Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çekdarên DAIŞ tektîkên bêsûd li Mûsilê bikar tînin

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên ewlekariya Iraqî tankên depî li Mûsilê dîtin ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve weke nîşanên xapîner dihatin bikaranîn weke hewleke bêsûd ji bo şaşkirina êrîşên asmanî yên Iraqî û yên hevpeymaniyê. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqê ve]

Hêzên ewlekariya Iraqî tankên depî li Mûsilê dîtin ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ve weke nîşanên xapîner dihatin bikaranîn weke hewleke bêsûd ji bo şaşkirina êrîşên asmanî yên Iraqî û yên hevpeymaniyê. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqê ve]

Di hewleke bêsûd de ji bo girtina bajarê Mûsil ê parêzgeha Nînewa, asêgeha wê ya dawî li Iraqê, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" zincîrek ji stratejiyên serkeftinê yên nû bikar tîne, berpirsên ewlekariyê ji Diyaruna re dibêjin.

Di dema çend hefteyan ji 17ê Cotmehê ve, dema şerê rizgarkirina Mûsilê bi fermî destpê kir, hêzên Iraqî rastî bi sedên otombîlên bombekirî û dijminên ku bin erdê di toreke berfireh a tunêlan de tevdigerin hatine.

Nîşangirên DAIŞ jî aktîv in, di nav xelkê sivîl de xwe vedişêrin, ku vê yekê hişt ku hêzên rizgarker bêtir hişyar bin.

Di dema bêtirî du salan de, endamên DAIŞ xwe ji şerê hetmî yê derxistina wan ji bajar re amade dikirin bi rêya avakirina toreke berfireh ji tunelên binerdê, berdevkê Ajansa Dije-Terorê Sebah Numan ji Diyaruna re got.

Girûpê "alavên kolandinê yên giran bikar tanîn, weke alavên mîkanîkî yên kolandinê û bildozeran, bandora vê yekê li ser firehbûn û kûrahiya tunêlan hebû", wî got.

Dibe ku zindaniyên li cem DAIŞ hatibin neçarkirin ku alîkariyê di vî karê giran de bikin, wî got jî.

Hêzên Ajansa Dije-Terorê berî niha rastî vê zehmetiyê hatine, di dema şerê Felûca de, wî got, û êdî bûne şareza di mameleya bi wan re.

"Me tunêl li deverên rizgarbûyî dîtin weke Bertela û Gogcelî ," wî got. "Tunelan li wan deran alîkariya endamên girûpê di revê de dikir lê alîkariya wan ji bo anîna çekdaran û şer nekirin."

Ji ber ku hêzên ewlekariyê di taxên niştecîbûnê de tevdigerin, wî nîşan bi wê yekê da, ku tektîka tunelê êdî kêmtir bibandor e, ji ber ku kolandina xendeqan bin mal û sikakan gelekî ji kolandina wan li deverên vekirî zehmettir e.

Mertalên mirovî

Astengiya herî mezin li pêş pêşketina hêzên rizgarker li rojhilatê Mûsilê bikaranîna sivîlan weke mertalên mirovî ji aliyê girûpê ve ye , Numan got.

"Ew [DAIŞ] topên hawinê ji malên ku xelk lê dijîn diavêjin û nîşangirên wan diçin serbanan bêyî ku hesabê jiyana xelkê sivîl bikin, ku ev yek dibe astengî li pêş bersivdayîna hêzên çekdar ji çavkaniyên agir re," wî got.

Bikaranîna DAIŞ ji sivîlan re weke mertalên mirovî ne bi tenê li ser bikaranîna malên wan weke cihên êrîşkirinê li ser hêzên Iraqî sînordarkirî ye, Şêx Nezhan Lehîbî, lîderekî hêzên heşda eşayirî li başûrê Mûsilê, got.

Çekdarên girûpê "bi sedên malbatan ligel xwe dibin her cihê ku lê tevdigerin daku wan biparêzin", wî ji Diyaruna re got.

DAIŞ hewl dide ku hejmara herî zêde ya sivîlan li nav taxên niştecîbûnê ku çekdarên wê li wan bicih bûne kom bike daku rê li pêşketina hêzên Iraqî û li agirê çekên Iraqî bigre, wî got.

Bi vê gavê, wî got jî, ew tu hesabî ji jiyana xelkê Mûsilê re nake, ku di nav wan de zarok û jin jî hene.

Tankên depî

Di demekê de ku DAIŞ otombîlên bombekirî û êrîşkarên xwekuj ji bo hêdîkirina pêşketina hêzên bejayî bikar tîne, ew tektîkên bêsûd bikar tîne weke hewlekê ji bo astengkirina êrîşên asmanî yên Iraqî û yên hevpeymaniyê.

Ev yek bikaranîna tankên depî weke nîşanên xapîner û dûyê ji bîrên petrolê yên ku ew agir berdide wan ji bo veşartina cih û tevgerên çekdarên xwe li xwe digre.

Piştî rizgarkirina Bûaweyza, hêzên Iraqî depoyeke mezin dîtin ku hejmarek ji heykelên depî ku bi şiklê tank û otombîlên zirxî hatibûn çêkirin tê de bûn, berpirsê ragihandina firqeya 16ê ya artêşê Muqedem Ebas Ehmed, got.

DAIŞ pilan dikir ku van modelan weke nîşanên xapîner bikar bîne ji bo şaşkirina hêzên asmanî yên ku piştgiriya hêzên bejayî dikin ji armancgirtina otombîlên wan ên zirxî yên rasteqîn, wî ji Diyaruna re got.

Wêneyên Wezareta Berevaniyê yên van "otombîlan" Hemviyeke depî nîşan dide ku hatiye boyaxkirin daku bişibe yeke rasteqîn, û li ser tekerên depî bû, û yeke din hatiye çêkirin daku bişibe tankekê lê ew hîn nehatiye boyaxkirin.

"Berî vê, girûpê agir berdida bi dehên bîrên petrolê li devera derdora bajarê Mûsilê û bi taybetî li bajarên Geyara û Şûra, li başûr û başûrê rojhilatê bajar, ji bo çêkirina çîneke ji dumanê," Ehmed got.

Armanca vê yekê rêgirtin li balafirên serbazî bû ku ew cihên çekdarên DAIŞ nas bikin, wî got.

Lîderên serbazî tekez kirin ku ev tektîk bi temamî bêbandor bû, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500