Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xelkê Reqa ji demeke dirêj ve li benda hêzên rizgarker in

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Xaleke kontrolê ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li kolaneke Reqa ye. [Wêne ji kampanyaya Reqa Bêdengî Tê Gurandin hatiye wergirtin]

Xaleke kontrolê ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li kolaneke Reqa ye. [Wêne ji kampanyaya Reqa Bêdengî Tê Gurandin hatiye wergirtin]

Di demekê de ku hêzên rizgarker pêşketina xwe ber bi bajarê Reqa yê Sûriyê ve berdewam dikin, xelkê xwecihî dibêjin ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hewlên xwe ji bo kontrolkirina jiyan, mejî û tevgerên wan zêde kiriye.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji dûrahiya 25 kîlometran ve li bakurê bajar şerê girûpê dikin weke beşekê ji Operasyona Xezeba Firatê ya ku di 6ê Mijdarê de destpê kir.

Asêmayî li bajar ji herdu aliyên cesteyî û fînansekirinê ve, ji ber nekarîna wan a debarekirina jiyana xwe anjî revê, xelkê ji Diyaruna re gotin ku ew di şertûmercên zehmet de dijîn û li benda rizgarkirinê ne daku bikaribin jiyana xwe dîsan berdewam bikin.

Hevdem, çekdarên DAIŞ sûdê ji rewşa wan werdigrin ji bo sepandina desthilata xwe, ferzkirina îdolojiya xwe ya tundrew û pereyan bi awayên cuda bi darêzorê distînin.

Dorpêçeke medyayî

"Girûp kampanyayên lêgerînê yên bêtir [li malan] pêk tîne ji destpêkirina kampanyaya Xezeba Firat ve, û dibe ku lêgerîn her demî li her malekê were encamdayîn," mamosteyê ji Reqa Nasir Elî, ku bernavekî bikar tîne ji ber sedemên ewlekarî, got.

Berê, endamên DAIŞ pirs ji xwediyê malê dikirin berî ku ew derbasî malên taybet bibin, wî ji Diyaruna re got, lê niha her dema ku derî tê vekirin ew derbas dibin.

"Ew dest bi lêgerîneke hûrbîn li malê dikin ji bo dîtina her alaveke pêwendîkirinê, û bi taybet ji bo alavên satelît," wî got.

Vê yek destpê kir dema ku gotegot li bajar belav bûn ku gelek alavên satelîtê bi nehênî hatine danîn daku were zanîn ka çi li cîhana derve çêdibe, wî got.

Ew herwiha li telefonên bi sîmkart ên ku dikarin bikevin înternetê de digerin, wî got, dest datînin ser wan û xwediyên wan dixin zindanê de bo heyamên ku digihin du hefteyan.

"Kafêyên înternetê niha bi temamî di bin kontrola girûpê de ne, û piraniya caran li sivîlan qedexe ye ku derbasî wan bibin, ji ber ku derbasbûn tenê ji endamên DAIŞ re ye," wî got.

Dema ku ji sivîlan re jî tên vekirin, ji nêz ve çavdêriya bikarhêneran tê kirin û berê ekranên kompûterê didin ofîsa xwediyê kafêyê, ku piraniya caran endamên hesba ("polîsên olî") pê re dirûnin, Elî got.

Hevdem, grûp rijd e ku zarokên deverê biçin dibistanên wê û îdolojiya wê ya tundrew û waneyên wê yên şer û çekan werbigrin, wî got jî.

Tektîkên guvaşkirina li sivîlan bo mayînê

Êdî reva ji Reqa negengaz e, welatiyê bajar Emced Mihemed ji Diyaruna re got, wî bernavek bikar anî ji tirsa li ser selametiya xwe.

"Berê, destûra seferê ji û bo hemû gund û zeviyên gundewarên Reqa dihat dayîn ji ber ku tevahiya deverê di destê girûpê de bû," wî got. "Lê niha heta çûna bo deverên derdorê jî qedexe ye, û herkesê ku biçe dibe ku ew ji vegera bo mala xwe were qedexekirin."

Ofîsa DAIŞ a ku xanûberan birêve dibe dest deyne ser her maleke ku xwediyê wê ne tê de be, Mihemed got, ku vê yekê "bi sedên malbatan neçar kirine ku ew li bajar bimînin".

Xelk dizain ku ev tektîkeke nû ye daku guvaş li wan bên kirin ku li bajar "weke mertalên mirovî" bimînin daku endamên DAIŞ ji hemû operasyonên pêşerojê yên ku bêguman dê cihên DAIŞ û malên çekdarên wê li Reqa bikin armanc biparêzin, wî got.

Destûra derketina ji Reqa bi tenê di haletên taybet de tê dayîn, wî got jî, û bi giştî bi tenê ji kesên nêzîkî girûpê re tê dayîn, bi taybetî hinek dukandar û bazirganên diravan.

Lê belê, xelkê normal ên ku destûr ji wan re tê dayîn divê hemû milkên xwe weke garantî bihêlin heta vegera wan, wî got, divê dîrok were destnîşankirin berî derketina wan.

Çekdarên DAIŞ li Reqa kom bûne

DAIŞ tadayiya xwe li ser sivîlan zêde dike herçiqas ku şer li gundewarên Reqa gurtir dibe , bazirganê xwecihî Wael Mistefa, ku bernavek bikar anî ji tirsa li ser selametiya xwe, got.

"Xelk aniha rastî cezayan tên ji ber sedemên herî bêqîmet û bi pereyan tên cezakirin li şûna ku bi awayên [wê] yên adetî werin cezakirin weke zindankirin anjî celdkirina li pêşiya herkesî li meydanên giştî," wî ji Diyaruna re got.

Cezayên bi pereyan tên sepandin dema xelk dereng diçin nimêjê, dukanekê vekin di dema nimêjê de, madeyên qedexekirî bifroşin, anjî dema jin bêyî muherem (kesûkarekî mêr) ji mal derdikevin, wî got jî.

"Tê xwestin ku ev cezayên bi pereyan bi dolar ji DAIŞ re bên dayîn, ev jî dibe barek li ser milê xelkê ji ber şertûmercên ku ew tê de dijîn," Mistefa got.

Xelkê ku di çandiniyê de kar dikin rastî zererên mezin tên, wî got, ji ber ku kirêya erdê xwe didin DAIŞ, lê niha nikarin bigihin wî erdî ji ber rewşa ewlehî ya ku aniha li dar e, wî got.

Herwiha, Mistefa got, "qedexeyeke derketinê hatiye nîv-ferzkirin, tevî rastiya ku qet nehatiye ragihandin. Piştî 9ê şevê, kolanên bajar dibin ên bajarekî şebehan ku bi tenê endamên girûpê yên li nobedariyên şevê li kolanan hene".

Hejmara endamên DAIŞ li nav bajar gelekî zêde bûye, wî da zanîn.

"Tê gotin ku piraniya çekdarên bajarê Cerablus niha li Reqa ne, û vê dawiyê gelek girûpên din ji Iraqê hatine," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500