Nûçeyên Iraqê

Tirkîya hêzên piştevanîyê dişîne Idliba Sûrîyayê

Hêzên piştevanîyê yên Tirkî derbasî asêgeha opozîsona Sûrîyayê li Idlibê bûn Sêşemê (25ê Îlonê), AFP ragihand, heftîyekê piştî rêkeftineke di navbera Enqera û Moskoyê de bo nehiştina rûdana êrîşeke hikûmetê.

Dora 35 navgînên serbazî çûne başûr li ser şarêya nêzîkî bajarokê Seraqibê piştî nîvê şevê.

Hêzên opozîsyonê yên alîgirê Enqrayê yên girêdayî Enîya Rizgarkirina Niştimanî hevrê bûn bi kerwan re, enîya ku beşekî ji devera li ser sînorê Tirkîyê kontrol dike.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku hêz li gelek çeperên Tirkan belav bûn li derdora parêzgeha dikeve bakur û rojavayê welat.

Ji par ve, hêzên Tirkîyê 12 cihên çavdêrîyê li devera li jêr kontrola opozîsyonê danîn li gor rêkeftineke kêmkirina şer di navbera Tirkîya, Rûsya û hevalbenda rejîmê Îran.

Heftîya borî, Enqera û Mosko rêkeftineke nû îlan kirin bo devereke bê çek bi dirêjahîya xeta pêşî ya şer weke şêweyên lingê hesp di navbera çekdarên opozîsyonê û hêzên hikûmetê de.

Hevbendîya tundrew ya Tehrîr el-Şam bêtir ji nîvê devera li jêr kontrola opozîsyonê kontrol dike, lê çekdarên Enîya Rizgarkirina Niştimanî piranîya devera mayî kontrol dike.

Rêkeftin Tirkîya dike berpirsa misogerkiirna radestkirina hemû çekdaran li devera bê çek ya hatiye plankirin çekên xwe yên giran di 10ê Cotmehê de radest bikin û yên herî tund di nav wan de di 15ê Cotmehê de vekişin.

Herwiha li gor rêkeftinê hêzên Tirkî û Rûsî dê pasvanîya devera bê çek bikin.

Di heman demê de, bi sedan çekdarên "Dewleta Îslamî" roja Duşemê gihane derdora Idlibê li gor guhastineke ji alîyê rejîmê ve li rojhilatê welat.

Tundrew bi şev ji parêzgeha rojhilatê welat Dêra Zêrê nêzîkî sînorê Îraqî hatin guhastin, Rewangehê got.

"Hêzên rejîmê bêtir ji 400 çekdarên DAIŞê derengî roja Yekşemê ji biyabana nêzî bajarokê Ebû Kemalê guhastin" Rewangehê daxuyand.

Wê teqez kir ku ew gihane gundewarê parêzgeha Idlibê di berbanga roja Duşemê de, nêzî deverên hu komên tund li wê deverê bi cih in.

Berê çavdêran hişyarî da ku teqrîben mîsyona Tirkîyayê negengaz e û hebûna DAIŞê, ya ku desthilatdarîya wê gelekî sînordar e, dê bêtir avê bike şêlî.

Tore Hamming, yekî akadîmî li Kopinhaginê rûniştiye, pişpor e derbarê rêxistinên tund, got ku guhastina DAIŞê ber bi deverê ve dibe ku bihêle şer di navbera komên hevrik de li hundirê Idlibê çêbibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500