Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Reqa amadekariya qonaxa piştî rizgarkirinê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Merasîma derçûna karwana 12ê ya Hêzên Ewlekariya Xwecihî ku dê erkê parastina Reqa ji dest Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) werbigrin. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Merasîma derçûna karwana 12ê ya Hêzên Ewlekariya Xwecihî ku dê erkê parastina Reqa ji dest Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) werbigrin. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) amadekariya qonaxa piştî rizgarkirina bajarê Reqa dikin bi rêya tedbîrên dem-dirêj ên taybet bi parastina ewlehiyê, berpirsên QSD ji Diyaruna re eşkere kirin.

Ev yek rahênana hêzên ewlekariya xwecihî û tîmên kontrolkirina trafîkê dihewîne, ji bo radestkirina erkên parastina ewlehiyê û qayimkirina zagonê, ligel paqijkirina bajar û derdora wî ji mayîn û bombeyên bidestçêkirî yên ku DAIŞ çandibûn.

QSD di 20 Cotmehê de "serkeftineke dîrokî" li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajarê Reqa ragihand û soz da ku desthilatê veguhêze rêveberiyeke sivîl.

Lê QSD veguhestina desthilatê bo Encumena Sivîl a Reqayê bo demeke kurt sekinand, ji ber ku wê got ku divê paşmahiyên cebilxaneyê werin rakirin berî ku bajar bikeve di destê sivîlan de.

Endamekî ajansa rakirina mayînan a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşdar e di rakirina mayînan de ji derbasgeha bajarê Reqa. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Endamekî ajansa rakirina mayînan a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşdar e di rakirina mayînan de ji derbasgeha bajarê Reqa. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

"Piştî bidawîbûna operasyonên paqijkirinê ... em dê bajar radestî Encumena Sivîl a Reqayê bikin," berdevkê QSD, Telal Silo, got.

"QSD dê soza xwe ji xelkê re ya rahênankirina tîmên ewlekarî yên ku ji şêniyên Reqayê pêk tên ji bo rêvebirina deverên rizgarkirî bicih bike," Mehmûd Îsmaîl, fermandarekî QSD ji parêzgeha Reqa got.

Xelkê bi hejmarine mezin berê xwe dane tevlîbûna Hêzên Ewlekariya Xwecihî, rêveberiya trafîkê û hemû sektorên xizmetê yên din, ew ji Al-Mashareq re axivî.

"Ew dixwazin bi awayekî aktîv beşdarî proseya nûperwerdekirin û nûvegerandina tiştan bo rewşa normal bibin li gorî karînan," wî got.

Ismaîl got ku veguhestina erkan bo Hêzên Xwecihî dê were paşxistin heta ku bajar û deverên derdorê bi temamî ji mayînan û bombeyên bidestçêkirî werin paqijkirin.

"Navendên ewlekariyê dê di dema xwe de amade bin ji bo vegera xelkê bo mal û milkên wan," wî got, anî ziman jî ku hinek yekîneyên Hêzên Xwecihî niha li deriyên bajar bicih bûne li kêleka endamên QSD.

Ewlekarî "di destê xelkê de ye"

Ebdulah Heyder, şêniyekî Eyn Îsa ye û tevlî Hêzên Xwecihî bûye piştî şerkirina di refên QSD de, got ku dema operasyona paqijkirina mayînan termam bibe, dê bajar bo Hêzên Xwecihî were radestkirin.

"Akademiyên serbazî yên QSD bi sedên xortan rahênan kirin ku weke xwebexş di rêzên Hêzên Xwecihî de kar kirine," wî ji Diyaruna re got.

Çendîn karwan ji van akademiyan derçûn, wî got, a dawî ji 253 derçûyan li Eyn Îsa pêk dihat.

"Derçûyên nû dê bi erkine ewlekarî yên cudacuda werin erkdarkirin li bajarê Reqa û deverên derdorê," Heyder got.

Wî got ku piraniya derçûyên korsên rahênanê şêniyên parêzgeha Reqa ne, ku amade ne ku karê xwe pêk bînin.

"Ewlehiya herêmê dê bikeve di destê xelkê wê de," wî got.

Şêniyê gundewarên Reqa Fehîm Derwîş, 20 salî, got ku wî xwe xwebexş kir di refên Hêzên Xwecihî de daku beşdar bibe di parastina deverên rizgarbûyî ji DAIŞ de.

Wî ji Diyaruna re got ku ew, ligel hevalên xwe, gihiştin baweriyê ku gerek deverên xwe bi destê xwe biparêzin.

"Roleke sereke ya QSD hebû di rizgarkirin û qonaxa piştî rizgarkirinê de," wî got. "Wan berê dev ji şêniyên Reqa berneda û wisa jî nakin. Ew û hêzên Asayişê me rahênan dikin û bo parastina ewlehiyê li deverên rizgarkirî hazir dikin."

