Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Destê mirinê yê DAIŞ bajarokên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê dixeniqîne

Xalid Tayî

Xelkê bajarokê sînorî yê Sûriyê Elbû Kemal ji Diyaruna re dibêjin ku ewdi bin hukmê hov ê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" zehmetiyê dikşînin. [Wêne ji Luey Sofî]

Xelkê bajarokê sînorî yê Sûriyê Elbû Kemal ji Diyaruna re dibêjin ku ewdi bin hukmê hov ê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" zehmetiyê dikşînin. [Wêne ji Luey Sofî]

Di demekê de ku rastî binketinên zêde li Iraq û Sûriyê tê, "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hewl dide ku destê xwe li ser devera sînorî ya navbera herdu welatan, ku marîpişta "xîlafeta" wê ya xweragihandî pêk tîne, tundtir bike.

Xelkê bajarokê Qayim ê Iraqê û bajarokê Elbû Kemal ê Sûriyê ji Diyaruna re dibêjin ku ew rastî "binpêkirinên zêde" tên di demekê de ku DAIŞ zehmetiyê di parastina kontrola xwe li ser devera sînorî ya stratejîk de û herwiha parastina mîtolojiya xwe dibîne.

Dema DAIŞ parêzgeha Enbar a Iraqê di 2014an de dagîr kir, rêbend û xalên kontrolê bi dirêjahiya sînorê navdewletî navbera Qayim û Elbû Kemal rakirin, û ragihand ku ev dever bi hev re dê "wîlayeta Firat" pêk bînin.

Ji wê demê ve, girûpê hewl da ku deverê bi temamî asê bike, ku gelek gir lê ne ligel hejmareke zêde ji tunelên sirûştî, ji ber giringiya wê weke xeteke piştgiriyê ya sereke, cihekî rahênanê û cihekî embarkirina çekan.

Gelek xelkê xwecihî reviyan deverên ewletir li Iraq û Sûriyê, lê ewên li derdora herdu bajarokan mane ji aliyê DAIŞ ve hatine dorpêçkirî û dibêjin ku ew li ser silametiya xwe di nav hovîtiya zêde ya girûpê de ditirsin.

"Wehşên dirrinde"

Di destpêka Mijdarê de, welatiyekî Qayim ku bi awayekî serkeftî ji bajarokê xwe reviya bajarokê Rutba ji Diyaruna re got ku çekdarên grûpê "binpêkirinên bêqam" li dijî Iraqî û Sûriyan pêk anîne.

Zilamê, ku ji Diyaruna re bi şertê veşartina nav axivî ji tirsa li ser selametiya malbata xwe, got ku "ev terorîst bi temamî ji mirovatiyê hatine şiştin. Ew wehşên dirrinde di şiklê mirovan de ne".

"Wan bajarokê me kiriye zindaneke mezin û tiştên nemaqûl li wir dikin," wî got. "Wan xort, bitemen, jin û heta zarokên ku biserneketin ji destê wan birevin îdam dikirin."

Hinek xelkê xwecihî hatin gurrandin, hinekên din hatin şewitandin û hinekên din heta mirinê hatin binavkirin an jî kevirbarandin ji ber ku wêriyan li dijî girûpê derkevin, wî got.

Berî niha îsal, wî got, min dît çawa endamên DAIŞ çar zilaman li bazara Qayim bi tometa ku sîxur bûn serjêr dikin , anî ziman ku "sîxurî tometeke hazir e ku DAIŞ bikar tîne ji bo jinavbirina kesên ku li hember "reftarê wê yê berberî" disekinin.

Wî got ku wî 40 celde xwarin ji ber ku qedexeya DAIŞ li ser çixarekêşanê binpê kir, hevdem cezayên bêtir, di nav de jêkirina endaman, derheqê "kesê ku riha xwe dirêj nake yan jî kesên ku por û cilên wan ne li gorî girûpê bin" tên derxistin.

"Em di serdema berîdîrokê de dijiyan bêyî pêwendî, ne televizyon û ne kafê," wî got.

"Di bin zordariyeke wisa de, xelk zehmetiyê ji şertûmercên xirab ên jiyanê dikşînin ji encama bêkarî û kêmbûna xwarin, derman, ava vexwarinê, elektirîk û sûtemenî," wî got. "Tenê endamên DAIŞ her tişta hewce li ba wan heye lê belê xelkê xwecihî ji her tiştî bêpar in."

Xelk zehmetiyê dikşînin

Ji dema ku DAIŞ Qayim dagîr kiribû, nêzîkî du sêyekên xelkê wê ji deverê reviyane, li gorî qayimeqamê wê, Ferhan Fiteyxan.

"DAIŞ cezayên xeniqîner li ser xelkê mayî ferz kirine û derketina ji bajar li wan qedexe kiriye," wî ji Diyaruna re got. "Kesên mayî bi tiştên ji xirabtirîn corên mirinê tên cezakirin."

Xelk hatin kuştin, îşkencekirin û mafên wan tên xwarin, wî got.

"Terorîstan nêzîkî hertiştî li bajarok wêran kirine daku vegerandina jiyana normal piştî rizgarkirinê zehmettir be," wî got. "Wan avahiyên hikûmî, jêrxane û malên niştecîbûnê şewitandin û malûmilkên xelkê talan kirin."

"Em hêvîdar in ku rizgarkirin nêzîk pêk were," wî got, anî ziman ku piştî ku ev yek pêk were, sînorê bi Elbû Kemal re divê were ewlekirin û hejmareke bes ji hêzan were bicihkirin.

"Agahiyên ku em ji çavkaniyên xwe li van herdu bajarokan werdigrin dibêjin ku xelk hema bêje rojane tên îdamkirin," serokê encumena xwecihî ya navçeya Xalidiya Elî Dawûd ji Diyaruna re got.

"Di 27ê Cotmehê de, girûpê heşt zilam li meydaneke giştî li Qayim nêzîkî sînorê bi Elbû Kemal re ji ber sedemên nenaskirî îdam kirin," wî got, anî ziman ku ti kes nizane gelo qurbanî Iraqî yan Sûrî bûn.

Tê texmînkirin ku giraniya serbazî ya DAIŞ dê li Qayim û Elbû Kemal be, wî got, anî ziman ku balafirên hevpeymaniyê li armancên DAIŞ bi dirêjahiya devera sînorî didin .

"Ne tişt ji bilî mirinê"

"Jiyana li Qayim û Elbû Kemal di bin desthilata DAIŞ de êdî nayê tehmûlkirin," Dawûd got, anî ziman ku girûp azadiyên kesî yên xelkê binpê dike, nahêle xelk sporê bikin û nahêle jin ji malên xwe derkevin.

Xelk di bin van şertûmercan de xeniqî ne, wî got, bal kişand ser wê yekê ku pêdiviyên herî sereke yên jiyanê kêm in, û "hertişt gelekî biha bûne".

Xizmetên tendirustî, perwerde û xizmetên giştî êdî nemane, wî got.

"Bi sadeyî, ti tişt ji bilî mirinê tune ye."

"Xelkê ku li Qayim û Elbû Kemal dijîn bi xwînê digihin hev, û niha rastî heman çarenivîsê di bin hukmê girûpeke terorîst a tund weke DAIŞ hatine," endamê encumena parêzgeha Enbar Ezal Fehdawî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ tundutûjiyê li hember xelkê wir bikar tîne û em gelek caran derbarê îdamkirinên bikom û girtinên bi zorê û acizkirina xelkê dibihîzin, ligel rawestaneke tam a jiyana rojane," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hun hemû serkeftî bin

BERSIV BIDE