Nûçeyên Iraqê

Rewangeha Sûrî: DAIŞ 36 serbazên Sûrî di êrîşeke nişkî de li ser Şamê dikuje

Rawangeha Sûrî bo Mafên Mirov Sêşemê (20ê Adarê) got ku 36 şervanên ser bi hikûmetê ve hatin kuştin li navçeyeke paytexta Sûriyê piştî endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew kontrol kirin di êrîşeke nişkî de, AFP ragihand.

Heta aniha hikûmet têkildarê raporta Rewangeha Sûrî daxuyanî dernexistiye, raportê jî tu agahî derbarê xesarên DAIŞê yên canî nedane.

"DAIŞê bi temamî Qedem knotrol kir, û 36 serbazên hikûmetên û çekdarên alîgir hatin kuştin," Rewangehê got.

Bi dehan brîndar û girtî hene, û hinek jî çarenivîsa wan ne diyar e, serokê Rewangehê, Ramî Ebdul Rehman got.

DAIŞê êrîş ji molgehên ku ew digre li tenîşta navçeya Hecac Eswed pêk tîne, wî got.

"Hêzên rejîmê hêzên piştevaniyê tîne devera li derdora Qedemê da ku wê kontrol bike," wî da zanîn.

Qedem dikeve beşekî başûrî yên Şamê û ev çend sal in gelek hêzên opozîsyona Îslamî û tundrû lê bi cih bûne, di nav de DAIŞ û hevbendiya Tehrîr el-Şam.

Hikûmeta Sûrî him guvaşa leşkerî û him jî wardarkirina bi merc bi kar tîne bo paqijkirina deverê.

Heftiya borî, bi sedan çekdarên Tehrîr el-Şam ji navçeyê hatin derxistin li gorî tifaqeke bi Şamê re ku rêçikeke ewle ji wan re û ji malbatên wan re misoger kir, û piraniya wan berê xwe dan parêzgeha Idlibê.

Endamên DAIŞê di rabihûrî de qebûl kirin ku ji navçeyê derkevin.

Rêxistinê derengiya Duşemê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar ku ku wê dest daniye ser piraniya Qedemê, di nav de deverên "radestkirî" ji rejîmê re ji aliyê Tehrîr el-Şam ve.

Navçe biçûktir e û ne hevsînorê Xûtaya Rojhilatî ye, deverek dikeve rojhilatê paytextê û warê bi sedan hezar sivîl û çekdarên opozîsyonê ye.

Hêzên Sûrî pêngavên cuda li wir pêk tênin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500