Nûçeyên Iraqê

Îraq û Sûrîya dê dergehekî sînorî di demeke nêz de dîsan vekin

Dîplomatkarên Sûrî û Îraqî Duşemê (15ê Cotmehê) gotin ku dê dergehekî sînorî di navbera Sûrîya û Îraqê de di demeke nêz de were vekirin, li gorî AFP.

"Em dê aniha bo berjewendîyên herdu gelên Sûrî û Îraqî dergehê sînorî yê Elbû kemal vekin... di demeke herî nêz de," Wezîrê Derve yên Sûrî, Welîd Muelim ragihand.

Elbû Kemal yek ji sê dergehên sînorî ye li ser sînorê Îraqê bi Sûrîyayê re ku li jêr kontrola rejîma Sûrîyayê de ye li alîyê Sûrîyayê.

Wezîrê Derve yê Îraqî Brahîm Caferî got ku vekirina dergehê sînorî, yê bi navê Qaimê li alîyê Îraqî, pir "nêz e".

Paş destpêkirina alozîya Sûrîyayê, şervanên opozîsyonê û paşê tundrewan dest danî ser dergehê sînorî yê Elbû Kemal.

"Ji me re, xalên sînor ne bi tenê derbasgehên xaknîgarî bûn, lê belê derbasgehên çandî, aborî, siyasî û heta bi demografî bûn," Caferî got. "Lewra xebat hatin encamdayîn û dê berdewam bikin heta vekirina van xalên sînorî"

Hêzên Îraqî vê dawîyê li ser sînorê bi Sûrîyayê re bi cih bûne bo rawestandina tevgera çekan û çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). Rêxistinê gelek ji xaka li jêr kontrola xwe ji dest daye, lê hîna jî hebûneke wê li nêzî sînor heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500