Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Werîsê li stûyê DAIŞ li Qayim qayimtir dibe

Ala Husên li Bexdayê

Helîkoptereke artêşa Iraqî rokêtan diavêje di dema operasyonekê de ji bo vegerandina bajarokê li bakurê Iraqê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di Nîsana 2016'an de. [Mohammed SAWAF / AFP]

Helîkoptereke artêşa Iraqî rokêtan diavêje di dema operasyonekê de ji bo vegerandina bajarokê li bakurê Iraqê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di Nîsana 2016'an de. [Mohammed SAWAF / AFP]

Êrîşên Iraqî yên ku kombûnên lîderên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) armanc digrin li Qayim û derdora sînorê bajarokê wê li Enbarê gurzek li dilê girûpê daye û girêdana wê bi Sûriyê re qels kiriye, berpirsan got.

Hewlên Iraqî û yên hevpeymaniyê di rakirina destê girûpê ji ser bajarokê biyabanî yê stratejîk de biserketin, ku ew weke cihekî civînan û pirek û kanalek bo Elbû Kemal, ku bajarokekî beramberî wê li aliyê Sûriyê ye, dihatbikaranîn.

Şikestinên dawî yên DAIŞ li parêzgeha Enbar -- Remadî û Felûce ligel hinekên din -- tev operasyonên serkeftî li dijî girûpê li Sûriyê, guvaşeke mezin li ser Qayim daniye, ku yek ji bingehên kêm ên mayî yên DAIŞ li parêzgehê ye, berdevkê Fermandariya Operasyonên Iraqî yên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Lêdana serokatiya DAIŞ

Di operasyoneke hevbeş de roja 11'ê Tebaxê, ku bi hevahengiyê ligel hikûmeta Iraqî û bi beşdariya hêzên Iraqî hat pêkanîn, hevpeymaniyê û hêzên Kurdî fînanserekî bilind ê DAIŞ di operasyonekê de kuştin, AFP ragihand.

Fînanserê DAIŞ Samî Casim Mihemed Cibûrî berpirsê serperiştîkirina operasyonên fînansekirina DAIŞ bû, di nav de firoştina petrol û gazê.

Di 29'ê Tîrmehê de, artêşa Iraqî ragihand ku girûpek ji endamên bilind ên DAIŞ di êrîşeke asmanî de dema ku li Qayim ji bo girêdana civînekê kom bibûn kuştin, bi piştgirêdan bi agahiyên îstixbaratî derbarê "tevgereke nenormal" a endamên DAIŞ li deverê.

Ebû Taha Ezawî di nav kuştiyan de bû, ku endamekî bilind bû û pêwendiyên wî yên nêzîk bi lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî re hebûn, Fermandariya Operasyonên Hevbeş got.

"Terorîstê kuştî pêwendiyên wî yên nêzîk bi lîderê DAIŞ re hebûn û herwiha pêwendiyên malbatî jî, ew bi xwîşka Bexdadî ku zewicî bû," daxuyaniya fermandariyê got.

Ezawî xwedî roleke girîng bû di organîzekirina danîna Bexdadî weke lîderê DAIŞ dema ku girûpê ji baskê berê yê Qaîde Bereya Nusra, ku niha weke Bereya Fetih el-Şam tê naskirin, di Nîsana 2013'an de cuda bû, daxuyaniyê got.

Ligel Ezawî, êrîşên asmanî herwiha 12 lîderên bilind ên DAIŞ ji seranserê welat ku ew ligel wî civiya bûn kuştin, û bi dehên din birîndar kirin.

Di operasyoneke pêştir de, di 3'ê Hezîranê de, balafirên şer ên hevpeymaniyê cihekî DAIŞ li Huseyba Xerbiya, li Qayim, ku weke penageha çekdarên ku ji Sûriyê diçûn Iraqê bû, armanc girtibûn, û herî kêm 20 endam kuştibûn, Wezareta Hundir got.

Teqîna cebilxane û çekên ku li wî cihî hatibûn embarkirin bû sedema pêketina agirekî ku çend saetan piştî êrîşê dom kir, wezaretê got.

