Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Bexçeyên zarokan li Enbarê deriyên xwe vedikin

Seyf Ehmed li Enbarê

Zarok diçin bexçeya Ecyal li Remadî piştî ku bajarê wan ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Zarok diçin bexçeya Ecyal li Remadî piştî ku bajarê wan ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Bexçeyên zarokan li seranserê Enbarê dîsan pêşwaziya zarokan dikin piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin, û ev dezgeh weke deriyê perwerdeyê wesif kirin.

"Piştî ku ji çeteyên DAIŞ hat rizgarkirin , Enbarê giringî da nûkirina avahiyên dibistanan û bexçeyên zarokan ên giştî û yên taybet," seroka komîteya perwerdeyê ya encumena parêzgeha Enbarê Ibtîsam Mihemed got.

"Bi sedên bexçeyên zarokan deriyên xwe vekirin û pêşwaziya zarokan kirin daku wan ji xwendina seretayî re amade bikin," wê ji Diyaruna re got.

Ev dezgehên han dersên hêsan didin zarokên navbera 3 û 6 salî de ku alîkariya wan dikin ku karînên wan yên zimên xurt bibin û konseptên zanyarî û wêjeyî yên sereke didin wan, wê got.

Bexçeyên zarokan di temenekî biçûk de ji wan re girîng in ku bilez agahiyan werdigrin bi rêya bikaranîna metodên sade yên xwendin û nivîsandinê, Cînan Casim Duleymî, rêvebera bexçeya Ecyal li Remadî got.

Ew derfetekê didin zarokan daku binexşînin, bilîzin û derbirînê li ser kesayetiya xwe bikin, wê ji Diyaruna re got.

"Gelek bexçeyên zarokan li Enbarê, di nav de li Remadî, perwerdahiyê ji xwediyên pêdiviyên taybet re pêşkêş dikin, ligel pêşkêşkirina xwarinên bisûd û tendurist ji bo piştgiriya awayê mezinbûna zarokan," Duleymî got.

Deriyê perwerdahiyê

"Komîteyên serperiştiyar di rêveberiyên Wezareta Perwerde de li seranserê Enbarê berdewam in li ser karkirin ji bo piştrastbûn ji berdewamiya şîretkirinê li bexçeyên zarokan," Xelîl Salih Esafî, serokê komîteya serperiştiyar a bexçeyên zarokan li Rêveberiya Perwerdahiyê ya Enbarê, got.

Bexçeyên zarokan deriyê perwerdahiyê ne, wî ji Diyaruna re got.

Ji bexçeyên zarokan re li seranserê parêzgehê bas hatine peydakirin ji bo veguhestina zarokan ji malên wan bo dibistanan, wî got, anî ser ziman jî ku stafê serperiştiyar di basê de bi wan re ne.

Herwiha çend geştên meydanî ji zarokên ku diçin bexçeyên zarokan re hebûn, wî got, daku bajarên din li parêzgehê ligel cihên dîrokî û geştiyarî yên xwecihî nas bikin.

"Du zarokên min li bexçeya zarokan a Rehma li Felûca hene û ew rojane kêfxweş in dema ku vedigerin mal," şêniyê Felûca Rifaat Cubeyr Anî, got.

"Di herdu salên borî de, zarokên min lixwegirtî bûn û ditirsiyan ku bi kesûkarên me re û heta bi cîranan re jî biaxivin," wî ji Diyaruna re got.

Niha, wî got, ew gelekî bi kelecan in ku sibehê diçin bexçeyê, ku bûye mala wan a duyem, û ew bi hevalên xwe re qala tiştên ku ji mamosteyên xwe fêr bûne dikin.

Ew fêrî tiştine nû bûne û bûne fêrxwazên baştir, wî got, bi taybetî dema ku elfabeyê dinivîsin û bilêv dikin.

"Ev yek dê xwendekarên jêhatî bide dema ku derbasî dibistana seretayî bibin," wî got.

"Zarok rastî metirsiyên terorîst dihatin û di bin şertûmercên sext de dijiyan, bi taybetî li Enbarê," Anî got jî. "Bexçeyîn zarokan ew rê ye ku behreyên nûhatî xwedî dikin û nifşekî tendirust ku dikare dahêner û serkeftî be."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500