Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Jîyan vedigere bazara Mergedayê bi derxistina DAIŞ

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Jîyan vedigere bazara bajarokê Mergedayê ji çaxa ku ew di 9ê Mijdarê de ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Jîyan vedigere bazara bajarokê Mergedayê ji çaxa ku ew di 9ê Mijdarê de ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat rizgarkirin. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Kar weke berê vegeriya bazara bajarokê Sûrî Mergedayê weke berê ji çaxa ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di 9ê Mijdarê de hat derxistin.

Kolanên bajarokê, li nêzîkî Şedadê li başûrê parêzgeha Hesekê, bi kirîyaran hatin dagirtin ji çaxa ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Encumena Serbazî ya Dêrazorê devera stratîjî rizgar kirin, devera li ser sînorê Dêrazorê.

Jîyan zû vegeriya Mergedayê, ji ber piranîya niştecîyan di dema şerê derxistina DAIŞ ji bajarok derneketin, ji ber şerên mezin li derdora bajarok û gundên piçûk ên derdorê qewimîn.

Di nav wan gundan de, Elwa Şemsanî, Şemsanî, Zênat, Jad û Enad, berpirsyarê QSD Ferhad Xoca, yê ku li deverê bi cih e got.

Nîşanên ku li derbasgehekî bajarokê Hesekê Mergedayê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li şûn xwe hişt ew hemû tiştê ku li pey rêxistinê maye ji çaxa derxistina wê di 9ê Mijdarê de. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Nîşanên ku li derbasgehekî bajarokê Hesekê Mergedayê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li şûn xwe hişt ew hemû tiştê ku li pey rêxistinê maye ji çaxa derxistina wê di 9ê Mijdarê de. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Mayînên ji alîyê DAIŞ ve hatin çandin, ji bajarok hatin rakirin, Xoja ji Diyaruna re got, xebat heye bo paqijkirina gundên derdorê û deverên çandinîyê ji mayînan daku niştecî karibin bi azadî li deverê bilivin.

Operasyonên paqijkirinê dirêj dan ji ber komek tunel ên ku çekdarên DAIŞ di dema êrîşên bejî û êrîşên asmanî yên hevpeyamanîya navdewletî de weke penageh bikar anîn, Xoca got.

Qedexekirina derbasbûna DAIŞ

QSD hejmarek ji xalên pêşkinînê yên ewlekarî li derbasgehên bajarok ava kirine, cihê ku wan belgeyên nasnameyê û çavdêrîya çûn û hatinê dikir daku nehêlin ku DAIŞ hewl bide bi dizî derbas bibe, Xoca got.

Wî anî ziman ku ev yek metirsî ye ji gelek endamên DAIŞ re, yên ku li gelek deverên Dêrazorê ji şer direvin, wî got.

"Alîkarîyeke baş di navbera niştecî û hêzên ewlekarîyê de heye," wî got, wî anî ziamn "Piranîya karmendên ewlekarîyê ji Mergeda, Şedadî û gundewarê Hesekê ne, vê yekê aramî li cem niştecîyên xwecihî çêkir".

Bajarok bi bazara xwe tê naskirin, bazara ku navendeke ji niştecîyên Hesekê, Şedadî û Dêrazorê re ye, niştecîyê Mergedayê û bazirganê pez, Fêsel Meşûh, ji Diyaruna re got.

Ji çaxa derxistina DAIŞ ji deverê, jîyan vegeriyaye bazarê, wî got, bazara ku careke din hemû cûreyên xwarin, şînkahî, fêkî û sewalan pêşkêş dike.

"Nirx meqbûl in û ew ne gelekî buha ne weke li deverên din," Meşûh got.

"Dibe ku ji ber ev der deverke çandinî ye cihê ku xelk di çandinî û xwedîkirina sewalan de kar dikin, têkilî di navbera malbatan de xurt in ev yek nahêle ku ji ber vê rewşê kedxwarin gengaz be," wî anî ziman.

Serkeftineke serbazî stratîjî

Cihê bajarok dihêle ku bazirgan ji hemû alîyan ve bigihin wî --ji Dêrazêr, Hesekê û heta ji Îraqê-- herwiha pirbûna kel û pelan nahêle ku nirx bilind bibin, Meşûh got.

Rizgarkirina Mergedayê serkeftineke serbazî ya mezin bû ji ber cihê wî yê stratîjî li ser sînor di navbera Dêrazor û Hesekê de, mîdyavan û çalakvanê civakî Emar Salih ji Diyaruna re got.

Bi vî awayî, weke damarekî jiyanîbar di navbera her du deveran de xizmet kir, wî got , û herwiha weke rêyeke dabînkirinê di navbera Dêrazor û Îraqê de.

Bajarok gelekî nêzîkî zevîyê neftê yê Umer e, wî anî ser ziman, ji ber vê yekê "kontrolkirina Mergedayê pêwîst bû daku ewlekarîyê li deverên derdorê yên Hesekê û Dêrazorê qayim bikin".

Bajarok li jêr kontrola rûspîyên êlî ye, wî got, û alîkarî di navbera wan û birêveberîya QSD de heye daku vegereke aram ji jîyana normal re misoger bikin û nehêlin endamên DAIŞ bi dizî derbasî deverê bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500