Nûçeyên Iraqê

"Berpirsekî bidarvekirinê" yê DAIŞê hat girtin li Hewîcayê

Hêzên Îraqî berpirsekî payeberz ê "Dewleta Îslamî"( DAIŞ) tev çar endamên din girtin li bajarokê Hewîcayê li parêzgeha Kerkûkê, Polîsê Îraqî yê parêzgeha Kerkûkê îro Sêşemê (22ê Gulanê) ragihand.

Li ser bingeha agahîne hewalgirî, hêzên ewlekarîyê Ebû Wehab Îraqî, perpirsê bidarvekirinê yê DAIŞê girtin, "di operasyoneke birêkûpêk plankirî de ku şeva borî li xanîyekî li Zabê hat pêkanîn", eqîd Xalid Obeydî ji fermandarîya polîsa Kerkûkê ragihand.

Îraqî tê xwestin ji ber "gelek tawanên kuştinê, revandin, û çêkirina rêbendên sexte li Hewîcayê", wî got, da zanîn jî ku "çek û teqemenîne ku zêdeyî 200 kg ne bi wî re hatine dîtin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500