Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ sêdaredanan li başûrê Şamê pêk tîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

"Dewleta Îslamî" ferman li sivîlan kir ku temaşeya bidarvekirinên ku wê pêk anîn li navçeya Qedemê a dikeve başûrê Şamê bike. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" ferman li sivîlan kir ku temaşeya bidarvekirinên ku wê pêk anîn li navçeya Qedemê a dikeve başûrê Şamê bike. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bidarvekirinên meydanî li naveçeya Qedemê, dikeve başûrê Şamê û vê dawiyê ket jêr kontrola DAIŞê, pêk tîne, çalakvanan ji Diyaruna re got.

DAIŞê Duşemê (19ê Adarê) kontrola navçeya Qedemê kir, ku dikeve gundewarê başûrî yê Şamê li rojavayê kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê.

DAIŞ karî devera serekî ya kontrola xwe ku Hecer Eswed e bi navçeya Qedemê re girêde, şêniyekî Yermûkê bi navê Beha Sahilî ji Diyaruna re ragihand.

Navçeya Qedem beriya aniha li jêr kontrola hevbendiya Tehrîr el-Şam bû, ya ku vekişiya parêzgeha Idlibê heftiya borî piştî gihiştin bi rêkeftinekê li gel rejîma Sûrî.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku li gor amarên destpêkî 36 çekdarên alîgirên rejîmê ve mirin di cengekê de li Qdemê, lê belê zêde laş ji wê demê de hatin vegerandin, AFP ragihand.

"Hejmar gihişte 62 kesan, piraniya wan ji çekdarên alîgirên rejîmê ve ne yên ku xelkê deverê ne," Rewangehê got.

"Hêzên piştgiriyê yên rejîmê kom bûn li ser tixûbên Qedemê, lê belê operasyona vegerandina navçeyî hîna dest pê nekiriye," serokê Rewangehê Ramî Ebdel Rehman got.

Sahilî got ku endamên DAIŞ xaniyê li nav û derdora Qedemê vala dikirin ji naveroka wan, piştî xwedanên wan ji ber şer malên xwe terikandin.

Wî got ku wan nedihişt ku i kes derbasî deverê bibe, eger ew xwedan xanî be jî li wir.

Li Şamê sêdarekirin

Li gorî Sahilî, endamên DAIŞê du kes li meydaneke giştî li Qedemê bi dar ve kirin piştî girtina wan li navçeyê û gunehbarkirina wan bi "vegera ji olê", ev ceza li ser kesên ku dijberiya rêxistinê û îdyolojiya wê dikin tê sepandin.

Rewangehê qewimîna buyerê piştrast kir roja Sêşemê (20ê Adarê).

Rêxistinê şênî bi darêrozê kom kirin li meydana giştî bo temaşekirina bidarvekirinê, ya ku hat pêkanîn piştî rayedarekî DAIŞê fermana mirinê xwend.

Sahilî got ku ev buyer hevşêwazê yek ji kiryarên rêxistinê yên ku carê dike ye, li gel mêrên ku tev kincên portegalî û bi guleyên çifteyan dihatin kuştin.

"Bidarvekirin hewlek bû bo rawestandina xelkê deverê û rêgirtin li redkirina wan ji hebûna rêxistinê li deverê," wî got jî.

DAIŞ herwiha du îdamkirin li başûrê Şamê roja 4ê Sibatê pêk anîn, bi gulekirin û serjêkirina mêran ji ber sûcên cuda.

Yek ji xortan bi guleke çiftê di serê xwe de hat kuştin bi gunehê "tevlîbûyîna di nava rêzên "Eknaf Beyt el-Meqdis" a ku şerê DAIŞê li devera Yermûkê dikir.

Yê din hat serjêkirin bi gunehê sîxwerîkirina ji rejîmê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500