi pagerên hevbeş dikin li bakur û rojhilatê Sûrîyayê

AFP

Helîkopterên Artêşa Amerîkî yên UH-60 Black Hawk pagerên cewî yên hevbeş li "zona ewle" li bakur û rojhilatê Sûrîyayê bi cih tîne li gel helîkopterên serbazî yên Tirkî di 5ê Îlonê de. Zona ewle armanc dike ku tirsa ewlehî ji alîyê Tirkyayê ve çareser bike, û ewlehîyê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê biparêze da ku DAIŞ nikaribe careke din derkeve holê û derfetê bide hevpeymanîyê bi awayekî berdewam giranîyê bide operesyonên têkbirina DAIŞê. [US EUCOM]

Amerîka û Tirkya roja Yekşemê (8ê Îlonê) dest bi pagereke hevbeş kir li bakur û rojhilatê Sûrîyayê, ev weke gava yekem tê raçavkirin bo bicihanîna "zoneke ewle" li herêmê, AFP ragihand.

Şeş navginên çekdar ê Tirkî di sînor re derbas bûn da ku tevlî hêzên Amerîkî bibin li Sûrîyayê di pagera yekem a hevbeş de li gorî rêkeftineke ku Waşinton û Enqera meha bûrî gihanê de.

Du helikopter firiyan li ser herêmê dema ku navgînên Tirkî di diwarê çemento yê vekirî yê herdu welatan ji hev vediqetîne derbas bûn.

Di pişt re ew ber bi rojava ve çûn li gel heman hejmara navgînên Amerîkî, li gel embulensekê û pêkabekê, ji bo operesyona hevbeş, berî ku vegere Tirkyayê.

Hêzên Amerîkî û Tirkî di pagera yekem a hevbeş de beşdar dibin li gor rêkeftineke ku Waşinton û Enqera gihabûnê li ser sinorê bi Sûrîyayê re nêzî Ekakeli, li parêzgeha Sanliurfa ya Tirkyayê di 8ê Îlona 2019an de. [Bulent Kilic/AFP]

Leşkerên Amerîkî di pagereke hevbeş de beşdar dibin bi hêzên Tirkî re li gundê Heşîşayê yê Sûrî li derdora bajarokê Girê Spî li dirêjahîya sînor di 8ê Îlonê de, şeş navgînên çekdar ên ên Tirkî di sînor re derbas bûn da ku bo yekemîn car tevlî hêzên Amerîkî bibin li Sûrîyayê li gorî rêkeftineke di nav Waşinton û Enqerayê de. [Delîl Slêman/AFP] 

Wezareta berevanîyê ya Tirkî got ku herwiha balefirên bê balefirvan jî hatine belavkirin.

Rêkeftina ku di 7ê Tebaxê de gihanê armanc dike ku "zoneke ewle" ava bike Di nav sînorê Tirkî û herêma Sûrî li rojhilatê çemê Feratê ya ku ji Hêzên Parastina Gel ve tê kontrolkirin(YPG).

Hêzên Kurdî yên Sûrî dest pê kirin ji sînorê Tirkî vedikişin di dawîya Tebaxê de

Amerîka giranîyê dide "têkçûna DAIŞê ya peşedirêj"

Pagerê derfet da hêzên Tirkî ku çavdêrîya "pêşketina yekser di wêrankirina asêkirinên YPG û devera ku endamên YPG bi awayekî jixweber jê çûn", aqid Myles Caggins, peyvdarê hevpeymanîya navdewletî li dijêî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) got.

YPG marîpişta Hêzên Sûrîya Demeokratîk (QSDê) ne, hevkarekî Waşitonê yê sereke ye di şerê li dijî DAIŞê li Sûrîyayê.

Caggins got ku pagerê pabendîya hevpeymanîyê ya berdewam destnîşan kir "bo çareserkirina tirsên Tirkya yên ewlehî yê rewayî, li gel herwiha derfetê dide hevpeymanîyê û kevkarên me QSDê da bimînin giranîyê bidin bicihanîna têkbirina DAIŞê ya berdewam".

Serokê Tirkî Receo Tayyip Erdogan got ku hevkarê Doland Trump soz da ku zona veqetîner dê 32 kîlomiritr berfireh be.

Serokê artêşa Tirkî ferîq ewwel Yesar Guler ji ferîq ewwel Joseph Dunford re got, zabitekî serbazî yê Amerîkî yê mezin di peywendîyeke telefonê de roja Şemîyê got ku divê zona ewle dereng nemîne û were avakirin, wezareta berevanîyê ya Tirkî got.

Navendeke operesyonan a hevbeş vê dawîyê hat avakirin weke beşekî ji rêkeftinê.

Enqera hêvî dike ku zona ewle dê rê veke li pêşîya vegera bêtirî 3.6 mîlyon penaberê Sûrî yên li Tirkyayê dijîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev hemû li ser hesabê gelê me li Sûrîyayê ye.

BERSIV BIDE

Hûn bêhtir dizanin.

BERSIV BIDE