Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevbendiya Ereb û Kurdan nêzîkî bajarê Reqa dibe

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Şervanên ji Hêzên Sûriya Demokratîk beşdarî qonaxa duyem a Operasyona Xezeba Firatê, ku serkeftinên mezin li gundewarên Reqa pêk anîne, dibin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Şervanên ji Hêzên Sûriya Demokratîk beşdarî qonaxa duyem a Operasyona Xezeba Firatê, ku serkeftinên mezin li gundewarên Reqa pêk anîne, dibin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berdewam e li ser şerê li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li gundewarên Reqa, û di rizgarkirina hejmareke mezin ji gundan û zeviyan de li rojavayê bajar bi ser ketin.

Hevbendiya opozîsyonê ya Ereb û Kurdan ewlehiya sivîlan li deverên ku biryar e werin rizgarkirin diparêze û li deverên ewle alîkariyê dide wan heta bikaribin bi selametî vegerin malên xwe piştî ku şer bidawî bibe.

Di daxuyaniyeke de roja16ê Kanûna Duyem, QSD got ku di dema qonaxa duyem ji Operasyona Xezeba Firat, wê karî 2,480 kîlometrên çargoşe li parêzgeha Reqa ji DAIŞ rizgar bike.

Ev yek rûbera tam a devera rizgarkirî digihîne 3,200 kîlometrên çargoşe, di nav de 236 gund û bi dehên zeviyan, ku li derdora bajarê Reqa ne ji bakur û rojhilat ve, daxuyaniyê got.

Heta niha, 620 hatin kuştin û 18 hatin girtin, bi dehhezarên xelkê ji girûpê hatin rizgarkirin û vegeriyan malên xwe, daxuyaniyê got.

Ev serkeftin bûn sedema jidestdayîna 42 şervanên QSD di şer de, di nav de şervanekî Brîtanî, yekî Amerîkî û yekî Kenedî, daxuyaniyê got.

Operasyon didome

"Qonaxa duyem ji Operasyona Xezeba Firat, ku di 10ê Kanûna Yekem de destpê kir, hîn didome," Ebdulfetah Nesredîn, ku fermandariya yekîneyeke şerker a QSDê dike got.

"Gundên Siwêdiya û Widyan vê dawiyê hatin rizgarkirin, û niha hêz ber bi gundê Tureykiya û bendava Tebqa ve pêşve diçin," wî ji Diyaruna re got.

Şer "bêtir bi dîqet bûne", wî got, bi taybetî ji 11ê Kanûna Duyem ve.

Di vê demê de, "hêzên ku bi dirêjahiya herdu mîhwerên sereke, wate yê Eyn Îsa û yê Qadiriya ne, li gundê Kurmanco gihane hev", wî got.

Hêzên ku ji Eyn Îsa tên 34 kîlometran pêş ketine, wî got, û hêzên ku ji Qadiriya tên 57 kîlometran pêş ketine, "wisa devereke berfireh dixin jêr dorpêçê û di nav domêna agirê hêzên êrîşkar".

"Operasyonên paqijkirinê li hemû deverên rizgarkirî berdewam in ji bo piştrastbûn ku ew ji endamên DAIŞ paqij in, û helbet herwiha operasyonên ji bo paqijkirina deverê ji mayîn û bombeyên bidestçêkirî hene," wî got.

Hevdem, wî got, veşargehên endamên DAIŞ ên ku weke penageh ji êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê dihatin bikaranîn jî tên teqandin.

QSD ber bi Tebqa ve pêşve diçe

"Di rojên bê de dê QSD ber bi devera Tebqa ve pêşve biçe, piştî girtina kelha Ca'eber , bi armanca girtina Bendava Tebqa ya stratejîk," Nesredîn got.

Ev dever tenê 45 kîlometran ji bajarê Reqa, asêgeha DAIŞ, dûr e, anî ziman ku Bendava Tebqa bingeheke elektirîkê li xwe digre ku xwedî girîngiyeke zêde ye, ji ber ku kontrolkirina wê tê wateya kontrolkirina berhema wê ji elektirîkê.

Qonaxa duyem ji operasyonê ji bo rizgarkirina Reqa baş birêve diçe, fermandarê fesîlekê di QSD de Xesan Îbrahîm ji Diyaruna re got.

" Bi dehên şervanên ji parêzgehê tevlî QSD bûne , ku pişgiriyeke mezin ji aliyê êlên li herêmê werdigrin," wî got.

"Mameleya ligel sivîlan gelekî asantir bûye ji ber baweriya wan a tam bi hêzên ku şerê DAIŞ dikin," wî got jî.

Piraniya hêzên QSD ku li xeta pêşîn şer dikin xelkê Reqa ne, wî got, anî ziman j' ku "morala di nav hêzan de gelekî bilind e ji encama, ji aliyekî, encamên praktîkî yên sereke ku hatine bidestxistin, û li aliyekî din, piştgiriya moralî ji aliy xelkê ve".

Hewlên xwedizekirina DAIŞ

"Metirsiya li deverên rizgarkirî bi çûna endamên DAIŞ ênterorîst ên bidawî nabe," endamê tîma paqijkirina mayînan a QSD Sînan Qamişlo got.

"Mixabin ew dimîne, û dibe sedema jidestdayîna jityana sivîlên bêsûc," wî ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku endamên DAIŞ malan bomberêj dikin û teqemeniyan li rêyan û zeviyan diçînin, û dibin sedema gelek qurbaniyên sivîl.

"Di 18ê Kanûna Duyem de, sê zarok (4, 8 û 13 salî) hatin kuştin û du yên din bi giranî birîndar bûn li gundê Mehmûdî dema ku mayînek teqiya çaxê ku ew li derveyî malê bi wan dilîstin," wî got.

"Bûyerên wisa kêm çêdibin ji ber ku tîmên endazyariyê deverên rizgarkirî ji mayînan paqij dikin. Lê hinek caran xelk zû vedigerin û haletên birîndarbûnê çêdibin."

Xwedizekirina DAIŞ hinek caran ji bo deverên rizgarkirî metirsiyeke zêdetir datîne, wî got, anî ziman ku grûp çekdarên xwe dişîne ji bo kuştina sivîlan û endamên hêzên rizgarker û ji bo çandina bombeyên bidestçêkirî.

Lê belê, bicihbûna berfireh a şervanên QSD û ewlekarî û çavdêriya tund li cihên nobedariyê van hewlên xwedizekirinê vala derdixin, wî got, ku hêz ligel xwedizekeran dikevin şer.

"Mezintirîn hewla xwedizekirina pûçkirî şeva 17ê Kanûna Duyem çêbû, û di encamê de 15 endamên terorîst hatin kuştin," wî got.

"Terorîst ne tenê hewl didin ku bi pêya xwedizekirinê bikin, lê hinek caran hewl didin ku wisa bikin lê bi rêya otombîlên zirxî ku mamele ligel wan tê kirin -- tên teqandin -- berî ku bigihin hêzên li deverên rizgarkirî bicihbûyî," Qamişlo got.

Bûyereke wisa di şeva 13ê Kanûna Duyem de li nêzîkî gundê Caeber qewimî, wî got, dema ku otombîleke mertalkirî hat wêrankirin û yeke din çekdaran dest jê berda ji ber ku ew ji encama teqekirina giran bi aliyê wan de reviyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500