Nûçeyên Iraqê
Analîz

Şirovkar: Milîsên alîgirê Îranê sewerîya Îraqê binpê dikin

Faris Umran

Milîsên Îran piştgirîya wan dike di vê wêneyê de tên dîtin ku rahînana derbarê şer de beşdar dibin, wêneya ku Lîwayên Îmam Elî di 11ê Cotmrha 2018an de weşand.

Milîsên Îran piştgirîya wan dike di vê wêneyê de tên dîtin ku rahînana derbarê şer de beşdar dibin, wêneya ku Lîwayên Îmam Elî di 11ê Cotmrha 2018an de weşand.

Milîsên Îran pitgirîya wan dike yên li Îraqê kar dikin, di nav wan de Ketaib Hizbulah (Lîwayên Hizbula) û Lîwayên Bedir bi awayekî çalak serwerîya Îraqê bin pê dikin, analîzerên Îraqî ji Diyaruna re gotin.

Wan got ku ev komên çekdar li gorî fermanên Feyleqa Pasdaran kar dikin, û bi awayekî tam qanûna Îraqî paşguh dikin.

Tevî ku ew di şerê dawî yê li dijî "Dewleta Îslamî" beşdar bûn, Ketaib Hizbulah û milîsên din ên bi piştgirîya Îranê "tu carê dilsozîya xwe ji dewleta Îraqê re diyar nekiriye", pisporê stratîjî, Ala Naşo ji Diyarunare got.

Ev milîs fermanên fermandarê Feyleqa Quds ya Feyleqa Pasdaran, lîwa Qasim Sulêmanî, pêk tînin û "bi awayekî tam qanûna Îraqî paş guh dikin", wî got.

"Ji çaxa ku derketine holê, tabûr û milîsên [bi piştgirîya Îranê] tu carê ne li jêr kontrola dewleta Îraqê bûn û her tişt dikirin da ku serwerîya Îraqî bin pê bikin," wî got.

Wî da zanîn jî ku ev milîs di şerê Sûrî de beşdar dibin, lê ne di bin sîya hikûmeta Îraqî de, ev weke binpêkirineke mezin ji qanûna Îraqî re tê reçavkirin.

Wî got ku hevdem li Îraqê, gelek halatên binpêkirinê ên ji alîyê milîsên bi piştgirîya Îranê hatibûn belgekirin, milîşên ku weke beşekî Hêzên Heşda Şebî kar dikin.

Armanckirina Îraqîyan bi bihaneyên sexte

Naşo dîyar kir ku hejmareke raportan eşkere bû, raportên dîyar dikin ku ev hêz niştecîyên Îraqê yên Sinî armanc dikin bi bihaneyên sexte ku ew piştgirîya DAIŞê dikin, û destnîşan kir ku ev yek "tenî derew û xapandin e".

Di raporta 9ê Hezîrana 2016an de, ya ji alîyê Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW), weke mînak, şahidan piştrast kir ku Ketaib Hizbulah û Lîwayên Bedir dora 1,700 sivîl ji Seqlawîyayê, nêzîkî Felûcayê girtin.

Sivîl ber bi navendeke girtinê ve birin û ew êşkence kirin, di encamê de hinekan jîyana xwe ji dest da, HRW got.

Dora 600 mêr û law ên ku vê dawîyê hatin berdan nîşanên hingavtin, şewat, birîn û şûna kêran tê dîtin ji ber ew hatibûn lêxistin, qeydkirin û bi siwareyan ve hatibûn kişandin, raportê daxuyand.

Armanca van milîsan a sereke ne têkbrina DAIŞê li Sûrîya û Îraqê ye lê "ew e ku Îraq û herêmê ne aram be" û Îraqê li jêr kontrola Îranê bihêlin, analîzerê serbazî û stratîjî Rabîi Jewarî ji Diyaruna re got.

"Ev komên çete yên ser bi Îranê ve, ku weke komên terorîst hatine destnîşankirin, dixwazin sûdê ji her derfetekê werbigirin bo binpêkirina yasayê û kontrolkirina welat bi darê zorê," Cewarî got.

"Lê belê, di xwenîşandanên dawî de li Besra û parêzgehên başûrî, Îraqîyan sloganên ku bi zelalî detêwerdana Îranî red dikin gotin" wî da zanîn.

Wî got ku xwenîşanderan ofîsên Ketaib Hizbulah û hêzên alîgir li Besra û Necefê şewitandin di nerazînekê de ji hêrsa ji hukmê pawanîya Îranî.

"Xelk ji bandora van milîsa merezdarî bûye, ji ber wan ji bilî wêranî û ziyanê tiştekî din peyda nekiriye," Cawerî got. "Xwenîşandan û nerazîbûnan peyameke zelal bo Îranîyan veguhest bo ew destêwerdana xwe rawestînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

20 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Rehma Xwedê li Sedam û her kesî be

BERSIV BIDE

Şerm e ji we re hûn van babetan belav dikin. Hûn ji Amerîka xerabtir in. Hûn dibêjin ku Heşda Şaebî zordarîyê li birayên xwe yên Sunî dikin. Hûn qala çi dikin? Ma ne rast e ku hûn, xayin, û bavên we yên Amerîkî li hember enîya berxwedanê bi bin dikevin? Lewra hûn ji qehra nava xwe dişewitin. Lewra hûn hewl didin ku navûdengîya van kesên mezin têk bidin. Eger ne ji leşker û şêwirmendên Îranî baya, hûn dê neçar bana ku hûn ji Ebû Bekir re [Bexdadî] bibêjin "yabo". Ev e awayê sipasdarîya we? Hevdem, 90% ji komentên ku hûn belav dikin nerastî ne. Vê komenta min belav bikin heger hûn zilam in.

