Nûçeyên Iraqê
Civak

Ciwanên Iraqî darên zeytûnan li bajarên Enbarê diçînin

Seyf Ehmed li Enbarê

Zarok di kampanyayeke vê dawiyê de ya ji bo çandina darên zeytûnan bi dirêjahiya kolanên bajarên Felûca û Remadî li parêzgeha Enbarê cih digrin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Zarok di kampanyayeke vê dawiyê de ya ji bo çandina darên zeytûnan bi dirêjahiya kolanên bajarên Felûca û Remadî li parêzgeha Enbarê cih digrin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Ciwan vê dawiyê çûn Enbarê daku darên zeytûnan bi dirêjahiya kolanên Felûca û Remadî biçînin û ligel hevalên xwe li parêzgeha rojavayî li welat beşdarî çalakiyên werzişî û kultûrî bibin.

Kampanyaya çar rojî, ku ji aliyê Wezareta Genc û Werzişê ve hatiye organîzekirin, "beşdarbûneke mezin ji aliyê çalakvan, genc û xwebexşan ji parêzgehên cuda yên Iraqê" dît, endamê encumena parêzgeha Enbarê Hemîd Dulêmî got.

Ew ciwanên, ku ji Bexda, Necef, Kerbela, Nasiriya û Babil hatin, bêtirî 2,000 darên zeytûnan li Remadî û Felûca çandin, wî ji Diyaruna re got, û herwiha beşdarî çalakiyên hunerî û werzişî bûn.

"Ev kampanya nameyeke aştî, hezkirin û biratiyê di nav xelkê Iraqê de diçîne piştî derxistina 'Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê' (DAIŞ) ji Enbarê", wî got.

Kampanya "nameyeke xuya ji rêxistinên terorîst re ye ku xelkê me hevgirtî ne", rêveberê werzişa Remadî Obêd Fehdawî got.

Ew wê yekê zelal dike ku gencên Iraqî li dijî tayifegerî, cudakarî û îdyolojiyên tundrew û tundutûj in, wî ji Diyaruna re got.

"Erda xweragiriyê"

Kampanyayê berhemeke şanoyê bi navê, "Erdê Xweragiriyê" derbarê xelkê Enbarê li xwe girt, Fehdawî got.

"Ew nîşan dide ku çawa wan şerê terorîzmê kir û erdên xwe rizgar kirin, aramî û ewlehî vegerandin, û jiyana normal vegerandin bajarên xwe piştî sê salên zehmet ji zehmetiyê ji encama awarebûnê û wêranbûna malên wan," wî got.

Çalakiyên kultûrî yên din şevbuhêrkeke helbestvanî li xwe girt ku helbestvanên ji Enbarê û parêzgehên din jî tê de cih girtin, wî got.

Bi rêya helbestên xwe, nivîskaran hezkirina xwe ji welatê xwe re û yekgirtina xelkê xwe li hemberî terorîzmê, ya ku hewl da ku bajarên Enbarê wêran bike lê biserneket nîşan didin, Fehdawî got.

"Darên zeytûnan li meydanên dibistanan hatin çandin ligel li xaçerêyên kolanan û parkên giştî weke semboleke xweragiriyê," wî got jî.

Xelîl Amirî, helbestvanekî ji Bexdayê, ji Diyaruna re got ku ew çû Enbarê "daku piştigirya xelkê me li Remadî û Felûca yên ku di dilê me de ne bikin".

"Hinek dengo hene ku dibêjin parêzgeha Enbarê hîn cihekî metirsîdar e û lê nayê jiyankirin, lê em dikarin bibin şahid ku berevajî vê yekê ye," wî got. "Em kêfxweş in ku em nûkirinê û tevgera bi serbestî ya xelkê dibînin."

Têkiliyên xurt

"Jiyana kultûrî, hunerî û werzişî li Enbarê li ser asta niştîmanî xwedan taybetmendiyeke cuda ye," Amirî got.

"Helbestvan û nivîskarên di warên cuda de hene, ji ber vê yekê em dikarin sûdê ji ezmûna wan werbigrin û herwiha têkiliyên xwe xurt bikin ji bo xweşkirina rê ji çalakiyên hevbeş re di dema bê de," wî got jî.

"Enbarê û xelkê xwe girêdayî parêzgehên mayî yên Iraqê ne bi rêya têkiliyên êlî, olî û civakî yên xurt," Husên Kenaan, ji Kerbela, got.

"Em niha di nav xelkê xwe de ne, em dikarin kêfxweş bin bi pîrozkirina rizgarkirinê bi wan re û vegera jiyana normal ji deverên wan re," wî got. "em dibêjin na ji terorîzmê re û belê ji aştî, yekgirtin û hezkirinê re."

"Beşdarbûyîna di çalakiyên weke lîstikên futbolê ligel tîmên xwecihî yên behredar û hêvîdar vexwendinek ji hikûmetê û pêwendîdarên werzişê re ku hay ji wan hebe," wî got.

Stêrên futbolê weke Amo Baba , di dema borî de ji Enbarê derketin, wî got, ligel lîstikvanê futbolê yê Iraqî Hîşam Mihemed ku niha bi tîma Teleba re dilîze û herwiha stêrên din jî.

Bilindkirina moralê li Enbarê

"Serdana ciwanan û şandeyên werzişî bo Felûca bilindkirinek ji moralê re bû," Kaptin Heyder Şemerî ji Felûca got.

"Em dê serdanê ji wan re vegerînin ji ber ku em çalakiyên werzişî û hunerî yê bê organîze dikin li Bexda, Kerbela, Necef û Besra di pêşeroja nêzîk de," wî ji Diyaruna re got.

"Terorîzmê hewl da ku rastiyên li Enbarê veşêre û parêzgehê ji parêzgehên din ên Iraqê îzole bike, lê biserkenet ji ber helwesta xweragir a xelkê wê," wî got.

Jiyan û werziş vegeriyane rewşa normal, Şemerî got.

Wî got jî, lê belê tîmên xwecihî hîn bi hewceyî stadên nûjenkirî û pêdiviyên werzişî yên pêşketî ne daku performansa xwe pêş bixin.

Vegerandina jêrxaneyê û weberhênanê di alavên nû de dê rê bide wan ku beşdarî qehremaniyên niştîmanî bibin û behreyên bê bibin, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500