Nûçeyên Iraqê

Rûsya û Tirkya gihane rêkeftinekê derbarê sînorê Sûrîyayê

Rûsya ûTirkyayê li hev kirin da ku vekişîna hêzên Kurdî ji deverên nêzî sînorê Sûrîyayê bi Tirkyayê re misoger bikin û dest bi pagerîyên hevbeş bikin, AFP Çarşemê (23yê Cotmehê) ragihand.

Piştî gifrûgoyên bajarê Sûtçî yê Rûsî, Serokê Recep Tayyip Erdgan û hevtayê wî yê Rûsî Vladîmêr Putîn rêkeftin îlan kir derengî Sêşemê tenê çend saetan ku dêdlayna ku careke din Tirkya dest bi êrîşa xwe ya li ser hêzên Kurdî bike bi dawî bibe.

Dema ku êvara dêdlaynê bi dawî bû, Tirkyayê got "ti hewcedarî nîne ku" êrîş dest pê bike.

Di êrîşeke di sînor re ku di 9ê Cotmehê de dest pê kir, Tirkyayê "zoneke ewle kontrol kir" di hundirê Sûrîyayê de bi dirêjahîya 120 kîlomitran û kûrahîya 32 kîlomitran.

Rêkeftina Sêşemê bi Moskoyê re dê zona di navbera bajarokên Girê Spî û Serê Kanîyê biparêze.

Ji nîvroya Çarşemê ve, polîsê serbazî yê Rûsî û pasvanên sînor yên Sûrî dê "guhastinê hêsan bikin" guhastina hêzên Kurdî û çekên wan bi kûrahîya 30 kîlomitran ji sînor.

Divê vekîşîn di nav 150 saetan de bi dawî bûbe, li gorî naveroka rêkeftina ku piştî giftûgoyan hat weşandin.

Hêzên Rûsî û Tirkî dê dest bi pagerên hevbeş bikin li dirêjahîya devera li jêr kontrola Tirkî.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku devera "zona ewle " aram bû derengî roja Sêşemê.

Serokê Amerîkî Donald Trump roja Çarşemê rêkeftin pîroz kir û got ku ew "serkeftineke mezin e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500