Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bajarokê Mergedayê yê Hesekê vedigere çalakîya xwe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Navenda bijîşkî ya ku nû hatiye vekirin li bajarokê Mergedayê dê xizmetguzarîyên bijîşkî ji bajarok û 70 gundên derdorê re dabîn bike. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Navenda bijîşkî ya ku nû hatiye vekirin li bajarokê Mergedayê dê xizmetguzarîyên bijîşkî ji bajarok û 70 gundên derdorê re dabîn bike. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Niştecîyên bajarokê Mergeda yê bazirganî yê Sûrî bi desthilatdarîya xwecihî re kar dike daku xizmetguzarîyên bingehîn vegerînin û avayîyên ziyankirî ji nû ve ava bikin ji dema ku derxistina "Dewleta Îslamî" di meha Mijdarê de.

Bajarokê nêzîkî Şedadê li li başûrê parêzgeha Hesekê, aniha dişibihe devera avakirinê, herwekî navenda şarederîyê ya ku vê dawîyê hat vekirin weke navendekê kar dike ji birêvebirina projeyên nûavakirinê yên xwecihî.

Ji çaxa ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) û Encumena Serbazî ya Dêra Zorê Mergeda rizgar kirine, çalakîya bazirganî dest pê dike vedijî û bajarok vedigere çalakîya xwe, çalakvanê medyayê Emar Salih ji Diyaruna re got.

Karê nûavakirinê di rêya komîteya şaredarîyan û jîngehê ya encumena kantona Hesekê re hatine cîbicîkirin, wî got.

Encumena Hesekê navenda şarederîya Mergedayê bi alavan zêde kir, ya ku weke navendekê bo karên nûavakirina berdewam kar dike, bi hevahengîya li gel encumena civîl ya bajar.

"Navenda şarederîyê bi amadebûna hejmareke mezin ji niştecîyên bajarok hate vekirin û weke Navenda Şarederîya Gel hatiye binavkirin," Salih got.

Şerît ji alîyê bavê şehîdekî bajarok hat qutkirin şehîdê ku di şerê bi DAIŞê re jîyana xwe ji dest da, wî anî ziman.

Nûavakirina Mergedayê

Encumena kantona Hesekê tevkarî bi makîneyên giran kir ya ku hişt encumena bajarok karibe bermahîyên şer û girên axê yên rêyan li hundir û derdora Mergedayê digirin rakin û rêya trafîkî vegerînin.

Wî anî ziman ku ev yek qewimî piştî ku tîmên teknîkî paqijkirina bajarok ji mayînan bi dawî kirin, ya ku "hema hema hemû niştecî han dan ku vegerin malên xwe".

"Encumena xwecihî li deverê xwarinê li niştecîyan belav dike da ku alîkarîyê bi wan re bike ku vê demê bibuhurin," wî got, ew ard, materyalên xwarinê yên sereke dabîn dike.

Guhdana bijîşkî "hema bêje li bajarokê Mergedayê tune ye", endamê komîteya tendirustîyê ya encumena sivîl ya Mergedayê Dr. Husên Zabit, got.

Dabînkirina guhdanê "berêtîyeke mezin e ji ber mesafeta di navbera Mergeda û gundên derdora wê û bajarok û gundên din cihê ku guhdana bijîşkî ya bingehîn tê dabînkirin,"wî ji Diyaruna re got.

Di rêya alîkarîya di navbera encumena civîl ya bajarok û komîteya tendirustîyê li Hesekê, navendeke bijîşkî hat vekirin da ku xizmetguzarîyê ji Mergeda û 70 gundên derdorê re dabîn bikin, wî got.

Navenda bijîşkî bi dermanxane û embulensê hat kerestekirin da ku haletên lezgîn biguhêzin bajarê Hesekê, Zabit anî ziman.

"Xizmetguzarî ji alîyê du bijîşk û şeş karmendên hemşîre ve hatin dabînkirin," wî got, û not kir ku vekirina navendê bi awayekî baş ji alîyê niştecîyan ve hat pêşwazkirin, niştecîyên ku demeke dirêj derdê ku xizmetguzarîyên bijîşkî û xizmetguzarîyên lezgîn nedigihane wan kişandin.

Pêkanîna hewcedarîyên sereke

"Komîteya xizmetguzarîyên encumena sivîl a Mergedayê hewl dide pêdivîyên jîyanê yên sereke ji niştecîyên bajarok û gundên derdorê re dabin bike ," endamê komîteyê Amir Ebdula ji Diyaruna re got.

Wî got ku encumenê mazot û xaza malan misoger kir yên ku dora du salan qut bûbûn û çareserîyeke demkî ji arîşeya dabînkirina ava vexwarinê re dabin kir di rêya dabînkirina çar sarincîkên avê.

Wî got ku her sarincîkek têra 10,000 lîtr av dike.

"Tank kete jêr teserufa komîteya xizmetguzarîyan de û ew ji alîyê encumena sivîl ve li Hesekê û Şedadê hat dabînkirin," Ebdula got.

Tank dê kar bikin heta ku operesyonên sazkirin bo stasyonên derxistina avê û tora dabînkirina avê temam bibe, yên ku gelek ziyanên mezin gihane wan di şerê derkirina DAIŞê de.

Hesekê derdê kêmbûneke mezin di avê de dikişîne ji ber ziyanên ku gihane stasyona Suwerê ya derxistina avê, stasyona ku Mergeda, el-Suwar, el-Erîşa, el-Daşîşa, el-Elwe, el-Sebaa û Erbeîn û Şedadî bi avê dabîn dike, wî got.

"Kar bo tamîrkirina wê berdewam e bi alîkarî û piştgirîya yekîneya kar û barên civîl a hevpeymanîya navdewletî," Ebdula got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500