Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Mîrata DAIŞ binpêkirin û wêrankirina mizgeftan û cihên pîroz e

Xalid Taî

[Ji Dosyoyê]

Dema ku rûberin ji Iraqê dagir kirin, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) gelek mizgeft û malên perestinê bêqîmet kirin, gelek ji wan weke minber ji bo propagendeyê ji îdyolojiya xwe ya şaş re bikar anîn.

Di nimûneya herî dawî ya wêrankariya wê ya hovane, rêxistinê roja Çarşemê (21ê Hezîranê)Mizgefta Nûrî ya Mezin û minareya wê ya dîrokî Hedba (piştxûz) teqandin, ku aso ji sedsalan ve dixemilandin.

Di dema dagirkirina xwe ya sê salî de, DAIŞ ziyan gihande bi sedên mizgeft, mezargeh, kenîse û perestgehên din li Mûsilê yan jî wêran kirin, ew weke "neyasayî" hesab dikirin ji ber îdyolojiya wê ya tundrew.

Mizgeftên mayî kirine xalên serbazî, depoyên çekan, kargehên teqemeniyan û wargeha îdyolojiya tundrew, navê wan weke malên nimêjê reş kir û hurmeta wan binpê kir.

Ziyaretgeha Nebî Yûnis ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve rastî ziyaneke mezin hat dema ku wê Mûsil di Hezîrana 2014an de dagir kir. [Wêne ji Weqfa Sunî hatiye wergirtin]

Ziyaretgeha Nebî Yûnis ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve rastî ziyaneke mezin hat dema ku wê Mûsil di Hezîrana 2014an de dagir kir. [Wêne ji Weqfa Sunî hatiye wergirtin]

Jehrkirina mejiyan ji minberan ve

DAIŞ "gelekî ziyanê gihande rola olî û moralî ya bihadar a mizgeftan", Şêx Mihemed Şemaa, îmam û gotarbêjê Ziyaretgeha Nebî Yûnis, got.

"Terorîstan ev cihên perestinê kirin platformên medyayî ku bi rêya wan promosyon ji dûraqilî û fikrê xwe re dikirin ku gelekî dûrî gewher û rênimayên Îslamê ne," wî ji Diyaruna re got.

Wan hewl da, bi rêya gotarbêjên xwe, ku fikrên xelkê jehr bikin û tundrewbûnê belav bikin, wî got jî, di demekê ku ku gotarbêjên miyanrew dihatin dîportkirin.

"Nimêjkeran bijartin ku her pênc nimêjên xwe [yên rojane] û nimêjên Înê li malê bikin li şûna hatina bo mizgeftan û guhdarkirina gotarên tije kîn û tundutûjî derheqê hertiştî," wî got.

Di dema şerên rizgarkirina bajar de, çekdarên DAIŞ xwe li mizgeftên xwecihî asê dikirin, wî got, gelek ji wan weke serbazgehan bikar tanîn.

"Dema ku malên Xwedê bibin barîkat, depoyên çekan û kargehên çêkirina teqemeniyan û weke bingehên destpêkirina êrîşên xwekujî û yên nîşangiran li dijî hêzên ewlekarî û sivîlan werin bikaranîn, ev yek asta herî zêde ya nizmatî û berberiyê ye," wî got.

"Bi dehên cihên perestinê yên kevin, di nav de Mezargeha Nebî Yûnis, ji aliyê terorîstan ve hatin teqandin bêyî ti rêzgirtin ji girîngiya wan a dîrokî weke nîşanên naskirî yên girêdayî nasnameya kultûrî ya Mûsilê ve," Şemaa got.

Dijminê ol û mirovahiyê

"DAIŞ tu rêgirên wê yên exlaqî û olî tune ne. Ew ne mirov e û ji hemû nirxan şiştî ye," serokê Komeleya Oldarên Iraqî Şêx Xalid Mula ji Diyaruna re got.

Rêxistinê cihên perestinê yên girêdayî hemû olan wêran kirine, wî got.

DAIŞ heta mizgeftên mayî li Mûsilê kirin asêgehên xwe, wî got, di rêznegirtineke mezin ji hurmeta wan re weke cihên perestinê, heta di Remezanê de jî.

"DAIŞ tebîeta xwe ya rastî eşkere kir weke grûpeke bêyî ol an jî tirs ji pêkanîna tawanên li dijî mirov û keviran jî," Şêx Şihab Şuweylî, sekreterê ziyaretgeha Şêx Mihemed Kuleynî li Bexdayê, ji Diyaruna re got.

