Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Iraq bi tawankirina arandina tayifî difikire

Xalid Taî

Zilamekî Iraqî nîşanek hilgirtiye ku tawankirina arandina tayifî dixwaze hilgirtiye dema xwepêşandanekê di 21ê Tebaxa sala 2015an de li navenda Bexdayê. [Wêne ji rûpela Facebook a kampanyaya Tawankirina Tayifegeriyê]

Zilamekî Iraqî nîşanek hilgirtiye ku tawankirina arandina tayifî dixwaze hilgirtiye dema xwepêşandanekê di 21ê Tebaxa sala 2015an de li navenda Bexdayê. [Wêne ji rûpela Facebook a kampanyaya Tawankirina Tayifegeriyê]

Reşnivîseke zagonekî ku arandina tayifî û regezî dike tawan meha borî hat nivîsandin û pêşkêşkirin bo parlemanê.

Handana bo pêşkêşkirina zagonekî ku kesên ku finteya tayifî dikin ceza dike di sala 2014an de destpê kir, dema ku rêxistinên civaka sivîl, Dezgeha Iraqiyên Netayifî bi taybetî, kampanyayeke komî ji bo çêkirina zagonê dan destpêkirin.

Di wê demê de, hejmareke mezin a dadnas, parêzer û lêkolîneran beşdarî xwepêşandanan bûn û bang ji bo cihbicihkirina wê a bilez kirin.

Salek piştî destpêka kampanyayê, parlemantarên Iraqî îmzayan kom dikirin daku projeya zagon bikar bînin, lê belê daxwaz hêdî hêdî kêm bûn ji ber bûyerên siyasî û ewlehî ku meydana Iraqî mandû kir.

Rêdana hukmetî ya reşnivîsa zagon "ji hewilên mezin ên ku ji aliyê gelek aliyên binavûdeng û partên sivîl di dema sê salan de", Hesen Falih got, serokê Dezgeha Netayifî ya Iraqî, got.

"Daxwazên me derbarê pêdiviyên çêkirina zagonekî taybet ku cezaya hemû kesên ku arandina tayifegerî û regezî pêk tînin û kesên ku hewil didin li ser vî benkî bi gotarên kînewerî kar dikin û hewil didin taqozê cudahiyan û beşbûnê bixin nav xelkê," wî ji Diyaruna re got.

Pêdviya zagonekî taybet

Destûrê Iraqê û zagonên din, weke xala 4ê ji zagonê Dije-Terorîzmê, behsa gotar û karên tayifî dikin.

Lê belê, Falih got, ev bi awayeke dîrekt behsa vê tawanê nakin, û ti nivîsandinên ku tawanê rêz bikin anjî tedbîrên zelal dijî van kesên tawanbarkirî danin tune ne.

"Nevisandina zagon tiştekî baş e," wî got. "Lê belê pêdviya me bi dîtina mîkanîzmeke bikarîger heye ji bo cihbicihkirina zagon di rastiyê de."

Falih got ku "ampreke ewlehî û civakî" bê pêkanîn ji bo dûçûn û çavdêrkirina binpêkirinên wî zagonî, û kesên ku destdirêjiyê lê dikin jê vegerînin.

Nevisandina zagonekî ku dibe arandina tayifî bike tawan beşek ji "hewila hukmetê bo parastina bidestketinên mezin ên dijî terorîzmê li Mûsilê", Ihsan Şimmerî, rêveberê Navenda Iraqî bo Ramanên Siyasî, got.

Ligel naskirina zagon a nû, hukmet dixwaze ku "girtina şansa başkirina baweriya civakê û saxkirina şkandinan", wî ji Diyaruna re got. "Herwiha dixwaze ku dijî her kampanyayekê anjî gotarên ku hewil didin serketinê têk bidin bisekinin."

Zagon li ser bingeha Xala 7 ji Destûrê Iraqî, ku lêxwedîkirina anjî arandina regezperstî, terorîzm û tayifegeriyê qedexe dike, wî got.

"Ew ji cewher û qanûnên zagonê cezayê Iraqî ye, ku muamele ligel meseleya şerê tayifegeriyê dike û tawankirina hebûn û kesayetiyên ku handana wê dikin," wî got jî.

Divê ku zagon bê pesendkirin ji aliyê parlemana Iraqî piştî ku hêzên siyasî yekrêz bibin "daku weke pêdviyeke niştimanî bê pesendkirin", Şemmerî got.

Cezakirina kesên ku binpêkirinan pêk tînin

Vejandina qanûna nû "gaveke" pozîtîv e, parlementekî Îraqî Ebdu Rehman Liwêzî, yê ku piştgir û aligirê qanûna nû ye got.

Wî tekez kir ku hewcedarî bi "çarçoveyeke qanûnî heye ji bo berpirsyariyê deynin ser çi kes yan dezgeha ku taîfgerî yan nefretê han didin û di gefa li ser yekîtiya welat û ewlekariya giştî de beşdar dibin".

Divê projeya qanûnê were imzekirin bêy ku bêtir dereng bimîne , wî ji Diyaruna re got, wî tekez kir ku hewcedarî bi "iradeyeke siyasî ya giştî heye daku qanûnê cîbicî bikin û nemîne tenê hibir li ser kaxezê"

"Bêguman ew dê bibe mijara nîqaş û pêşniyaran ji aliyê endamên perleman û komîteyên perlaman ên têkildar ve," wî got. "Dibe ku peragrafin qanûnî werin zêdekirin, rakirin yan guhertin daku bêgihêje heta dengdana dawî li ser wî weke qanûnekî weşînin."

Di daxuyaniyekê de piştî gera18ê Tîrmehê, Encumena Wezîran ragihand ku reşnivîsa qanûnê hate qebûlkirin "ew hewildaneke ku yekîtî û ewlekariya xelkê û hevjiyana di nav hemû pêkhatiyan de biparêzin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500