Qedexekirina çûyîna Qayim

Di dawiya Hezîranê de, piştî rizgarkirina Felûce, êrîşên asmanî yên Iraqî û hevpeymaniyê bi sedên otombîlên DAIŞ wêran kirin û bi dehên çekdarên girûpê dema ku ew ji devera Felûce bo Qayim direviyan kuştin.

"Ev hewleke bêhêvî ye ji aliyê terorîstan ve ji bo revîna bo deverên li Qayim nêzîkî sînorê Sûriyê û Sersar," Fermandarê Fermandariya Operasyonên Enbarê lîwa Îsmaîl Mehelawî wê demê ji AFP re gotibû.

Raporta êrîşên asmanî ya ku ji aliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ve hatiye pêşkêşkirin dibêje ku tu bijareya DAIŞ tune ye ji bilî hewldana teqandina her karwaneke ku ew bizanin ew dê di encama wê de ji êrîşên asmanî re kifş bibin.

Li gorî Resûl û çavkaniyên serbazî yên din, êrîşa yekem karwaneke destpêkê ya mezin ku bi dirêjahiya çend kîlometran bû wêran kir.

Berî vê, di 17'ê Hezîranê de, berdevkê Wezareta Hundir Emîd Saed Maen ji Diyaruna re gotibû ku êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê herî kêm 20 endamên DAIŞ ên ku di karwaneke çekdar de ku ji şeş otombîlên çarçerxî pêk dihat kuştiin anjî birîndar kirin dema ku wê kerwanê sînor ji Elbû Kemal bo Huseyba , nêzîkî Qayim, derbas dikirin.

Êrîşên asmanî yên Iraqî dê li ser bilezkirina jihevxistina "wîlayetên" cuda yên DAIŞ û pûçkirina hemû hewlên wê ji bo her tevgerekê û dubare çalakbûyînê berdewam bin, şêwirmendê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Operasyonên DAIŞ bin metirsiyê de ne

Êrîşên vê dawiyê, bi taybet ên ku civînên lîderên bilind ên DAIŞ li Qayim armanc girtin, ku li wê derê grûpê planên xwe datîne, encama agahiyên îstixbaratî yên hûrûkûr in, Lîwa Ebdulkerîm Xelef, efserekî serbazî yê Iraqî yê xanenişînkirî got.

Serkeftina operasyona 29'ê Tîrmehê ku lîderên DAIŞ armanc girtin, û yên din ên hevşêweyê wê, tê wateya ku hemû navendên bicihkirin û pilandanê û depoyên çekan ên DAIŞ li deverên biyabanî yên li rojavayê Iraqê niha di metirsiyê de ne ji aliyê hêzên Iraqî ve, wî got.

DAIŞ Qayim ji ber cihê wî yê dûr weke asêgeh hilbijart, ji ber ku bêtirî 300 kîlometran dûrî nêzîktirîn bajarê mezin ê Iraqê yê ku di bin destê hêzên Iraqî de ye, qayimeqamê Rutba Îmad Duleymî ji Diyaruna re got.

Nêzîkbûna Qayim ji sînorê Sûriyê xeteke pêwendiyê ya rasterast ligel asêgeha DAIŞ Reqa pêşkêşî wê dike, ku ev sedemeke din e ku girûpê ev bajar weke cihekî ji bo civînên veşartî bijartiye, wî got, anî ziman jî ku DAIŞ herwiha malbatên lîderên xwe yên bilind li wir bicih kirine.

Lê xelkê xwecihî xwedî roleke girîng di pêşkêşkirina agahiyên îstixbaratî yên pêwîst ji hêzên Iraqî re lîstin daku ew bingeh û civînên DAIŞ bikin hedef, Duleymî got.

Kêmbûna piştgiriya cemawerî, ligel guvaşa zêde ji aliyê hêzên Iraqî û yên hevpeymaniyê, tê wateya ku rojên DAIŞ li Qayim kêm mane, wî got, û dê ne nikaribe bêtir li hember guvaşên zêde liberxwe bide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500