"Heta malên Xwedê û mezargehên olî jî ji van tawanan nefilitîn," wî got. "Wan ew wêran kirin daku wêneya Îslamê reş bikin û prensîpên toleransê, pêkvejiyana olî û dadmendiya ku ji aliyê ola me ve hatiye garantîkirin teşwîş bikin."

"Terorîstan şerêl hemû ol û tayifeyan kir û li xelkê qedexe kir ku îbadet û merasîmên xwe yên olî lidar bixin li ser bingeha şirovekirineke olî ya şaş ku kesên ku baweriya wan bi fikrê wê nayên weke kadir hesab dike," Şuweylî got.

"Ew ne dijminên tayife, ol an jî etnîkeke destnîşankirî ne, lê ew dijminên hemû Iraqiyan û tevahiya mirovahiyê ne, û dem hatiye ku werin jinavbirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

7 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Problem kûr e û îdyolojîya wê ji sedema paşveçûna li welatê me. Nabe em bêjin ku li Iraqê bawername hene û tiştên wiha ... Heta kesên ku bawernameyên hene hizrên wan şaş in. Ma hukmetê kesên bi ezmûnên zanayî tune ne lê belê wan prensîpên wan ên mirovî tune ne? Gelek xelk belengaz in, lê belê ew bi belengazbûna xwe ve zana ne û ew dê bi îradeya nezaniyê kêm bibin...

BERSIV BIDE

Sedema wêranbûn û hilwişana Iraqê, û herwiha hemû dewletan, Ibin Teymiya ye ku tekfîriyên DAIŞ li pey gavên wî diçin. Wan xelk kuşt, xwîn rijand, tiştên pîroz binpê kirin, û maf zeft kirin. Lê belê, zanayê olî Serxî bi tundî îdyolojiya wê ya xapîner şermezar kir û di waneyên xwe yên bawermendiyê de sivkatî pê kir.

BERSIV BIDE

Dema ku tu dibêjî "Dewleta Islamî" tu êrîşî bihayên Islamê dikî. Tu têkiliya vê girûpê ligel ola me tune ye. Ew rêxistineke Sihyonîst e, armancdike ku Îslamê ji nav bibe. Ibn Teymiya Heranî ew girûpê pêk anî daku êrîşî Islama Muhemed bike û wê wêran bike. Lê belê, mala şikir ji re û ji xebatên zana û bîrmendan re, yên mîna Serxî Hesenî yê şikomend, aniha her tişt zelal bûye, û şaşitiya îdyolojiya tekfîrî ya tundrew kifş bûye.

BERSIV BIDE

DAIŞ encama îdyolojiya Ibin Teymiya, kesê ku Tekfîr li cihê hizrandinê bikar tîne, weke metodekê ji bo hiştina rijandina xwîna Misilmanan ji hemû tayîfeyan, herwiha kesên ne-Misilman jî, Sabiî, Êzîdî di nav de. Ev hemû ji bo gehiştina bi armancên xwe û belavkirina bandor û îdolojiya wî ya pîs; ew ne guh nade pêxemberan nejî cihên peristinê. Hemû kes hedefê tawanên wî bûn.

BERSIV BIDE

Îdyolojiya qalipgir, paşveçûyî ya Ibin Teymiya ku bi wateya wêrankirin û hilweşandina welatên Misilman tê. Divê ku sîmbolên ola me bi rêyên hizrî û medyayî rûbirûyî vê îdyolojiya reş û kujêner bibin û herwiha wê red bikin beriya ku bibe îdyolojiyeke serbazî.

BERSIV BIDE

Hemû ev terorîzm ji sedema îdyolojiya xapîner a Ibin Teymiya û alîgriên wî çêbûye.

BERSIV BIDE

Minareya Hedbayê li ser destê qesabekî gawir hatibû avakirin, yê ku Îslam û Misilman wêran kirin û hirmeta hezarên jinan binpê kir. Em Hedbaya ku ji alîyê kesekî ku xezeba Xwedê lê barîye hatiye avakirin naxwazin. Her dilopeke xwînê ya lehengên Îraqê herikî li dora Mûsil û Hedbayê hêjaye milyon minareyên weke Hedbayê.

BERSIV BIDE