Nûçeyên Iraqê

Parêzgar: DAIŞ rojên xwe yên dawî li Enbarê dijî

Zêdetirî 85% ji parêzgeha Enarê niha di kontrola hêzên Iraqî û şervanên êlan de ye, parêzgarê Enbarê Suheyb Rawî roja Duşemê (6ê Adarê) ji Diyaruna re got.

Molgehên polîs li Enbarê têne vekirin, û zagon û sîstem bi alîkariya hêzên hevpeymaniyê û "hevahengiyeke bê şêwaz" ji sivîlan tên bicihhînan, wî got.

"Hêzên Iraqî xwe ji şereke berfireh re li ser bajarokên ku hîna di kontorla "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de ne li beşên herî rojavayî yên parêzgehê amade dikin," Rawî got.

Di nav de: Qaim, Ana, Rawa, ku "asêgehên dawî yên girûpê ne", wî got.

"Planeke berfireh ya alîkariyê û amadekarî di rê de ne daku ew niştecihan ji bajarokên ku şer di wan de dest pê dike wergirin," wî got.

"DAIŞ rojên xwe yên dawî li parêzgehê dijî, û piraniya niştecihan vegeriyane malên xwe, bi saya hêzên Iraqî û qurbaniyên wan di du salên borîn de," wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500