Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Feyleqa Qudis a ser bi Pasdaran ve berdewam e di biçekirina milîsên Îraqî de

Faris Omran

Endamên milîsa Ketaib Îmam Elî ya Îran piştevanîya wê dike di vê wêneyê de dîyar dibin, milîsê wêne roja 21ê Cotmehê weşandiye.

Endamên milîsa Ketaib Îmam Elî ya Îran piştevanîya wê dike di vê wêneyê de dîyar dibin, milîsê wêne roja 21ê Cotmehê weşandiye.

Li gorî şirovekarên Îraqî, hêzên taybet ên Feyleqa Qudis ya ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve (Pasdaran) berdewam in di biçekirina milîsên Îraqî de û çek û mûşek ji wan re peyda kirine, ev yek jî binpêkirin e ji serwerîya Îraqê re.

Wan got ku ev binpêkirineke bi mebest eji serwerî û zagona Îraqê reû nîşan dide ku Îran "rêkarên dijminkarî yên bêhtir" dide ber xwe bo duristkirina gefê li ser ewlehîya Îraqê û herêmê di demekê de ku ew rûbirûyî fişarên navdewletî dibe.

Tebaxa borî, alavên ragihandinê gotin ku Îranê di mehên dawî de dora 20 mûşekên balistî dane milîsên alîgirên xwe li Îraqê, di çarçoveya programeke bi serpereştîya fermandarê Hêza Qudis, lîwa Qasim Sulêmanê de.

Mûşek ji van celeban in: Zulfeqar, Fetih-110 û Zilzal, û meda wan mûşekan ji 200 heta bi 700 kîlometran e.

Endamên milîsa Cund el-Îmam meşeke leşkerî beşdar dibin li Samerayê di vê wêneyê de, wêneya ku milîsan roja 26ê Kanûna Yekema 2017an li ser Înternrtê weşand.

Endamên milîsa Cund el-Îmam meşeke leşkerî beşdar dibin li Samerayê di vê wêneyê de, wêneya ku milîsan roja 26ê Kanûna Yekema 2017an li ser Înternrtê weşand.

Di nerîna Tehranê de, zêdekirina milîsên ser bi Îranê ve bi çekan "bijareyeke ku divê berdewam bike" di çarçoveya stratîjîya wê ya ferzkirina hegemonîya xwe, pispor di karûbarên serbazî de, Mueyed Salim Cuhêşî wiha dibîne.

"Ew asayî û teqez e ku Îranî çek û mûşekan didin milîsên xwe li Îraqê, bi taybetî Ketaib Hizbulah (Lîwayên Hizbulah), Asaib Ehl el-Heqû Cund el-Îmam," wî wiha ji Diyaruna re şirove kir.

"Dibe ku çek ji celebên sivik bin û mûşek bi medayê kurt bin û ji alîyê teknolojî ve ne pir pêşketî bin û armancên xwe bi dîqet pêk neyînin, lê belê em qet nikar girîman bikin ku çalakîyên wiha çênebûne yan rawestîyane," wî got.

Piştgirîkirina pîşesazkirina mûşekan

Cuhêşî dîyar kir ku ligel anîna çekan bo Îraqê di rêya dergehên sînorî yên raz re, Îranî piştgirîyê didin milîsên alîgirên xwe di warê pîşesazîkirina mûşekan de li Îraqê, bi taybetî li Bexda û Kerbelayê.

Wî pisporî got ku ev xebata Feyleqa Qudis e, û wiha dewam kir "li gorî raportên medyayî Îraqî li ser çawanîya bikaranîna wan li Îranê hatine perwerdekirin".

Herikîna çekan "berdewam e", ew ji Îranê derbasî Îraqê tên kirin ligel "xebatên Îranî yên dabînkirina perwerdeyê û şêwirmendîyê ji milîsan re", şirovekarê siyasî Adil Eşrem Bin Emar ji Diyaruna re dîyar kir.

Wî got ku Îran dixwaze hebûna xwe li Îraqî bi hêz bike bi rêya milîsên ku ew piştgirîya wan dike li welat, û dewam kir "ew aniha bi awayekî behtir ji dema berê vê yekê dike, ji ber rewşa ew aniha tê re derbas dibe".

"Em dixwazin ku rêkarên dijminkarî yên bêhtir bike bo parastina karîgerîya xwe," wî got, û dîyar kir ku piştgirîkirina milîsan bi mûşekan, çekan û perwerdahîyê "yek ji alavên wê yên herî girîng e".

Li gorî bin Emar, Feyleqa Qydis berê milîsên Îraqî yên alîgirê Îranê dide qada siyaseta Îraqê, ev yek jî gefê li ewlehîya Îraqê û herêmê dike.

Wî got ku Îran bi temamî ji dilsozîya wan komên çekdar piştrast e, û ew dizane ku teqez "ew dê pêbendî fermanên wê bin" bêyî ew pors jî bikin, ji ber taet erk e, "eger ew ferman li ser hesabê ewlehî û berjewendîyên welatê wan bin jî".

Kontrola bi hêz li ser derbasgehên sînorî

Bin Emar got ku gefa milîsên ser bi Îranê durist dikin mezin dibe, û bal kişand ser hewla Îranîyan a "duristkirina kaosê û gêrê bi rêya şandina çekan bo Îraqê daku enîyekê ji milmilanî, çespandin û rûbirûbûyînê re veke".

Wî got ku ev milîs dirahêjin ajandaya rejîma Îranê, û "derfetê didin Îranê ku kontrola samanên aborî û mirovî yên Îraqê bike û wan bixe xizmeta meremên Îranê".

Stratîjist Ehmed Şerîfî got ji Diyaruna re got ku ji ber vê sedemê, divê Îraq bêhit kontrola dergehên xwe yên sînorî bike bo ew herikîna ne yasayî ya çek û mûşekan rawestîne.

"Girîng e ku hemû çek, ji hemû celeban di destên dewletê de bin, û ev yek ji konseptên bingehîn û pîvanên dewleta nûjen e," wî wiha anî ser ziman.

"Her anînek ji çekan re divê rastî yasayên tekûz û tund were û divê hemû çalakîyên qaçaxkirina çekan bi dijwarî rê li ber wan bê girtin, û divê di dawî de çek nekevin destên tu alî de li derveyî sazîyên fermî," wî got.

"Kontrolkirina çekan pir girîng û serekî ye di çarçoveya xebatên îdarekirin û bidawîkirina qeyranên li Îraqê û bidûrgirtina welat ji gerên xwînrijandinê, milmilanîyê û rewşa nebûna zagonê," wî wiha şirove kir.

General Joseph Votel, Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê, di meha Nîsana borî de got ku dê Amerîka rê û metodên ne rasterast bi kar bîne bo sînordarkirina berfirehbûyîna Îranê û piştgirîkirina wê ji komên çekdar re li herêmê.

Wî got ku dê Amerîka çalakîyên Îranê asteng bike, di nav de rawestandina şandina çekan bi awayekî qaçax bo welatên Rojhilata Navîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedayo, serkeftinê bixe para berxwedana Îslamî li Îraqê û piştgirî û hêzê bide Komara Îslamî Ya Îranê ! Xwedayo, munafiqên ku sîxurên Zyonîstan in bi bin bixe!

BERSIV BIDE