Derwîş, ku hat neçarkirin ku ji dibistanê derkeve ji ber şerê li Sûriyê, got ku ew hêvî dike ku rola wî ya alîkarîkirina di parastina ewlehiyê de li bajarê wî dê bihêle ku zarokên Sûriyê werin perwerdekirin dûrî girûpên tundrew û krîzan.

Reqa bi mayînan mişt e

Hejmara mayînan, teqemeniyan û xefikên bombekirî yên ku Reqa li pişt xwe hiştin li Reqa ji her bajarekî din ku rêxistinê kontrol kiribû zêdetir e, Mistefa Ceylan, ji tîma rakirina mayînan a girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), got.

"Ew ne mezinkirin e eger em bibêjin ku her deriyekî bajar û her rêyeke wê, tax, mal û dikanên wê bomberêjkirî ne," wî ji Diyaruna re got.

Ceylan got ku qebareya mezin a wêranbûnê li bajar dihêle ku lêgerîna li mayînên ku dibe li jêr kavilan bin zehmet be.

"Hinek cih deverine karesateke mezin in, weke kargehên ku rêxistinê bikar tanîn ji bo çêkirina bombeyên bidestçêkirî û mayînan," wî got.

Wî got ku yekîneyên QSD du kargehên wisa dîtin -- kargeheke bombeyên bidestçêkirî û mayînan li navçeya Teyar û kargeheke bombekirina otombîlan li navçeya Badû.

Wî got ku sivîl dê vegerin piştî ku bajar bi tevahî were temşîtkirin û ji teqemeniyan were paqijkirin.

"Kar berdewam e li derî û derdora bajar ligel hinek avahiyên xizmetguzarî yên sereke ku nehatin wêrankirin di dema şer de," Ceylan got, anî ziman ku operasyonên rakirina mayînan dê piştre bo navenda bajar werin veguhestin.

Hinek mayîn û bombeyên bidestçêkirî ku rêxistinê li pey xwe hiştin di bin erdê de ne, lê hinekên din dihatin bikaranîn ji bo bomberêjkirina deriyên malan, mekîneyên şiştina cilan, sarincan û nanpêjgehan, Ceylan got.

Wî got ku hinek teqemenî hazirkirî ne bi teqînerên teknîk-pêşketî ku diteqin bi destdan an jî bi her hejeke biçûk, û hinekên din bi madeyên kîmyayî ve girêdayî ne ku guhertinên di pileyên germahiyê de karîgeriyê li wan dikin.

Hinek sivîl vegeriyane

QSD di daxuyaniyeke li ser înternetê de roja Yekşemê (5ê Mijdarê) got ku bi sedên malbatan vegeriyane Mişlib, navçeya rojhilatê Reqa.

"QSD sivîlên ji Mişlib agahdar kirin ku dikarin vegerin malên xwe piştî ku tîmên rakirina mayînan paqijkirina tevahiya taxê ji teqemeniyên ku li malên sivîlan ji aliyê DAIŞ ve hatibûn hiştin temam kirin," navenda ragihandina hêzê got.

Navendê got ku ev yekem tax bû ku xelkê wê vegeriyane ji dema "rizgarkirina ji DAIŞ", AFP ragihand.

Lê belê, QSD di alarmeke bilind de ye li gundewarên Reqa ji bo rêgirtin li sivîlan ku derbasî bajar bibin û jiyanên xwe nexin jêr metirsiyê, Xesan Ibrahîm, fermandarê yekîneyeke QSD, got.

"Mixabin, hinek sivîl rênima binpê kirin û hewl dan ku derbasî malên xwe bibin û encam ew bû ku neh ji wan mirin her dema ku derbasî mala xwe bûn di teqîneke mezin a mayînekê de," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku xelkê bajar bi temamî hişyar bûne derbarê pêwîstiya ku biya rênimayan bikin ku ji tîmên bicihkirî li tevahiya bajar ji wan re tên gihandin.

Xelk karê zehmet ê QSD bilind dinirxînin, û "bibawer in ku paşxistin di vegera bo malûmilkên xwe helbet girîng e", Ibrahîm got.

Wî got ku mayînan herwiha bûn sedema mirina hejmarek ji şervanên QSD ku beşdarî operasyonên maliştinê dibûn.

"Mayînên li Reqa bi temamî veşartî ne, ji ber vê yekê destnîşankirina cihên wan zehmet e," wî got.

Sufyan Hilanî, şêniyekî Reqa ku xwediyê dikanekê li bajar e û niha li Eyn Îsa ye, got ku ew venagere berî ku bajar vala ji teqemeniyan were ragihandin.

"Nûçeyên ku dihatin ji bajaran û deverên rizgarkirî ji DAIŞ digotin ku çawa rêxistinê hertişt bomberêj kiriye bi take armanca gihandina ziyanê," wî ji Diyaruna re got.

"Tişteke bêwate ye ku em ji rêxistinê rizgar bûn û gihan deverên ewle tenê ji bo rêxistinkirina jiyana xwe li jêr metirsiyê niha," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500