Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pêşmahîyên DAIŞê zehmetîyê di bicihbûna xwe de li biyabana Îraqê dibînin

Xalid Ta'î

Hêzên Îraqî milîtanekî ku xwe li xanîyekî bêhinvedanê diveşart li nêzî bajarokê Behrazê li parêzgeha Diyalayê girt. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî milîtanekî ku xwe li xanîyekî bêhinvedanê diveşart li nêzî bajarokê Behrazê li parêzgeha Diyalayê girt. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku li deverên biyabanî yên dûr yên Îraqê vedişêrin pir zehmetîyê dibînin di parastina hebûna xwe de li herêma xwedan jîngeheke sext, serokên îlan û berpirsiyarên deverê ji Diyaruna re gotin.

Ew rastî kêşeyan tên di bidestxistina xwarin, av û guhlêdana nûjdarî, û şênîyên deverê hebûna wan red dikin li deverên ku carê li wan serdest bûn.

Wekî mînak, li rojavayê parêzgeha Kerkûkê li bajarokê Hewîcayê, raport dibêjin ku endamên DAIŞê derbasî mal û firoşgehan bûn bo dizîna xwarinê.

Paşmahîyên DAIŞê yên xwe li beyarê diveşêrin "aniha di rewşên dijwar de jiyan dikin", fermandarê hêzên êlên Hewîcayê, Şêx Wesfî Asî, got.

Efserekî Polîsê Îraqî alavên milîtanan seh dikin, ên ku ew li veşargehekê li rojavayê Kerkûkê girt. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Efserekî Polîsê Îraqî alavên milîtanan seh dikin, ên ku ew li veşargehekê li rojavayê Kerkûkê girt. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

"Tiştek nîne ew bixwun û ew birçî ne," wî ji Diyaruna re got.

Li hember êrîşan berxwedanîyeke mezin heye

Asî got ku piranîya êrîşên serbazî yên DAIŞê bi şev tên encamdan, û da zanîn ku ew "rastî berxwedanîyek mezin tên ji alîyê xelkê ve".

Wî got ku paşmahîyên DAIŞê êrîşan li dijî gundên dûr encam didin û şênîyan neçar dikin ku xwarinê bidin wan li jêr gefkirina bi kuştinê.

Ew tên nasîn "bi moxlekirina rêwîyan û traktorên çandinîyê li ser rêyên serekî û laewkî, û wan bi zorê ji xwedanên wan distînin", wî got.

Wî got ku di hinek haletan de, "hinek xeşîm û kesên girêdayî" bi awayekî nepenî xwarinê û derman ji bermahîyên DAIŞê re dabîn dikin, û da zanîn ku hinek caran ew kes xizmên endamên DAIŞê ne.

"Her kesê ku bê selmandin ku çi awayê piştgirîyê dide komên terorîst dê mîna terorîstan nêzîkayî bi wî re were kirin," wî teqez kir, da zanîn jî ku hêzên ewlehî li ser destnîşankirina kesên hevkar dixebitin.

Asî got ku lê ev haletên kêmpeyda ne, û da zanîn ku asteke bilind ji hevkarîyê di navbera xelkê, êlan û hêzên ewlekarîyê de heye.

Xwecihî agahîyên hewalgirî yên jiyandarî dabîn dikin

"Hêzên ewlekarîyê endamên DAIŞê dişopînin û bi hêsanî veşargehên wan destnîşan dikin, bi saya agahîyên hewalgirî yên ku xwecihî wan dabîn dikin," Asî ragihand.

"Em li gorî agahîyên hewalgirî yên tekûz tevdigerin, û em devereke berfireh didin ber xwe dema ku em operasyonên ewlekarî encam didin, û aniha em pêwendîyên telîfonî dişopênin," wî got.

"Kemîn û êrîş dibin encama girtinên rojane," wî got, û da zanîn ku bi dehan endamên DAIŞê hatine girtin ji destpêka Remezanê ve.

Ev lîderên payebilind ên mînaEbû Wehab Îraqî, berpirsê sêdarekirinê yê DAIŞê, yê ku tev çar alîkarên xwe hat girtin di operasyoneke hewalgirî ya ser asteke bilind roja 21ê Gulanê li navçeya Zabê li Hewîjayê.

Li biyabana Îraqî "Dorpêçkirî ne"

Bermahîyên DAIŞê rastî "dorpêçeke westîndar" tên li biyabana rojavayî ya Îraqê, serokê êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed ji Diyaruna re ragihand.

"Agahîyên me piştrast dikin ku ew di rewşeke şepirze de ne û ji ber birçîna û nexweşî dinalin," wî got.

Semermed got ku operasyonên serbazî yên bermahîyên DAIŞê dikin armanc ew neçar kirin ku bi rojan li veşargehên bimînin beyî ku ew bigihin avê û xwarinê.

"Dema derfeta wan a revê çêdibe, ew li şivanên bêhêz digerin û pezên wan didizin an jî xwarina wan dibin ," wî got.

"Biyabana Enbarê berfireh e, lê ew ji endamên DAIŞê re nema ewle ye," wî anî ziman. "Her roj derfetên wan ên jîyanê kêmtir dibin."

Tu penagehên ewle li Nînewayê tune ne

Bi heman şêwazî, paşmahîyên DAIŞê yên ku berê xwe dane biyabanên başûrî û rojavayî yên Nînewayê rastî kêmahîyên di av û xwarinê de tên ji ber ku ew nikarin îmdadan ji deverên nişîn ji xwe re peyda bikin, serokê encumena Qeyarayê Mehmûd Ebdul Rehman Tabûr ragihand.

Nêzbûna wan ji navendên nişînbûyî yên parêzgehê ji wan re bûye mîsyoneke xwekujî, wî ji Diyaruna re got.

"Tu penagehên ewle ji wan re nemane li deverên me, ku ew li wan xwarinê peyda bikin, me nedîtîye ku haletên wiha diqewimin," wî got, û da zanîn ku endamên DAIŞê yên xwe li biyabanê vedişêrin şerê man û nemanê dikin.

"Ew revyayî ne û li jêr dorpêçên ne di şikeftan û veşargehan de, ew aniha rastî mirina xwe tên," Tabûr got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500