Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Enbarê kilîta serkeftinên rojavayê Iraqê ne

Xalid Taî

Şervanên êlên Enbarê haziriya destpêkirina êrîşekê li dijî "Dewleta Îslamî" dikin di vê wêneyê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa medyayî ya lîwayê êlên bajarê Hedîsayê hatiye wergirtin]

Şervanên êlên Enbarê haziriya destpêkirina êrîşekê li dijî "Dewleta Îslamî" dikin di vê wêneyê de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya ofîsa medyayî ya lîwayê êlên bajarê Hedîsayê hatiye wergirtin]

Serkêşên êlên Enbarê berdewam in di lîstina roleke aktîv de di derxistina "Dewleta Îslamî" ji deverên rojavayî yên Iraqê de.

Dora 11,000 şervanên êlan milbimilê hêzên Iraqî dicengin û alîkariyê di zeftkirina bajarên rizgarbûyî de li seranserê parêzgehê dikin, endamê encumena parêzgeha Enbarê, Kerîm Kerbûlî ji Diyaruna re ragihand.

"Ew bi fermî tomarkirî ne û mûçeyan werdigrin," wî got. "Lê di heman demê de, 8,000 [ji xelkê deverê ne] kes xwebexşin û bê hember dixebitin."

Kerbûlî got ku ev xwebexş piştgiriya hêzên ewlekariyê û êlan dikin dema ku endamên DAIŞ êrîşên nepêşbînkirî li deverên wan pêk tênin.

"Bi her êrîşekê re, awtomatîkî hejmara şervanên êlan zêde dibe, û ew bi yekrêzî bersiva terorîstan didin," wî got jî.

Wî got ku piştgiriya êlan ne sînordarê operasyonên bervanîkirinê ye, û da zanîn ku şervanên êlan herwiha di şerên rizgarkirinê de yên ku hêzên Iraqî didin destpêkirin beşdar dibin.

Meha borî, bêtir ji 1,300 şervanên êlan -- piraniya wan xwebexş bûn -- beşdarî kirindi şerê vegerandina Ekaşat de, li nêzî sînorê bi Sûriyê re, Kerbûlî got.

Bêyî serkêşên êlan nabe

Kerbûlî got ku bê rola ku serkêşên dilîzin di şerên rizgarkirinê de nabe, bedelan didin û piştgiriyeke girîng bi hêzên ewlekariyê re dikin.

Wî got ku ew aniha alîkariyê di derxistina DAIŞ ji asêgehên wê yên mayê li deverên rojavayî yên Enbar dikin.

Kerbûlî got ku ji bo handana beşdariya êlan, pir girîng e ku ev şervan bi çek û mûnetên zêdetir bên zêdekirin, û mûçeyên baş ji wan re bên dayîn.

Wî got ku şervanên êlan ên birîndar û malbatên wan kesên ku jiyana xwe di şer de ji dest dane bo DAIŞ ji parêzgehê bê derxistin, divê bên qerebûkirin.

Hevdem, şervaninan ji hêza êlên rojavayê Enbarê xwedan piştgiriyeke cemawerî ya mezin in, eqîd Cemal Şihab Mehelawî, fermandarê wê hêzê, got.

"Şêniyên deverê her kedekê dixin bin xizmeta alîkarîkirina me de," wî ji Diyaruna re got. "Ew bi me re û bi hêzên ewlekariyê re disekinin û moralê me bilind dikin."

"Ev piştgiriya moralî di rêya ragihandin û malperên torên civakî re ye, û hemûn çînên civakê li Enbarê hevkok in li ser bihêzkirina vê harmoniyê," wî got.

"Dema em bi hewce bin ku xelk şer bike, ew saniyekê jî dudil nabin ku çakan hilgirin," wî got, û bal kişand ser "hevgirtina civakî bi hêzên ewlekariyê û êlan re".

Dora 200 şervanan ji hêza êlên rojavayî beşdarî kirindi vegerandina nahiyên EnahûRêhaniyê deli jêr kontrola Iraqî meha borî, Mehelawî got.

Wî got jî ku serkeftinên dawî divegerin bo piştgiriya bi hêz a xelkê xwecihî û xwebexşan, nemaze endamên êlên Elbû Mehal, el-Selman û êlên din ên rojavayê Enbarê.

Piştgiriya cemawerî ji şervanên êlan re

"Em amade ne ku bajarên xwe biparêzin, û em dê nehêlin ku teror vegere wan li jêr her mercekî," Mehelawî got. "Amadekariyên me bo parastina ewlehiyê û şerkirina li tenîşt hêzên me yên ewlekariyê û zêdekirina wan bi agahiyên hewalgirî têr dikin."

"Xelk piştevaniya xwe ya wêneyî ji me re derbirîn dike di her boneyekê de," fermandarê hêzên êlên Hedîsayê Şêx Ewad Seîd Cuxêfî ji Diyaruna re got.

"Dema şervanên me ji eniyên şer tên, welatî bi giriyên kêfên wan pêşwazî dikin, festîvalên xoriskî ji wan re lidar dixin û piştgiriya wan bi şêwazê li berdest dikin," wî got.

Wî got ku ev serketin bilez bûn rojeva kolanê û medya civakî.

"Ev ligel her bajar û herêmeke me rizgar kir dubare bû," Cuxêfî got. "Şêniyên wan, ên ku biçîbûn û nebûnî jiyan kirine, pir kêfxweş in, ku ew alîkariya me di dîtina veşargehên terorîstan de dikin û bi me re hevahengiyê dikin."

Wî got ku hêzên Iraqî û serkêşên êlan weke yek mêrî li dijî terorîzmê sekinîn, û kontrola xwe li ser deverên rizgarbûyî li Enbarê sepandin.

Cuxêfî banga zêdekirina hejmara şerbanên êlan kir ji ber ku parêzgeh pir berfireh e, û bal kişand ku pêwîst e hejmarên bes ên şervanên lokal bên bicihkirin bo ewlekirina biyabanê û parastina ewlehiyê li bajaran.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500