BERSIV BIDE

Ji Xwedayê xwe re nimêj bike, Xumênî, û gotinên xwe yên bêwate bisekinîne! Te serê me êşand; Xwedê bikî ku cinek te bibî.

BERSIV BIDE

Fermandarên Pasdaran ên angaşt dikin ku wan hertişt bo alîkarîkirina xelkê kir. Xelk li vir rastî mirinê û wêranîyê tê, bajarên me tên wêrankirin û xelkê me şepirze bûye. Êdî şeran rawestînin û xelkê biparêzin, û xizmeta welatê xwe bikin.

BERSIV BIDE

Navûdeng

BERSIV BIDE

Kanî hikumeta Îraqî ya ku hûn angaşt dikin heye? Hûn di heman demê de li ser plana Amerîkayê diaxêvin bo şer li dijî çi kesê tê gumankirin ku dijminê Amerîka û Îsraîlê ye pêk bînin. Em girêdayî Îraqê ne, û mirin û lanet li çi kesê xayîntîya vî welatî bike were. Lanet li medyaya zîyandar were! Lanet li we, Amerîka, Îsraîl û çi kesê ku pişta wan digire, were!

BERSIV BIDE

Ey Xweda! Ew kesên parçekirina Îraqê dixwazin bi derewên wan, wan bihetikîne! Tu dê li pêş bî!

BERSIV BIDE

Xwedayo her kesê ku wêranîyê ji Îraqê re dixwaze ji Îran û Hizbulah û Bedir û kesên li jêr fermana Îranê ji nav bibe!.

BERSIV BIDE

Amîn!

BERSIV BIDE

Hûn rastîyê dibêjin, û xelkê Mekehê rewşa xwe baştir nas dikin. Bi Xwedê, ew rêza tu kesî nagirin û di her tiştî de destêwerdanê dikin, di nav de eger kesek bi jina xwe re jî pevbiçe. Ew rêza rêbendan û ne jî ya polîs nagirin, û her kes ji xedra wan ditirse eger bikeve tora wan de, eger mafdar be jî.

BERSIV BIDE

Her tiştê hûn belav dikin derew in. Hûr dejal in û minafiq in û hûn tayifgerîyê gur dikin.

BERSIV BIDE

Ev mijar binketina we nîşan dide û nîşander e ku hûn şer bi rêya bikaranîna metodên din didomînin, di nav de medya. We xaka ku we ew dagir kiribû bi navê Dewleta Îslamî ji dest da.

BERSIV BIDE

Hêzên Heşda Şaebî kar li ser rizgarkirina xaka ku terorîstên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew dagir kiribû dike û wan canên xwe fedayî vê yekê kir, Gotegotên bi bihaneyên cuda, di nav de dizî, nebûna sozdarîyê ji Îraqê re û armanckirin û kuştina Sunîyan, bi tenê derew in û armanc ji wan çandina nakokî û parçebûnê di navbera Sûnîyan û birayên wan ên Şîa de ye.

BERSIV BIDE

Heşda Şaebî kar bo rizgarkirina xaka Îraqî ji destê terorîstên DAIŞê dike. Wan Xwîna xwe fîdayî vê çendê kir. Gotegot û angaştên li dijî Heşd, di nav de dizî, ne dilosozîya ji Îraqê re û armanckirin û kuştina Sûnîyan, derew in û armanca wan parçekirina Sûnî û Şîeyan e.

BERSIV BIDE

Em Îraqî armancên Masonîyan fêm dikin ên dixwazin fitneyê di navbera xelkên heman welatî de gur bikin û kînan çêdikn bi behaneya ku Îran piştevanîya milîsan dike daku li Îraqê şer bikin û piştevanîya ku dewleta Îranê ya Îsalmî ji bîr dikin. Em nîyeta we fêm dikin, ey gelê Îsraîlê!

BERSIV BIDE

Ez ji wan şirovekarên Îraqî dipirsim: Gelo dewleta Îraqî binketî ye û sîxurê Amerîkayê, Rojava û Îsraîl e ya na? Gelo zagon heye? Hemû qendelkar in. Sipas.

BERSIV BIDE

Tayîn li Ajansa Ewlekarîya Niştimanî ya Îraqî.

BERSIV BIDE

Malpereke pir baş e ku qala têkilîyên bi welatên derdorê re dike.

BERSIV BIDE

Ev tiştekî dûrî aqil e û bêbingeh e û ew beşeke ji kampanîya medyayî û şerê aborî yê ku Amêrîka û peyrewên xwe li herêmê li dijî Îranê digerînin.

BERSIV BIDE

kêşeya Îraqê ew e ku rêxistina Wehabî di çaxê Sedam Husên de her tişt kontrol kirin heta dema ku hewalgirîya Îraqî ya berê bi civîneke di navbera ferîq Elî el-Dûrî, serokê Şaxê Serbazî yê Besrayê, rayedarekî Wehabî bihîstin û ew neçar kirin ku îstîfa bike. Ez dibînim ku destêwerdanên Îranê wê demê ji ber çalakîyên Wehabî li Îraqê dest pê kirin bo berevanîyê li xwe bike li derveyî navçeyên xwe. Dema ku Wehabînîzm bimire, û wê destêwerdana Îranê bi dawî bibe. Çima çaxêTurkîya bi roj û şev êrîşî bakurê Îraqê dike, hûn dengê xwe nakin? Dema kesek ji Turkîya re dibêje êrîşan nebe ser PKK, ew dibêje ku divê ew nehêle ku PKK Turkan bikuje û jêrxane û serxaneyê wêran bike. Sipas ji we tevan re! 15ê Mijdara, 2018an.

BERSIV BIDE