Nûçeyên Iraqê

Hêzên rejîma Sûrîyayê asêgeha DAIŞê topbaran dikin li Şamê

Hêzên rejîma Sûrîyayî dawîn molgehên ku li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) topbaran kirin, di çarçoveya amadekariyên bo êrîşeke bejahî ya nêzîk , AFP îro Çarşemê (18ê Nîsanê) got.

Piştî vegerandina Xûtaya Rojhilatî bi temamî, rejîmê baldariya xwe veguhezte deverên din li welat ên ku ji jêr kontrola wê derketine.

Di nava wan de taxên li başûrê Şamê yên hîn li jêr kontrola DAIŞê ne, di nav de kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê.

"Hêzên rejîmê gelek deverên DAIŞê li kampa Yermûkê û Hecer Eswed topbaran kirin," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê got ku Herdu alîyan gule diavêtin şeva bihûrî, û di encamê de pênc kes hatin kuştin, piranîya wan leşkerên rejîmê ne.

"Rejîmê berîya êrîşeke mezin pileya germahîyê bilind dike daku DAIŞê bişkîne û wê neçar bike ku deverê vala bike, serokê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got.

Heya niha jî hîn hebûna DAIŞê li Yermûk û li Hejar Eswed, Tedamon û Qedemê heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500