Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Operasyona "Xezeba Firat" a rizgarkirina Reqa ji DAIŞ berdewam e

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nêzîkî bajarokê Eyn Îsa yê Sûriyê, li bakurê Reqa tên dîtin, piştî ku hevpeymaniya HSD dest bi êrîşekê kir ji bo vegerandina bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 7ê Mijdarê de. [Delîl Suleyman/AFP]

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nêzîkî bajarokê Eyn Îsa yê Sûriyê, li bakurê Reqa tên dîtin, piştî ku hevpeymaniya HSD dest bi êrîşekê kir ji bo vegerandina bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 7ê Mijdarê de. [Delîl Suleyman/AFP]

Operasyoneke berfireh ji bo rizgarkirina Reqa û deverên derdora wê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) niha birêve diçe, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja Yekşemê (6ê Mijdarê) ragihandin.

"Şerê mezin ji bo rizgarkirina Reqa û derdorên wê destpê kir," berdevka HSD Cîhan Şêx Ehmed di konferanseke rojnamevanî de li bajarokê Eyn Îsa, ku nêzîkî 50 kîlometran li bakurê Reqayê ye, got.

Operasyona, ku navê "Xezeba Firat" lê hat kirin, beşdarbûna nêzîkî 30,000 şervanan li xwe digre ku nûneratiya hemû etnîkên ku pêkhateya civakî ya herêma Reqayê pêk tînin dike, HSD got.

Ehmed got ku hêzên hevpeymaniya navdewletî jî bi temamî piştgiriya operasyonê dikin.

Odeya operasyonên HSDê dê hevahengiyê navbera hemû operasyonên serbazî û hewlên navbera fermandar û hêzên li ser erdê bike, wê got.

Berî operasyonê, odeya operasyonan bang li xelkê kir ku ji deverên ku endamên DAIŞ li wan kom dibin dûr bikevin, berê xwe bidin deverên rizgarbûyî yan tevlî hêzên ku operasyonê pêk tînin bibin.

"DAIŞ ziyan gihandiye herkesî"

Hemû pêkhateyên etnîkî li herêma Reqa, di nav de Ereb, Turkman û Kurd, di kampanyaya serbazî de beşdar in, "ev yek rastiya herêmê bi tevahî nîşan dide, ku herkes bê istisna bi hebûna DAIŞ ziyan gihaya wan", Aram Şemûn, fermandarê yekîneyekê di Encumena Serbazî ya Siryanî de.

Yekîneyên beşdar di operasyonê de ji cihên xwe yên berê li gelek deverên gundewarê Reqa pêş dikevin, ji wan cihên ku ji 2015an ve şerê DAIŞ dikin, wî got.

"Fermandariya giştî ya HSDê rênima dane hemû hêzên beşdar di operasyonê de derbarê girîngiyê bênferehbûn û sebrê di dema operasyonên serbazî yên bê de ji bo parastina sivîlan ji ziyanê û xwedûrxistin ji armancgirtina cihên dijmin ên ku dibe nêzîkî malên welatiyan bin, ji ber ku tê texmînkirin ku grûp xwe di nav sivîlan de ji topbarankirin û êrîşên asmanî hilînin ," Şemûn ji Diyaruna re got.

Tiştê ku vê kampanyayê ji operasyonên din li dijî DAIŞ cuda dike rastiya ku "xelkê herêmê bixwe erdê xwe ji girûpê rizgar dikin, û ji ber vê yekê îradeya şerkirinê dê xurtir be", wî got.

Morala şervanan gelekî bilind e, wî got, bi taybetî ku plan û amadekariya şer ji demeke nekurt ve amade ne.

Tiştê ku îdareya şervanan han dide "rizgarkirina xelkê ji zordariya ku [DAIŞ] li wan dikir û rakirina tadayî, serşorkirin, cezakirin û kuştinên bêdawî yên ku ji aliyê girûpê ve dihatin pêkanîn", Şemûn got.

Kêfxweşiyeke bi xemxweriyê xemilandî

"Piştî çaverêkirineke dirêj, gavên praktîk ber bi rizgarkirina bajarê Reqa û gundewarên wê destpê kirin," rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula, ku niha li Qahîra niştecî ye, got.

"Xelkê herêmê ji bêtirî du salan ve li benda vê biryara dîrokî û çarenûsaz in," wî ji Diyaruna re got.

Ebdula got ku ew berî çend rojan ligel xelkê Reqa re axivî û wan behsa tevgereke mezin li kolanên bajar kirin ji ber ku endamên DAIŞ dihatin, ligel malbatên xwe, ji gundewarên Reqa bo nav bajar, ku di nav sivîlan de hatin belavkirin.

"Tirs û xemxweriyeke mezin ligel kêfxweşiya bi destpêkirina operasyona serbazî di nav xelkê de belav bûye, ku ditirsin ku weke mertalên mirovî werin bikaranîn dema ku HSD bigihe derdora bajar," wî got.

Tirsa xelkê ne bêbingeh in, ji ber ku DAIŞ bi hezarên sivîlan li nav û derdora Mûsilê weke "mertalên mirovî" bikar tîne, ku hêzên Iraqî li wir dest bi operasyonekê ji bo rizgarkirina asêgeha DAIŞ kirine .

"Stratejiya DAIŞ ya çepel û bêzirav ew e ku hemû bide hebûna dîlên sivîl bikar bîne ji bo asêkirina hinek xal, dever an hêzên xwe yên serbazî li hember operasyonên serbazê -- bi awayekî bibandor bikaranîna bi hezarên jin, zilam û zarokan weke mertalên mirovî," berdevka NY Ravina Shamdasani 28ê Cotmehê li Cenêvê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Serkeftina Yezdan nêzîk e, o, Hêzên Sûrya Demokratîk! Em hemû dikarin jiyana xwe ji bo we feda bikin! Eger tu biryar bidî, tewkelî bi xwedê bike, ji ber ku Xwedan ji wan kesên ku tewkliyê bi wî dikin hez dike, şer bike û hêmin be, û em dê we ji bîr nekin di nimêja xwe de. xwedê ji bîr neke,û ji bîr nekin ku Xwedan bi rastiyê re ye, û bi hêviya Xwedan, hûn bi rastiyê re ne.

BERSIV BIDE