Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Cezaya kuştinê ya derheqê çalakvanekî Sûrî pêleke hêrsê li dijî Tehrîr el-Şam tîne holê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çalakvan Emced Malih rastî cezaya kuştinê tê ji hêla Tehrîr el-Şam ve. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Çalakvan Emced Malih rastî cezaya kuştinê tê ji hêla Tehrîr el-Şam ve. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Cezaya kuştinê ya Tehrîr el-Şam derheqê çalakvanê Sûrî Emced Malih rastî hêrseke mezin heye ji hêla çalakvanan û sivîlan ve, yên ku hevbendîya tundrew bi hewldayîna bêdengkirina dengên dijber gunehbar dikin.

Çalakvanekî Idlibî bi navê Museb Esaf got ku hejmarek ji çalakvanan û hevalên Emced Malih çend rê dane ber xwe bo sêdarkirin were rawestan, da ku ew bigihêjin rêkeftinekê bi Tehrîr el-Şam re bo sivikkirina cezayê wî.

Biryara sepandina cezaya mirinê di derheqê Malih de di destên "dozgirê şerîetê" yê hevbendîyê de ye, wî ji Diyaruna re daxuyand.

Esaf got ku danûstandin li dar in bo çalakvan agahîyên di destên wan de, yên ku Malih têkildarî hevbendîya tundrew û serkirdeyên wê kom kirine, radest bikin.

Ev poster çalakvanên Sûrî di 2017an de belav kirine, paş binçavkirina Emced Malih û sê çalakvanên din. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Ev poster çalakvanên Sûrî di 2017an de belav kirine, paş binçavkirina Emced Malih û sê çalakvanên din. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Ev wêneyê ku çalakvan Emced Malih girtiye zarokên Sûrî yê bajarokê Medaya nîşan dide, li bajarokê ku rastî dorpêçeke dijwar hatibû. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Ev wêneyê ku çalakvan Emced Malih girtiye zarokên Sûrî yê bajarokê Medaya nîşan dide, li bajarokê ku rastî dorpêçeke dijwar hatibû. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Çalakvaninan kampanîyeke di medyaya civakî de dest pê kirin ku daxwaza serbestkirina Malih dike.

Malih berîya salekê hatibû binçavkirin, roja 13ê Kanûna Yekem, tev sê çalakvanên din, ên ku paşê hatin serberstkirin: Husam Mehmûd, Hesen Yûnis û Bekir Yûnis.

Esaf got ku Malih ji ber vekirina ofîseke ragihandê û hawarçûnê, bi navê Navenda Sûrî bo Bêwarên bi Neçarî, bêyî wergirtina ruxsetê hat sûcdarkirin.

Wî got ku paşê sûc bi hevkarî û sîxwurîya ji hêzên hevpeymanîya navdewletî hat veguhertin.

Esaf got ku bi awayekî berfireh tê zanîn ku Malih agahîyên pir li dor nêzîkatîya bed a Tehrîr el-Şam bi xelkê re belav kirine, bi taybetî nêzîkatîyên wan ên di derheqê şênîyên Xûta, Zebedanî û bajarê Malih, Medaya.

Wî got ku wî Malih eşkere kir ku Tehrîr el-Şam pêdivîyên jîyanê yên serekî bi awayekî pir kêm dida xelkê deverê, û hewl dida ku qerebûyên darayî bide bêwaran.

Bêvirandina derd û azarên xelkê

Çalakvanekî bi navê Mihemed Bêk, ji rojhilatê Xûtayê, ji Diyaruna re got ku biryara hevbendîya tundrew a kuştina Emced Malih pir "matmayîbar bû".

"Piranîya xelkê bawer dikir ku ew dê demekê di zindanên Tehrîr el-Şam de biborîne û pişt re were serbestkirin, paş pêbendîya bi rolnegirtina di çalakîyên medyayî de li dijî hevbendîya tundrew," wî got.

Wî got ku ev rewşa bi sedan sivîlên din e jî.

Malih yek ji kesên pêşîn bû yên ku li ser derdên gelê Sûrî li ser destê rejîmê raportên medyayî saz kirin, bi taybetî dorpêça ku li ser bajarokê wî Medaya hatibû pêkanîn, ku tê de çend zarok ji birçîna mirin.

Wêneyên ku wî kişandibûn û guzarişt li rastîya rewşa dorpêçê li ser zemînê dikirin di medyaya civakî di alavên serekî yên medyayî de hatine belavkirin.

Bêk got ku kêşeyên Malih bi Tehrîr el-Şam re vedigere dema ku kom li deverên Xûta û Zebedanî serdest bû.

Hevdem, Malih kiryarên Tehrîr el-Şam, ku berîya aniha navê wê Enîya Nusra bû, eşkere kirin û dîyar kir ku çawa wê komê astengê li paş karê rêxistinên mirovî durist dikirin bi rêya destdanîna li ser alîkarîya hawarçûnê û belavkirina wê li ser endamên xwe.

Di heman demê de, zarokên navçeyê ji birçînbûnê dimirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500