Nûçeyên Iraqê

Hevbendiya Erebî-Kurdî DAIŞ ji rûberên berfireh ji Reqa derdixe

Hevbendiyeke Erebî-Kurdî ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Sûriyê dike roja Duşemê (16ê Kanûna Duyem) ragihand ku wê 3,200 kîlometrên ducar li parêzgeha Reqa ya Sûriyê ji çekdarên girûpê paqij kirin, medyaya xwecihî ragihand.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amarên kuştiyan û raportên pêşketinê belav kirin, eşkere kir jî ku ji destpêka Operasyona Xezeba Firatê ve , wan 236 gund li bakurê parêzgehê rizgar kirine, ARA news ragihand.

HSD 620 çekdarên DAIŞ di dema birêveçûna kampanyayê de kuştin, 18 ne din girtin û "bêtirî 40 otombîlên bombekirî" wêran kirin, berpirsên hevbendiyê gotin.

Şervanên QSD herwiha dest danîn ser "qebareyeke mezin ji teqemenî û çekan" ligel "hejmarek ji otombîlên DAIŞ", wan got jî.

Lîderên QSD gotin ku wan 42 şervanên xwe di dema operasyonê de ji dest dan, ku qonaxa duyem jê di 10ê Kanûna Yekem de destpê kiribû.

Wan pesnê hevahengiya sivîlan li beşên rizgarkirî ji Reqa da, û wan soz da ku wan biparêzin û qurbanîdayînên pêwîst bikin daku aştiya ehlî biparêzin.

Ji encama operasyonê, bi hezarên sivîlan li gundewarên rojavayî ji Reqa hatin rizgarkirin, û dê vegerin malên xwe piştî ku gundên wan werin rizgarkirin û paqijkirin, berpirsên QSD gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500