Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Ciwanên Başîqa ciwaniya berê ya bajarê xwe vedigerînin

Xalid Taî

Xêrxwaz Zîrî Kadî, 22 salî, û hevalên wê kolanên Başîqa paqij dikin weke beşek ji "Rezê Zeytûnan", kampanyayeke ciwanan ji bo nûjenkirina bajar. [Wêne ji aliyê Zîrî Kadî ve]

Xêrxwaz Zîrî Kadî, 22 salî, û hevalên wê kolanên Başîqa paqij dikin weke beşek ji "Rezê Zeytûnan", kampanyayeke ciwanan ji bo nûjenkirina bajar. [Wêne ji aliyê Zîrî Kadî ve]

Ciwanên xêrxwazên ji Başîqa, bajarekî li bakûrê-rojhilatê Mûsilê ku bi zeytûnên xwe binavûdeng e, ji vegerandina bedewiya bajarê xwe re kar dikin dema ku hêzên Iraqî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) derxistin.

Kampanya bi "Rezê Zeytûnan" tê naksikirin piştî derxistina DAIŞ di Mijdarê de û bi fermî ligel destpêka vê salê pêk hat, rêkxer dibêjin.

"Min têkilî ligel zilam û jinên ciwan yên bajarê xwe di Facebookê de dikir, û me biryar da ku em vê kampnanyê pêk bînin û çaxê hilgirtina teqemeniyan temam bibe em dest bi kar bikin," xêrxwazek ji kampanyayê bi navê Zîrî Kadî, 22, ji Diyaruna re got.

Nêzî 80 jin û zilamên ciwan niha ligel hev di koman de kar dikin, her komek ji heşt xêrxwazan pêk tê, daku vê karî bi rêve bibin, wê got, ku paqijkirina zikak û kolanan û boyaxkirina peyarêyan û dîwaran lixwe digre.

Kar ne bê metirsî ye, Kadî got, ji ber ku hinek caran paşmayiyên moşek û otombîlên bomberêjkirî tên dîtin û divê bên hilgirtin.

"Astengî hene, lê belê hezkirina me ji bajarê me re hana me dide ku em hemû hêza xwe bikar bînin," wê got, anî ziman jî ku xêrxwaz dixwazin encamên terorîzmê jêbibin û cihekî çêbikin ku hêvî, aştî û azadî di nav de geş bibe.

Niştecihên Başîqa piştgiriya kampanyayê dikin bi dana pereyan ji kirîna boyaxê re û pêdawîstên paqijkirinê re û bi beşdarbûnê di kar de, Kadî got.

Kar li ser kolanên Rabih, Eskerî, Xafir û Came têne kirin, wê got, ligel taxên Melayîn, Etşana û Ras el-Ên.

Xweragirtin û karê komî

"Kampanyaya me bi ruhê xweragiritinê û karê komî kampanyaya me cuda dike," xêrxwaza kampnayayê Newres Malelah Şemsanî ji Diyaruna re got.

"Xêrxwaz nêr û mê ne ku temenê wan di navbera 14 salî û 30 salî ne," wî got, û xwendekar, mamoste karmend û çalakvan di nav de hene ku "bi hewilên xwe ji vegerandina rûyê bedew ê bajarê xwe serbilind in û dîrokeke nû ji bajar re dinivîsin".

Ev kampanyayeke serbixwe ye û tu piştgirî ji bilî ji êrdanên biçûk û alîkarî ji niştecihan wernagire, Şemsanî got.

Armanca wê handana awareyan e ku vegerin Başîqa, mala 100,000 kesên ji tayife û etnîkên cor bi cor, wî got.

Leza vegerandinê kêm bû, hîna tenê bi nêzî 40 malbat vegeriyane malên xwe li bajar, xêrxwazekî kampanyayê Semîm Ebdela got.

Me gelek tenên bermahî û qirêjê rakirine û torên kenalîzasyonê vekirin, ligel karên xemilandinê û boyaxkirinê," wî ji Diyaruna re got.

Çandina daran, boyaxkirina malan

"Em daran li meydanên giştî diçînin," Ebdela got. "Me nêzî 2,500 darên çaman û tovên darên xemilandinê ji zanîngeha çandinê li Parêzgeha Duhokê wergirtin û heta niha me nêzî 400 ji wan çandine."

"Em hêvî dikin ku di planên paşeroja me de ku em hejmara darên zeytûnên ku bajarê me pê naskirî ye zêde bikin," wî anî ziman.

Xêrxwazên kampanyayê plan dikin ku malên wêranbûyî nûjen û boyax bikin, Ebdela got, û her 12 dibistanên bajar jî nûava bikin.

Tevî kêmahiya xizmetên giştî weke kehreb û avê, wî got, "gelek mimkin e ku leza vegerandinê zêde bibe dema ku sala dibistanê ya vê salê bidawî be û bênvedana havînê destpê bike".

"Gelek aware tenê dema ders li dibistanên zarokên wan temam dibin dikarin vegerin" wî got. "Û heta ew dem tê, me gelek dem ji dewamkirina kar heye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500