Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî planeke nû bi cih tînin bo ewlekirina şahrêya Kerkûk-Bexdayê

Xalid Ta'î

Polîsên Federal kaxezên ajokarekî seh dikin li rêbendekê li ser şahrêya Kerkûk-Bexdayê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsên Federal kaxezên ajokarekî seh dikin li rêbendekê li ser şahrêya Kerkûk-Bexdayê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî planeke nû bi cih tînin bo parastina şahrêya Kerkûk-Bexdayê li ber ronahîya êrîşên dawî yên ku paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk anîn.

Xebat di çarçoveya "dawîhatineke qutebir bo van tundîyan" de tên, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Kerkûkê, Burhan Asî ji Diyaruna re îroj Înê (22ê Hezîranê) got.

Ev bûyer "beşek in ji hewlên terorîstan bo belavkirina tirsa giştî û nîşandana dîmeneke mezin ji hebûn û operasyonên xwe re", wî got.

"Tu kiryarên terorî yên mezin tune ne, ev bi tenê bûyerên sînordar in ku karê komên biçûk ên terorîstan in ên ku bi tenê dikarin di tarîyê de tev bigerin," wî got.

Roja 17ê Hezîranê, endamên DAIŞê kemînek li ser şahrêya Kerkûk-Bexdayê pêk anî, sê kes kuştin, yek ji wan efser bû, li nêzî devera Enjana li Hemrînê, li parêzgeha Diyalayê.

Di zincîreke êrîşan de di heman rojê de, endamên DAIŞê şeş kes revandin ji heman malbata ku siwarîyên otombîleke sivîl bûn û di rêya xwe de bûn dihatin Hewlêrê.

Girtina valahîyan

Yek ji rêkarên girîng ên planê dijwarkirina pêngavên ewlkarî bo peygerîna li şanên razayî li deverên dûr bi dirêjahîya rêyê.

Asî got ku ev dever vekirî ne û xwedan kendûkûzên asê ne, yên ku ji tundrûyan derfetekê misoger dikin bo destpêkirina êrîşan û vekişîna bo veşargehan.

"Xebatên berhengarbûna şanên razayî bê rawestan dewam dikin," wî got, û tekez kir ku himbizkirina operasyonên peygerînê "pêwîst e bo zuhakirina çavkanîyên terorîzmê".

Wî got ku hêzên Îraqî bicihbûnên serbazî himbiz kirine bo girtina qulan û rêçikên ku milîtan wan bikar tînin bo derbasî şahrêya Kerkûk-Bexdayê.

Wî şirove kir ku ev rêçikên ne rêxistinkirî ne û ew ne li jêr kontrola ewlehîyê ne.

Plan herwiha kordînekirina di navbera hêzên polîs û artêşê yên berpirsyar ji parastina rê û damezrandina odeyeke operasyonên teybet bo baştirkirina rewşa ewlehî dihundirîne.

Şahrê dê bê ewlekirin bi rêya xebatên asmanî bi rêya dronan û dewrîyên asmanî yên rotînî yên ku dê deverên biyabanî monîtor bikin.

"Bûyerên Terorî li ser rê tên encamdan li derveyî sînorên îdarî yên parêzgeha Kerkûkê, nemaze li deverên nêzî girên Hemrînê," Asî got.

Wî got ku bajarê Kerkûkê îroj di aramîyê de dijî bi saya xebatên Ajansa Dijî Terorê yên ferzkirina ewlehîyê, "lê deverên li rojava û başûrê welat hîn çalakîbûna bermahîyên DAIŞê dijîn".

"Hêzên Polîsê Federal xebateke mezin didin pêş bo pêkanîna peygerînan li gundên dûr û herwiha li şanên razayî û nuqtên germ ên milîtanan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500