Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Nûhatîyên nû yên siyasî hilbijartinên Îraqî radihejênin

Xalid Ta´î

Posterên kandîdan yên tevlî hilbijartinên perlemanî yên li Îraqê bûne kolanên Bexdayê nixumandine. [Xalid Ta'î/Diyaruna]

Posterên kandîdan yên tevlî hilbijartinên perlemanî yên li Îraqê bûne kolanên Bexdayê nixumandine. [Xalid Ta'î/Diyaruna]

Pêşbirka bo hilbijartinên perlemanî yên tên kandîdên ji dervey meydana siyasî ya nerêtî ber pê ve hatin, ev yek dihêle ku kandîn û dengder bibêjin dibe ku bibe destpêka serdemeke nû ji guhertin û nûkirinê.

Bi temamî 7,367 kandîd tevlî pêşbirkê dibin di 12ê Gulanê de ji bo 329 kursîyan li perlemanê.

Kandîd ji meydanên werzişî û çandî rêjeya wan digihe dora sêyekê di vî warî de, piranîya wan tevlî hilbijartinan dibin di rêya listeyên hilbijartî û hevpeymanîyên sivîl re.

Ji bo pêşeroja Îraqê "dînamîyeke siyasî ya nû" tê xwestin ya ku kesayetên gelerî biawayekî xurt tê de hazir in, aktor Mazin Mihemed Mistefa, kandîdekî ji hevpeymanîya Dewleta Qanûnê, got.

Textê îlanê yên kampanyayên kandîdên hilbijartinên perlemanî yên tên li Îraqê destek dikin li Bexdayê xuya dikin. [Xalid Ta'î/Diyaruna]

Textê îlanê yên kampanyayên kandîdên hilbijartinên perlemanî yên tên li Îraqê destek dikin li Bexdayê xuya dikin. [Xalid Ta'î/Diyaruna]

Di salên borî de, ew kesên ku partîyên siyasî raber dikin tenê xwedî piştîneyeke siyasî bûn, wî ji Diyaruna re got, wî not kir "beşdarbûna me weke hunermend dê nexşeyeke siyasî ya nû çêke".

"Xelk guhertinê dixwazin û dixwazin em zora gelek krîzên ku em derdê wan dikişînin bibin di rêya hilbijartinana re," wî got. "Cureya guhertina em dixwazin di rêya mafê dengdanê re dê pêk were."

"Berpirsyarîyên mezin"

Desxistina kursîyekî li perlemanê gelek perpirsyarîyê dihundirîne, Mistefa got, ji bo parastina mafên welatîyan, şerê taifgerî û gendelîyê bikin û performansa hikûmetê di warê hemû sektoran de pêş bixin.

"Hemû hikûmetên peyhevhatî giranî didan ewlekarî û terorîzm û ew perpirsyarîne gelekî girîng in," wî got.

"Lêbelê, em bawer dikin ku divê çand jî bêtir piştgirî û guhdanê wergire," wî got. "Em dê nikaribin şerê terorîstan tenê bi çekan bikin lê herwiha bi huner û raman jî."

"Gelek kar heye ku em bikin bo pêşerojeke geştir," wî got.

Sermed Eddul Îlah, avjenekî berê ye ew di çarçoveya Hevpeymanîya Serkeftinê re tevlî bûye, got ku nûnertîya perlemanî " divê kesin jêhatî û pispor di nav xwe de bihewîne, daku karibin karên xwe bi awayekî jêhatî pêk bînin".

Perlemana Îraqî ji gelek komîteyên cihêreng pêk tê, her komîteyek erkdar e ku serperiştîya kar û barên sektorekî taybet bike, wî got.

"Di rêya komîteyên werziş û ciwanan re, em hewl didin ku em sektorê werzişê li welat pêş bixin," wî got. "Em arezû dikin ku em qanûn biweşînin ê dê xizmeta werzişvanan bike û behreyên ciwan qayim bike û guh bide werzişvanên pîşedar."

Komîte hewl dide ku mafên werzişvanên pîşedar biparêze, li gel ku yaneyên û tîmên werzişî û binesazîya werzişî pêş bixin, wî got.

Ji nûhatîyan re derfet

Beşdarbûna komeke cihêreng ji kandîdan di hilbijartinên nû de mîna ku "kevirekî bavêje nav ava rawestayî", Ebdul Îlah got.

"Rêvekirin li pêşîya nûhatîyên nû yên jêhatî di warê siyasî de bûye pêdivîyek," wî anî ziman.

Rojnamevan Hadî Jelûl Merhî, yê ku li ser listeya Partîya Sivîl tevlî hilbijartinê bûye, dibêje ew hewl dide ku bibe beşek ji "kutleya berxwedanê" di perleman de ya ku dorî hemû cureyên ku bikevin warê dervey avakirin û îdara dewletê.

"Ev kêlîka hisabê ye ku em gehertinên siyasî yên lerzeyî pêk bînin û dozên nekutebar çareser bikin mîna gendelî, xizmetguzarîyên giştî yên qels û pêşxistina aborî ya rawestîyayî," wî ji Diyaruna re got.

Hemû partîyên siyasî radihêjin sloganên guhertinê û di kampanyayên xwe de piştgirîya wan dikin weke armanca lezgîn, wî got, wî hîşyarî da ku hinek wan tenê bo mebesta pêkanîna serkeftinê bikar tînin.

Eger ew hat hilbijartin, Merhî got, ew hêvî dike ku jîyana hemû Îraqîyan pêş bixe, di nav wan de rojnamevan û pîşedarên medyayê.

"Em dixwazin ber bi qqnûneke nû ve bibin ya ku bi rastî vî birî diparêze û destûrê dide wan ku azadiya derbirînê reftar bikin," wî got.

"Dora 50 rojnamevanan ji parêzgeha Nînewayê tenê ji alîyê terorîstan ve hatin kuştin û bi dehan jî winda bûn," wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500