Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Jinine bihêz ên Îraqî tên kandîdkirin di hilbijartinên Îraqî de

Xalid Ta'î

Hejmareke mezin a jinan bo parleman xwe kandîd kirine di hilbijartinên parlemanî yên Îraqî yên tên de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Hejmareke mezin a jinan bo parleman xwe kandîd kirine di hilbijartinên parlemanî yên Îraqî yên tên de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Hejmareke mezin a kandîdên jin ên astberz pêşbazîyê dike bo qezenckirina kursîyan di parleman dedi hilibijartinên Îraqî yên tên de, yên ku biryar e 12ê Gulanê birêve biçin.

"Gelek dengder bawerdar in bi şiyan û karînên kandîdên jin bo rêvebirina welat bi awayekî kare û pêşnegtîkirina xebatên nûavakirinê û çaksazîyê," Menal Mutesim, ku kandîdeke Hevpeymanîya Biryara Îraqî ye, wiha got.

"Ev ne bitenê slogan in belê ev rastî ye," wê ji Diyaruna re ragihand. "Jinên Îraqî selamdine ku ew dikarin pêşengtîya hemû warên hikûmetkirinê bikin û wan rêzgirtina xelkê bi dest xistiye."

Mutesim got ku ji ber jinan rolên çalak ên bêhtir di civakê de bi dest xistine, vê yekê "gelek kandîdên jin han da ku ew derbasî pêşbazîya bo parlemanê bibin".

Wê bawerîya xwe bi karînên jinan ênpêkanîna guhertinê anî ziman û herwiha çareserkirina pirsên alozdar ên ku ev çend sal in ku welat tûşî wan bûye.

"Tu darê sihrî bi me re tune ye, lê em wek jin em destgirtî namênin û em dê hertiştê ku em karin bikin bigrin ber xwe bo bidestxistina hertiştê ku xelk mereq dike ji aliyê xizmetguzarîyan, nûavakirinê û hemû sektorên din de," wê got.

Divê dengder bi baldarî bibijêrin

Mutesim bang li dengderan kir ku kandîdên xwe bi baldarî bibijêrin bi rêya berçavderbaskirina destkeftîyên wan bo bizanin wan çi bo xizmeta welatê xwe kiriye.

"Bijara rast tê wateya destpêka guhertinê," wê got.

Li gorî sîstema hilbijartinê ya Îraqî, kota jinan 25% ji kursîyên parleman e.

Her 2,592 jin xwe ji bo parleman kandîd dikin li seranserê welat, û dora 35% ji hejmara total a kandîdan pêk tênin, ku ew jî 7,367 e.

Jin xwedan berpirsyarîyeke mezin in bo dîtina çareserîyan û arastekirinê bo pêşerojeke baştir, Zeyneb Umer Mihemed Sîrac, a kandîdeke ji Hevpeymanîya Hevsozîyê, wiha got.

"Kêşe pir in û kompleks in, lê em bawer dikin eger em bi hev re bixebitin, jin û mêr, dest bi dest, em dê karî bin zorîya hemû astengan bibin," wê ji Diyaruna re ragihand.

Sîraj pêdagîrî kir li ser girîngîya piştgirîkirina "jinên nander û herwiha yên ku bûn qurbanîyên teror û tûndîyê".

"Armanca me ew e ku em hertiştê ku em dikarin di vî warê de bi pêş bixin û ligel wan rawestin ji ber ku ew hêjayî guhlêdan û baldarîyê ne," wê got, û hêvîya xwe bi nûnratîkirineke baştir a jinan di hikûmeta dahatî de derbirîn kir.

"Jin xwedan hebûneke bihêz in di parleman de, û divê heman tişt di desthilatdarîya cîbebîkarî de pêk bê," Sîrac got jî.

''Roleke bibandor a jinan''

"Em hêvî dikin ku derbasûna jinan bo qada siyasî guhetineke rîşeyî saz bike di berjewendîya giştî de," Leyla Berzencî, parlemantara li ser lîsteya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê wiha got.

"Em hebûnek marjînalkirî bo xwe naxwazin," wê ji Diyaruna re got. "Em hez dikin roleke bibandor û çalak a jinan bibînin."

"Jinan çendî destkeftî li Îraqê heta ania bi dest xistine, ev jî bi tenê destpêk e," wê got, wê da zanîn jî ku dê jin berdeam bin di keddayînên bo pêşxistina komlegehê de.

Ezîz Abid, 53-salî, ji taxa Beledîyat a Bexdayê ji Diyaruna re ragihand ku ew dê dengê xwe bo kandîdê herî şiyandar bavêje, bêyî berçavgiritna zayendê.

Gelek kandîdên jin xwedan dîrokeke dirêj in di xizmetkirina welat de, û wî da zanîn ku "ew dê dudilî nebe di hilbijartina yekê ji wan de" bo nûneratîkirina wî di parleman de.

Ruwa Hesen, 37-salî ye, ji taxa Dorayê li Bexdayê, ji Diyaruna re got ku ew dê dengê xwe bide kandîdê herî minasib û bi tiwana, û hêvî kir ku dê bêhtir jin cihên serekî wergrin di hikûmetê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500