Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Endenosî piştî ku ji Reqaya Sûriyê direvin "derewên" DAIŞ kifş dikin

AFP

Di demekê de ku "Dewleta Îslamî" şer dike daku berevaniyê li asêgeha xwe ya carekê bike, hejmarek ji Endenosiyan piştî reva xwe ji Reqaya Sûriyê "derewên" DAIŞ şermezar dikin.

Dema Lîfa ji Endenosiya berê xwe da Reqayê, asêgeha Sûrî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ew dibêje ku wê ji xwe re digot ku berê xwe dide beheşteke erdî ji îmandaran re.

Wê û malbata wê ji xwe re digotin ku dê îmandarên rasteqîn li derdora wan bin û pêşbîniya guhdana bijîşkî ya bêpere dikirin ligel derfetên kar bi mûçeyên ku ti carî di xewnan de jî li Endenosiya, ku mezintirîn welatê bi piraniya misilman di cîhanê de ye, nabînin.

Lê niha, di demekê de ku DAIŞ şer dike daku berevaniyê li bajar bike, Lîfa û 15 Endenosiyên din ji nav bi hezarên kesên ku reviyane ne.

Ew li kampeke awareyan li Eyn Îsa, 50 kîlometran li bakurê Reqa, hatine bicihkirin, û li benda zanîna çarenivîsa xwe ne di demekê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di nav bajar de pêş dikevin.

Ku hîcabeke kesk lixwe kiribû, Lîfa ligel hin Endenosiyên din gihişte kampa Eyn Îsa, li bakurê Reqa, piştî ku ji asêgeha Sûrî ya "Dewleta Îslamî" di 13ê Hezîranê de reviyan. [Eyhem Mihemed/AFP]

Ku hîcabeke kesk lixwe kiribû, Lîfa ligel hin Endenosiyên din gihişte kampa Eyn Îsa, li bakurê Reqa, piştî ku ji asêgeha Sûrî ya "Dewleta Îslamî" di 13ê Hezîranê de reviyan. [Eyhem Mihemed/AFP]

Endenosî xwe li kampa Eyn Îsa rehet dikin, ku di 13ê Hezîranê de gihiştin wir piştî reva ji Reqa, ku çûbûn wir bi hêviyên jiyaneke baştir di "xîlafeta Dewleta Îslamî" de. [Eyhem Mihemed/AFP]

Endenosî xwe li kampa Eyn Îsa rehet dikin, ku di 13ê Hezîranê de gihiştin wir piştî reva ji Reqa, ku çûbûn wir bi hêviyên jiyaneke baştir di "xîlafeta Dewleta Îslamî" de. [Eyhem Mihemed/AFP]

Lîfa, ya 38 salî, û hevwelatiyên wê, ku Erebiyeke şikestî diaxivin, li wê yekê mukir tên ku wan geşta bo erdê DAIŞ bijart, ku bi rêya înternetê bi tişta bi navê "Dewleta Îslamî" û feydeyên ku îdia dikir ku dide alîgirên xwe hisiyan.

"Pirsgirêkên tenduristî yen min hene, ez bi hewceyî emeliyatekê di stuyê xwe de me û ew li Endenosiya gelekî, gelekî buha ye," wê got, anî ziman ku ew bi dînê xwe û bi îdiayên ku guhdana bijîşkî "hemû bêpere ye, hemû bêpere ye" bo asêgeha DAIŞ hat kişandin.

"Hertişt derew e"

Lîfa bi dudilî behsa wê yekê dike ku ew li ser înternetê ligel endamên DAIŞ li Sûriyê di pêwendiyê de bû, ku jêre gotin ku kesên berê xwe didin Reqa heqê bilêtên xwe didin û dê jiyaneke baş bi xweşî derbas bikin.

Lê piştî gihiştinê, wan dît ku rewş gelekî ji pêşbîniyên wan cuda bû.

Lîfa dît ku emeliyata ku jêre lazim bû ne bêpere bû, û bê çareserî ma.

"Hertişt derew e," Nûra 19 salî got, ku Endenosiyeke din li Eyn Îsa ye, anî ziman jî ku di nav erdê bin destê DAIŞ, hertişt ne weke tişta ji wan re dihat wesifkirin berî ku bigihin.

Nûr got ku wê û malbata wê çaverê dikirin ku kesûkarên wan ên zilam karên baş bibînin. Lê dema ku gihiştin, ji wan re hat gotin ku hemû zilam hatine neçarkirin ku weke çekdar tevlî rêzên DAIŞ bibin.

Zilamên di malbata wê de piştre hatin zindankirin, wê got.

Nûr herwiha got ku çekdarên DAIŞ hertim hewl didan wê qayil bikin ku bizewice wan.

"Gelek zilam dihatin mala min û ji bavê min re digotin, ez keça te dixwazim," wê got, anî ziman ku heta birayê wê ji aliyê kesinên biyanî ve li bazara Reqa dihat sekinandin, ku jê dipirsîn "keçine te yan xwîşkine te hene, ez jinekê dixwazim".

"Ew li her cihî behsa jinan dikin," wê bi qehir got.

"Ew hatin xapandin"

Çîrokên ku ji aliyê endamên grûpê ve tên gotin, di nav wan de heşt jin, sê zarok û pênc zilam, nemumkin e ku werin piştrastkirin.

Lê ew dişibin gotinên hinek reviyayiyên din ji erda DAIŞ ên ku digotin ku ew rastî xapandinê li ser înternetê hatine ku gelekî ji rastiya ku dîtîn dema gihiştin "xîlafeta" xwe-ragihandî ya rêxistinê cuda bû.

Şervanên QSD ên ku niha li Reqayê pêş dikevin lêpirsînê bi endamên grûpa Endenosî dikin lê çaverê dikin ku wan azad bikin, berpirsa kampa Eyn Îsa Feyrûz Xelîl, got.

"Ji tişta ku min ji wan fêm kirî... ew hatine xapandin," wê got.

"Wan dît ku wêneya ku DAIŞ ji wan re nexişandibû şaş bû," wê got. "Di deh mehên borî de wan hewl dida ku birevin, lê tenê di çend rojên borî de karîn birevin."

QSD plan dike ku grûpa Endenosiyan bi rêya sînor bibin bajarê Hewlêrê yê Iraqî û wan radestî konsulxaneya Endenosî bike.

Li gorî berpirsên Endenosî, tê texmînkirin ku nêzîkî 500-600 Endenosiyan niha li Sûriyê bin. Nêzîkî 500ên din hewl dabûn bigihin Sûriyê lê hatibûn dersînorkirin berî ku bigihin erdê DAIŞ.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500