Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şêniyên bakurê Sûriyê tevlî şerê derxistina DAIŞ dibin

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîra

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk, ku hevbendiyeke Erebî-Kurdî ye, beşdariyê di qonaxa duyemîn a Operasyona Xezeba Firat dikin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk, ku hevbendiyeke Erebî-Kurdî ye, beşdariyê di qonaxa duyemîn a Operasyona Xezeba Firat dikin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Di qonaxa duyem a Operasyona Xezeba Firatê de bi sedên şervanên nû tevlî rêzên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dibin, QSD hevbendiyeke Erebî-Kurdî ye şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dike, berpirsan got.

Piranî şêniyên bakurê Sûriyê ne, gelek kes jî ji parêzgeha Reqa ne, asêgeha DAIŞ a ku aniha armanca operasyona li dar e, ji Diyaruna re gotin.

Roja 10ê Kanûna Yekem, QSD destpêkirina qonaxa duyem a Operasyona Xezeba Firat ragihand. . Operasyona serbazî, ya ku 5ê Mijdar destpê kiriibû, arman dike ku başê rojavayî yên parêzgeha Reqayê rizgar bike.

Herwiha dixwaze ku bajarê Reqayê îzole bike û DAIŞ li nava bajêr dorpêç bike û beşê yekem ji pilanê derxistina girûpê ji bajar û deverên derdorê ye.

Hejmarek mezin a tabûrên Ereb aniha milbimilê şervanên Kurd ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG and YPJ) şer dikin daku Reqayê rizgar bikin, Fermandarê fesîlekî QSD Xesan Brahîm ji Diyaruna re got.

Evna Hêzn Bijare yê Sûrî, Baskê Leşkerî yê el-Xed el-Sûrî (Siberoja Sûriyê), Lîwayê Suqûr el-Reqa Brigade (Bazên Reqa) and Lîwayê Siwar el-Reqa (Şoreşgerên Raqa) li xwe digrin, Brahîm got.

Operasyon pişta xwe bi "Hêzên pêkhata Ereb xurt dike, ji ber ku ew ji deverên ne û gelekî şarezayê cîyografiya wê ne û cihên ku dibe endamên DAIŞ weke veşargeh ji xwe re bikar bînin dinasin", wî got.

Şervanên Ereb ên ji deverê herwiha dikarin agahiyan derbarê korîdorên guncav ji vegustina sivîlan ji qeda oprasyonê bi selametî bidin, wî got jî.

"vê dawiyê bi sedan ciwanên Ereb ên deverê tevlî rêzên QSD bûne," wî got, da zanîn jî ku 1,500 şervan ji gund û bajarokên deverê tevlî hevbendiyê bûne di destpêka qonaxa duyem a operasyonê de.

"Baştrîna delîva serketinê"

Parêzgeha Reqa ji çendîn olan û girûpên etinîk pêk tê, Brahîm got, her yek ji wan amade ye şerê DAIŞ bike û ew dizanin "baştirîn delîva wan a serkeftinê tevlîbûna rêzên QSD ye, ji ber ku ew korîdnasyoneke tam navbera tevahiya tabûrên şerker de misoger dike û wan bi piştgiriya lojistîk a pêwîst zêde dike".

QSD herwiha kordînasyonkirina bi hêzên hevpeymaniyê re ji aliyê piştgiriya leşkerî û êrîşên asmanî peyda dike, ku ew yek zemînê ji rizgarkirina deverên di dest DAIŞ de bi serekeftineke xurt xweş dike, wî got.

"Şer di bin navê QSD rastîbûna hewilên li ser erdê tekez dike, ligel fokuskirinê li ser dîsplîn û rahênan û çekdarkirina çekdaran, ku ev yek ji gehiştina armancên operasyona serbazî re yekcar girîng e," wî anî ziman.

Niştecihê Reqa û endamê QSD Enes Mejar ji Diyaruna re got ku wî û bi dehên niştecichên gundên li jêr kontrola DAIŞ li deverên gundewarî li rojavayê bajarê Reqa bi baldarî qonaxa yekem ya Operasyona Xezeba Firat dişopand.

"Erkê QSD bi derxistina çekdarên DAIŞ û paqijkirina deverên rizgarkirî ji mîn, teqemenî û mayînên çekan bidawî tê," Mejar got.

Rêveberiya xwecihî piştî DAIŞ

"Rêveberiya deverên rizgarkirî dê di destê xelkên herêmê bi xwe de be, bi rêya encumenên xwecihî ku dê çavdêriya peydakirina hemû pêdvî û ewlehî û meseleyên lojstî bikin, mîna tiştê li Menbicê çêbûyî, Mezher got.

Rêveberî bi rêya êlan jî tê pêkanîn, ku wan sîstem û adetên xwe hene derbarê hukmkirinê, wî bal kişand.

Nêrîna êlên Ereb "zelal û diyar e, û ew ku bi temamî piştgirya Operasyona Xezeba Firatê bê kirin, bi taybetî dema ku sedên zilamên êlên Ereb niha beşdariya pêngavê dikin", wî anî ziman jî.

"Çekdarên ku di nav Operasyona Xezeba Firatê de hez ji tu danûstandinên derbarê Ereb anjî Kurdan nakin," Ferhan Esker, fermandarê yekîneya Suqûr Reqa, ku şer li jêr navê QSD şer dike, got.

"Her yek ji wan beriya hemû tiştî ewê din wek Sûrî dihijmêre, û ya duyem weke kurê herêma xwe hesab dike," wî ji Diyaruna re got. "Hemû bi bawer in ku armanca bi tenê û ya bingehîn rizgarkirina herêmê ji DAIŞ e, û rizgarkirina niştecihên wê ne û bi dawîkirina neheqiya ku ew rastî wê tên."

Parastina sivîlan

Wehîd Xelef, çekdarêkî QSD ye ku ji gundê nû rizgarkirî Xelef Bêk li gundewarên Reqa hatiye, got ku 25 gund û rez li bakûrê rojavayê bajarê Reqa hatine rizgarkirin.

Pêngava niha giraniyê dide bendava Sewra ya nêzî Reqa, wî got, anî ziman jî ku çekdarên QSD aniha tenê 30 kîlometran ji wê dûr in.

"Pêşveçûna QSD li herêmê bi awayekê tê kirin ku parastina jiyana sivîlan bike," wî anî ziman.

Piraniya niştecihên van gundan "bersiva girîngiyên ewlehiyê dikin û û malên xwe dihêlin û berê xwe didin nuqteyên QSD ", wî got.

Çekdarên QSD derbasî deverên xwe dibin û operasyonên maliştinên bi temamî pêk tînin daku ji mîn û teqemeniyan paqij bikin wî got, ev jî dê rê bide niştecihan ku di cih de piştî dawîbûna operasyonê vegerin malên xwe.

"Hêz alîkariya awareyên demkî bi rêya peydakirina xwarin û alîkariyên pizîşkî dikin û piştre alîkariya wan dikin ku vegerin gund û malên xwe dema ku xeternakî bi dawî dibe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500