Nûçeyên Iraqê
Remezan

Bi wêneyan: Jiyan li Remadî edî asayî ye

Diyaruna

Dayikek ligel zarokên xwe li bazareke Remadî kelûpelan dikre. Jin di desthilata "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" neçar bûn ku ruyên xwe bi nîqabê veşêrin û zilam neçar bûn ku riyên xwe dirêj bikin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Efserekî polîsê trafîkê li Remadî birêve dibe. Xelkê aware bi koman vedigerin bajar piştî rizgarkirina wî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di Kanûna 2015an de. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Firoşkarekî li ser kolaneke Remadî lîstikan difroşe. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Xelkê Remadî bi serbestî diçin bazaran piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji bajar. [Seyi Ehmed/Diyaruna]

Hêzên Iraqî Enbara li rojava ewle dikin piştî şikandina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Tîmeke paqijkirinê li kolana bijîşkan a Remadî paşmahiyan ji qiraxa rê radikin, di demekê de ku bazar ji xelkê re dubara hatin vekirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Mizgefta Mezin a Remadî. Mizgeftên bajar ji bo handana tundutûjiyê û kînê dihatin bikaranîn dema ku di destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de bûn. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Xort li bazara Remadî digerin. "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" zilam neçar dikirin ku riyên xwe dirêj bikin û pêbendî cihên Îslamî bibin di heyama desthilata xwe de. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Cilên rengereng dîsa li pêşiya dikanên cilan li Remadî tên nîşandan. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Bazarên vejandî yên Remadî careke din bi çalakiyan bicoş bûne. [Seyif Ehmed/Diyaruna]

Polîsê trafîkê li Remadî Mihemed Ubeyd Siyabî vegeriyaye ser karê xwe yê birêvebirina trafîkê li paytexta parêzgeha Remadî piştî ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Wêneyên ji Remadî, paytexta parêzgeha Enbarê, nîşan didin ku jiyan li bajar vedigere rewşa asayî. Piştî nêzîkî salekê ji rizgarkirina wî ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), bazarên vejandî yên Remadî careke din bi çalakiyan bicoş bûne.

Xelkê aware berdewam in di vegera bo warên xwe bi koman ji dema ku hêzên Iraqî piraniya bajar ji DAIŞ dawiya Kanûnê rizgar kirin.Nêzîkî 80% ji wan niha vegeriyane di çarçoveya hewlên berdewam ji aliyê rêveberiyên xizmetguzariyê ve ji bo peydakirina xizmetên elektirîk, av û kenalîzasyonê ji xelkê re..

Di bin desthilata DAIŞ de, rê ji jinan re nedihat dayîn ku bê hevrêyekê mêr ji malên xwe derkevin û zilam dihatin neçarkirin ku riyên xwe berdin û pêbendî cilên Îslamî bin. Girûpê bernameya xwe ya xwendinê ya tije îdolojiyaya tundutûj ferz dikir, û di encamê de, gelek malbatan qebûl nedikirin ku zarokên xwe bişînin dibistanê.

Zarok niha vedigerin dibistanê, hevdemZanîngeha Enbarê vê payîzê dîsa dest bi dersan kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500