Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD: Paqijkirina mayînan li Dişêşayê nêzî qedandinê dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzên Sûrîya Demokratîk dibêjin ku wan piranîya mayînên li derdora gundewarê Dişêşayê yê parêzgeha Hesekê rakirine. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîya Demokratîk dibêjin ku wan piranîya mayînên li derdora gundewarê Dişêşayê yê parêzgeha Hesekê rakirine. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Piştî mehekê ji rizgarkirina bajarokê Dişêşayê yê parêzgeha Hesekê ji "Dewleta Îslamî", Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) pêşketineke mezin di rakirina mayînan de kirine, berpirsyaran û niştecîyan gotin.

DAIŞê mayîn li derbasgeha bajarok û derdora wê belawela kirin da ku nehêle sivîl derbasî bajarok bibin û jê derkevin û astengîyê ji pêşketina hevbenda Kurd û Ereb re çêke, efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re got.

Wî got ku ji 17ê Hezîranê ve, dema ku bajarokê başûr û rojhilatê Hesekê hat rizgarkirin, piranîya deverê ji mayînan hat paqijkirin û niştecîyan dest pê kir vedigerin.

Xoca got ku devera derdora Dişêşayê erdnîgarîya wê biyaban e û sert e, û niştecîyên xwecihê heta asteke mezin xwe dispêrin bixwedîkirin û firoştina pez, "ji ber vê yekê rakirina mayînan berêtîyeke".

Hêzên Sûrîya Demokratîk mayînên ji bajarokê Dişêşayê hatin rakirin piştî rizgarkirina wê ji DAIŞê di nîvê meha Hezîranê de diteqînin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîya Demokratîk mayînên ji bajarokê Dişêşayê hatin rakirin piştî rizgarkirina wê ji DAIŞê di nîvê meha Hezîranê de diteqînin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Divabû ku QSD mayîn û teqemenîyên bidestçêkirî yên ji alîyê DAIŞê ve hatin çandin paqij bike piştî ew li rojhilatê Sûrîyayê pêş ketin weke beşekî ji operasyona Bahoza Cezîrê.

Mayîn di "demeke qiyasî de" hatin rakirin

"Mayînên ji alîyê rêxistinê ve hatin çandin cureyê wan cîyawaz e, lê hemû mîna xweşî bi hev re girêdayî ne, kerwekî ku hejmareke mayînan bi generatorekî bi hev ve tên girêdan û hatine dîzaynkirin ku bi devereke berfereh de biteqin da ku ziyana herî mezin encam bidin," Xoca got.

Wî da zanîn ku herwiha mayînên dijî tekekesan û yên dijî tankan hatibûn çandin.

Wî got ku jêdera mayînan jî cuda ye, û not kir ku hin ji wan "ji komin din hatine kirîn û hin ji wan hatine destserkirin piştî wan dest danî ser deverinan li Sûrîya û Îraqê," lê hin din xwecihî di kargehên rêxistinê de hatin çêkirin.

Wî got ku ew xwedî şêwe û rengin cuda ne ku tevlî erdê dibin, û anî ziman ku "ev yek dihêle ku kifşkirin û jihevxistina wan karekî gelekî zehmet be".

Jîyan hêdî hêdî li Dişêşayê û deverên din ên ji alîyê QSD ve hatin rizgarkirin vedigere noromal herwekî ku ew ji mayîn û komên mayî yên çekdarên DAIŞê hatin paqijkirin, çalakvanê medyaya Hesekê Emar Salih ji Diyaruna re got.

Wî got ku alîkarîyeke tam di navbera QSD û niştecîyên xwecihî de heye, yên alîkarî dikirin di destnîşankirina tekekesên gumanbar ên girêdayî DAIŞê.

"Di demeke herî kurt de, tîmê endazyarîyê mayîn ji bajarok hemûyê û derdora wî bi ferehîya dehên kîlomitran paqij kir," wî got.

Wî got ku operasyonên paqijkirina mayînan berdewam in li herêmê , niştecî çi tiştê gumanbar hebe ji pager û baregehên QSD radigihînin.

Salih got ku mayîn tên dane hev û dûrî deverên niştecihî tê teqandin.

Xaleke derbasbûnê bi Îraqî re

Dişêşa xwedî girîngîyeke mezin e "ji ber ew nêzîkî sînorê Sûrî-Îraqî ye û ew weke xaleke derbasbûnê ya endamên DAIŞê ya sereke dihat bikaranîn", Salih got.

Wî got ku hejmareke malbat û êlan li her du alîyên sînor bi cih in û ev yek dihle ku tevgera di navbera her du alîyan de pêwîstîyeke rojane be ji her du alîya re.

"Bi vî awayî, rakirina mayînan meseleke jîndar û pêwîst e, ji ber ew dê bihêle ku bi lez Jîyana normal, bazirganî û guhestina kel û pelan vegere," wî anî ziman.

Dema ku DAIŞê kontrola Dişêşayê dikir, niştecîyan derdê kêmbûna tam ya xizmetguzarîyan kişand, bi taybet av, sotemenî, mal û hal, gaz û kehrebe, mamostayê berê û niştecîyê Dişêşayê Mişel Elî, wiha got.

"Bi saya operasyonên gelek ên ji alîyê QSD ve hatin cîbicîkirin, bermahîyên rêxistinê tên şopandin û mayînên ku li herêmê hatibûn belawelakirin hatin paqijkirin," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500