Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Encumena xwecihî ya Başîqa pêşbaziyê ji bo dubare avakirinê dike

Xalid Ta'î

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" pêleke wêrankariyê li Başîqa li pey xwe hişt ku zerer gihandiye malan, jêrxaneyê û peristgehan. [Wêne ji encumena parêzgeha Nînewa hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" pêleke wêrankariyê li Başîqa li pey xwe hişt ku zerer gihandiye malan, jêrxaneyê û peristgehan. [Wêne ji encumena parêzgeha Nînewa hatiye wergirtin]

Bi dehên kîlometran li bakurê rojhilatê Mûsilê, tevgereke mezin li bajarokê Başîqa yê parêzgeha Nînewa heye ji ber ku xelkê wê pêşbaziyê dikin ji bo dubare avakirina hemû tiştên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve hatin wêrankirin piştî du salên ji desthilata girûpê.

Di 8ê Mijdarê de, hêzên pêşmerge yên Iraqî endamên DAIŞ ji Başîqa derxistin , lê rêjeya zerera ku wê li pey xwe hişt digihe 30% ji mal, avahiyên hikûmetê û jêrxaneyên wêrankirî, endamê encumena xwecihî Husên Şebekî got.

DAIŞ bajarok kir "devereke karesatî", wî ji Diyaruna re got.

"Ne ava vexwarinê heye û nejî elektirîk heye," wî got. "Piraniya xizmetguzariyan an beşek ji wan anjî bi temamî ji aliyê terorîstan ve hatine wêrankirin."

"Gelek mal, milkên şexsî û peristgeh jî ji vê wêrankariya biqesd nefilitîn," wî got jî.

Encumena xwecihî karekî cidî dike ji bo nûkirina bajarok, Şebekî got. "Em bi hezarên tonên çemento yên ku ji encama bombekirina avahiya encumenê û rêveberiya veterneriya nêzîkî wê radikin."

Herwiha, kolanên serek ji komên paşmahî, otombîlên şewitî û bermahiyên şer tên paqijkirin, wî got.

Lê belê, mayîn û madeyên teqîner pêşketina hêzên Iraqî asteng dikin, wî got, û anî ziman ku "pisporên bombeyan bombeyên bidestçêkirî pûç dikin, lê bi hezaran hene ku li sranserê rûbereke coxrafî ya berfireh belav bûne, ku ev yek dihêle ku rakirina wan proseyeke zehmetir û dirêjtir be."

Ligel bomberêjkirina gelek avahiyan li Başîqa, wî got, DAIŞ herwiha teqemenî di bîrên avê yên urtiwazî de û li derdora wan danîne.

Şebekî bang li hikûmetê û rêxistinên xwecihî û navdewletî kir ku alîkariya pêwîst ji bo alîkarîkirina di nûkirina bajarok de pêşkêş bikin.

Wî herwiha daxwaza qerebûkirina darayî ji wan kesên ku malên wan hatine wêrankirin re kir daku ew bikaribin dubare jiyana xwe birêve bibin.

Tawan li dijî hindikahiyan

Êzîdî bêtirî 70% ji xelkê Başîqa pêk tînin, ligel hindikahiyeke ji Kiristiyan û pêkhateyên din, li gorî Kawa Îdo Xitarî, çalakvanekî mafên mirov ê Êzîdî û serokê rêxistina Jafîn bo pêşxistinê.

Hîn Başîqa vegera xelkê xwe nedîtiye, ku piraniya wan -- nêzîkî 100,000 malbatan -- reviyane herêma Kurdistanê, wî ji Diyaruna re got.

"Bajarok hîn bi temamî ji madeyên teqîner nehatiye paqijkirin û xizmetguzarî hîn neberdest in lê hewlên xwecihî yên xurt hene ji bo rakirina hemû nîşanên wêrankariyê yên ku terorîstan li pey xwe hiştine," wî got.

Herî kêm 350 mal hatine wêrankirin, wî got, ligel mezargeh, peristgeh û kenîseyan.

Xitarî got ku rêxistina wî hewl dide hemû tawanên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine pêkanîn li Başîqa û deverên din li devera Deşta Nînewa ku etnîk û pêkhateyên cuda yên Iraqê bi hev re lê dijîn bi belge bike.

"Divê em mîrata kultûrî û olî ya xelkê wir dubare ava bikin bi rêya hewlên navdewletî û niştîmanî yên hevbeş, lê destpêkê em bi hewceyî destpêkirina projeyên xizmetguzariyê yên herî bilez in," wî got.

Xitarî bang li hikûmetê kir ku bernameyan ji bo danîna bingehên aştî û ewlekariyê li deverên ku ji terorîzmê hatine rizgarkirin deyne û wan pêş bixe.

Xelkê Başîqa, weke bajarok û gundên din ên ku ji aliyê DAIŞ ve hatin dagirkirin, rastî "serpêhatiyên karesatî bûne ku di dîroka modern de bê mînak in", qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl got.

"Terorîstan hemû xelkê Başîqa derxistin, her kesê ku digirtin dikuştin, û peristgeh û milkên taybet û yên dewletê talan û wêran kirin," wî ji Diyaruna re got.

Xelîl bang li xelkê kir ku bi hemû hêza xwe beşdarî hewlên dubare avakirinê bibin.

"Piştî bidestxistina serkeftinê [li dijî DAIŞ], divê em bi hev re ji bo vegerandina bajar û xizmetguzariyên wê bo rewşa normal kar bikin daku xelk bikaribin jiyana xwe ya rojane bi ewle û bêtirs derbas bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500