Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Rûne nû dixwazin bi kevin hikûmetê de di hilbijartinên Nînewayê de bi dest bixin

Xalid Ta´î

Îaqî serdana ofîsa komîteya hilbijartinê li Necefê roja 10ê Adarê dikin daku sicilên qeydkirna xwe yên dengdanê nû bikin û nasnameyên nû derxin daku karibin dengê xwe bidin di hilbijartinên Perlamanî yên meha Gulanê de. [Heyder Hemdanî/AFP]

Îaqî serdana ofîsa komîteya hilbijartinê li Necefê roja 10ê Adarê dikin daku sicilên qeydkirna xwe yên dengdanê nû bikin û nasnameyên nû derxin daku karibin dengê xwe bidin di hilbijartinên Perlamanî yên meha Gulanê de. [Heyder Hemdanî/AFP]

Hejmarek ji kandîdên siyasî yên nûhatî dixwazin bikevin hikûmetê de di hilbijartinên giştî yên dahatî yên Nînewayê de, ev jî rewşeke nû ye û gelek bawer dikin ku ev yek dê prosesa siyasî û herwiha parêzgehê bûjandin bike.

Berbijarên xwe amade dikin ku bikevin meydana siyasî de daxwaza xwe ya xurt ku parêzgeh wêraniya ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sedema wê ye derbas bike nîşan didin û wan daxwaz kir ku pêşerojekê ava bikin ku aramî û dewlemedî tê de serdest be.

Di beşê tê ji dîroka parêzgehê dê hewcedarî bi xwîneke nû jîndarîyeke nû hebe, li gorî çalakvan Fehed Yûsif, ê ku yek e ji dehên niştecîyên Nînewayê yên ciwan ê biryar daye ku xwe bo payeyê pîşandin bide.

Yûsif, ê 38 salî, yê ku şehada bakeloryos di zansta siyasî de pê re heye, ji Diyaruna re got ku ew hêvî dike ku derfetê bidine wî ku xizmeta xelkên parêzgeha bike.

Berbijarên ciwantir bi awayekî berfereh di hilbijartinên berê de li Nînewayê ne hazir bûn.

"Ne hazirbûna kesên ciwan di dîmenê siyasî de bandoreke wê ya neyînî li ser rewşê bi giştî li Nînewayê hebû û encamên wê yên ziyankar ji alîyê siyasî, ewlekarî û civakî ve hebûn," wî got.

Wêrankirina ji alîyê DAIŞê ve li Nînewayê çêbû berbijarên ciwan li parêzgehê han dan ku helwestekê nîşan bidin û derbasî pêşbirka siyasî bibin, wî got.

Rêbazeke zanistî

Listeyeke sozên kampanyaya hilbijartinê bi Yûsif re heye, lîsteya ku ew hêvî dike ku pêşkêş bike eger ew ji bo payeyê hat hilbijartin, ya ku "giranîyê dide nûavakirin û sazkirina birînên mayî piştî êrîşa teror".

"Di pêngava ku tê de ji me tê xwestin ku em ji ofîsên xwe derkevin û herin qadan da ku em karibin bi awayekî yekser serperiştîya hewldanên nûavakirinê bikin, wî got, wî not kir ku ciwan ew in "piraniya herî çalak di civakê de û ew in yên herî gcuncan in ku bi van erkan rabin".

Yûsif got ku ew bi awayekî xurt piştgirîya jîyana hevbeş û lihevhetinê dike weke prensîpên dewlemedîyê, wînot kir ku "em nikarin bigihin armancên xwe bêy bingehên xurt ji aramî û aştîya civakî".

Wî bang kir ku dawîyê ji gotara Mezhebî û tundî re deynin û wî girîngîya "rastkirina rê û nehêlin ku sînaryoyê dubare bibe ku gengaz be careke din terorîst derbasî parêzgehê bibin" tekez kir.

"Bayên guhertinê"

Parêzer Ridwan Niêmî, yê 38 salî, yê ku tevlî hilbijartinên tên dibe, ji Diyaruna re got ku ew hevî dike ku di bayên guhertinê de beşdar bibe yên ku hewcedarîya xelkên parêzgeha wî bi wan heye.

"Em di demeke tarî re derbas bûn," wî got. "Sê sal ji terorîzm û tarîtîyê. Îro, em hêvî dikin ku di rêya beşdarbûna me di siyasetê de, em karibin bi awayekî baştir xizmeta xelkên xwe bikin."

"Gelek berhegarî di pêşerojê de hene, yên herî balkêş nûavakirina bine sazîyên parêzgehê û vegerandina niştecîyên bêwar û parastina aramîyê ji bû wan," wî got.

Ev ne "erkekî hêsan e", wî anî ziman, wî not kir "me biryar daye ku em serdest alozîyan bibin û erkên tên xwestin cîbicî bikin bi rihê komê û stratîjîyeke bi guhdan plankirî".

Dê pir pêwîst be ku hilbijartin di 12ê Gulanê de werin cîbicîkirin, wî anî ziman.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Îraqî got ku wê daxwazên 6,904 berjartan wergirtin ên li ser329 kursîyan pêşbirê dikin di perlemanî Iarqî de.

Di nav wan de, 907 berbijar pêşbirkîyê li ser 34 kursîyan dikin li parêzgeha Nînewayê.

Komîsyon, ku ofîsa xwe Tebaxê li Nînewayê dubare vekir, navê kandîdan dinivîse bo nûkirinên databêza dengderan, herwiha bo bicihanîna rêkarên têkildarê dengdayînê û belavkirina encaman.

Hejmara kandîdên nûhatî yên pêşbaziyê dikin di hilbijartinên dahatî de "birineke girîng e ji prosesa siyasî re", endamên encumena parêzgeha Nînewayê, Hesen Şebîb ji Diyaruna re ragihand.

Wî tekez kir ku hilbijartin rê didin kandîdbûna hemû temenan, û dimînin tak rêya demokratîk e ku xelk nûnerên xwe hilbijêre.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500